Salîh Muslîm: Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de têk bibin

  • rojane
  • 11:02 8 Cotmeh 2020
  • |
img

QAMIŞLO - Berpirsê Karê Derve yê PYD’ê Salîh Muslîm, diyar kir ku di çewherê komploya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hedef girt de, êrîşa li dijî gelên Rojhilata Navîn heye û got: “Çi dema ku me karî em yekitiya gelê kurd ava bikin, wê demê em ê karibin komployê têk bibin.”

 
Komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêş xistin, ket sala 22’yemîn. Di nava dema derbas bû de, li Rojhilata Navîn di warî eskerî siyasî de gelek guhertin çêbûn. Ji roja ku Ocalan li Sûriyeyê hat derxistin re şerê navxweyî her dewam kir. Gelek hêzên navneteweyî yên li dijî Ocalan komplo pêk anîn, di şerê Sûriyeyê de jî, daketin qadê. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî van hêzan, ji fikir û ramanên Ocalan îlham girtin û têkoşîna xwe bir ê ve dibin. 
 
Berpirsê Karê Derve yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, komploya navneteweyî ya di sala 1998’an de, bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê re dest pê kir, nirxand. 
 
Muslim, diyar kir ku heya dest pê ka sala 1978’an, li Rojava avakirinên biçûk hebûn, lê hêza wan a ku ji bo pirsgirêka gelê kurd têbikoşin tune bû. Muslim, bal kişand ser têkçûyîna îsyana Mele Mûstafa Barzanî ya di sala 1975’an de pêk hat û wiha axivî: “Vê yekê bandoreke mezin a nayînî li kurdên Rojava jî kir. Dûre tevgerekê ku ji bo gelê kurd bikeve nava bizavê tune bû. Wê demê li Tirkiyeyê jî, tevlîheviyek mezin hebû. Di heman demê de nakokî di navbera tevgerên çepgir de hebû û ji ber vê dewletê êrîşî wan dikir. Dîsa bandora darbeya eskerî hebû. Di nava vê rewşa giran de xwendekarên navê ‘Telebe’ li xw kiribûn derketin holê. Ji wan re digotin ‘Apoyî.’ Bi vî navî dihatin nas krin. Wisan dihat fêm kirin ku tevgerek girinbû û di navê de kesên pêşeng hebûn. Ew hem ji Bakur û hem jî ji Rojava re bibûn hêvî. Ligel vê yekê, di nava tevgerên xwendekaran de jî lêgerînek hebû. Heya sala 1978’an ev pêvajo dewam kir. Dûre PKK’ê derket ser sehnê. Dema ku PKK’ê derket, li her devera Kurdistanê, bêbawerî û bêhêviyek mezin hebû.”
 
DERKETINA PKK’Ê YA LI ROJHILATA NAVÎN
 
Muslim, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berî darbeya 12’ê Îlonê sala 1979’an derbasî Rojava bû û wiha got: “Hewl da xeteke cuda ya PKK’ê li vir ava bike. Ocalan ferq kiribû ku talokeyek mezin nêzî wan bûye. Ji ber vê bergiriyên xwe girtin. Dema ku darbe pêk hat, hemû tevgerên çepgir, pêkhateyên şoreşger û tevgerên kurd tesfiye kirijn. Di saya rêya ku Ocalan şopand de, PKK’î belavî Rojhilata Navîn bûn û di demek pir kurt de, girseyên gel xistin nava liv û tevgerê.” 
 
KESAYETA AZAD ÇAWAN DIBE NÎŞAN DA
 
Salîh Muslim, derbasbûna Ocalan a Sûriyeyê jî nirxand û wiha bilêv kir: “Piştî ku Ocalan derbasî Sûriyeyê bû, bi gelê Rojava re têkiliyek taybet ava kir. Qet ne digot ji bo wê, wî û şoreşa bakur, ji bo hemû Kurdistanê xîtap dikir. Ji bo kesayeta kurd a azad û tevgerê di nava hewldanek mezin de bû. Di wê demê de her tim pirsa; ‘Gelo çima îsyanên Şêx Saît, Seyît Riza, Qazî Mûhammed û Mûstafa Barzanî bi ser neketin’ dihat pirsîn. Ocalan her tim bal dikişandin ser şaşiyên wan. Ocalan di warî bîrdozî û fikrî de dinava têkoşînek mezin de bû. Dîsa kesayeta azad wê çawan bê pêşxistin, nîşan dida. Ocalan hîna di wê demê de digot ‘Şoreşa me zor û zehmet, lê berxwedana me jî bê hempaye.’”
 
‘BINYADEKE MEZIN A GIRÊDAYÎ OCALAN AVA BÛ’
 
Muslim, der birî ku piştî Ocalan derbarî Rojava, bi gel re rêxistinbûyinek mezin ava kir û wiha pê de çû: “Her tim digot; ‘Me li Bakur dest pê kir. Parçeyê herî mezin jî ew dere. Divê têkoşîna we jî cuda bû. Divê hûn xwe ava bikin.’Dibe ku rejîma Sûriyeyê, ji têkoşîna li Bakur dihat meşand re tiştek ne digot, lê li Rojava wiha nêz nedibû. Zilmek mezin pêk hat. Her ku çû girêdanbûna gelê Rojava ji Ocalan re mezin bû. Binyadeke girêdayî fikir, bîrdozî û siyaseta Ocalan derket holê. Ji ber vê êdî gel, partî û rêxistinên dikin qebûl nakin.” 
 
‘ME DIKARÎ BÛ EM SÛRIYEKÊ CUDA BIBÎNIN’
 
Muslim, bal kişand dema Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û wiha dewam kir: “Berî ku ji Sûriyeyê derbikeve, em hemû li hev kom bûn û me rewşa xwe nîqaş kir. Ji xwe avabûna PYD’ê yek ji van encama ye. Ocalan hewl dida, di navbera rejîma Sûriyê û kurdên Rojava de, têkiliyek stratejik ava bike. Lê rejîma Sûriyeyê ne di wê têgîn û rayê de bû. Ger wê demê Ocalan baş fêm kiribana, wê Sûriye îro ne di vê rewşê de bûya. Wê di rewşek pir cuda de bûya.” 
 
KOMLO JI DIJÎ GELÊN ROJHILATA NAVÎN BÛ
 
Muslim, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li dijî Ocalan û tevgera PKK’ê ya ku ava kir,  komployek mezin pêk hat. Kampa ku lê dima hat bombekirin. Wê demê jî Ocalan got, ‘Ev komplo ne li dijî mine, di serî de li dijî gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîne.’ Ji ber ku hêzên navneteweyî di salên 90’î de, li Rojhilata Navîn xwestin tiştên nû ava bikin. Dûre me jî dît ev komplo ne tenê li dijî Rêberê Gelê Kurd, di heman demê de li dijî hemû gelên Rojhilata Navîne. Wezîrê Karê Derve yê Yewnenîstanê yê wî demê Theodoros Pangalos, piştî ku DYA’yê mudaxileyî Iraqê kir, wiha gotibû; ‘Min nû fêm kir, ger DYA’yê ev komplo pêk ne aniya, dê nekaribûya mudaxileyî Iraqê bike.’ Di vê komployê de ev heqîqet hebû. Komploya li dijî Ocalan, di rastiyê li dijî gelên Rojhilata Navîn bû.” 
 
XWESTIN SERÎ Û GEWDÊ JI HEV BIKIN
 
Muslim, da xuya kirin ku hêzên kûrewî yên ev kompo ava kirin, xwestin serî û gewdê ji hev bikin û wiha rêz kir: “Vê rewşê heya sala 2004’an dewam kir. Din ava PKK’ê de komên tesfiyekar derketin holê. Derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê, bandorekê mezin li Rojava kir. Di heman pêvajoyê de rejîma Sûriyeyê êrîşî kurdên Rojava kirin û zexteke mezin li gel kir. Îsyana di sala 2004’an de li Qamişlo dest pê kir, di encama vê zextê de derket holê. Wisan plan kiribûn ku kurd êdî nekarin rabin ser piyan û kurd di hedefa komkujiyên mezin de bûn. Dûre bi ked, sebir û hewldaneke mezin a Ocalan re hin aliyên komloyê derketin holê.”
 
DI CÎHANÊ DE CIHÊ KURDAN
 
Muslim, diyar kir ku bi polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Ocalan, ev kompo hîna jî dewam dike û wiha got: “Ev komplo, ji bo jinûve avakirina Rojhilata Navîn hat pêşxistin. Lê plana ji bo Rojhilata Navîn xêz kiribûn, pêk nehat. Ji ber ku rewşên cuda pêş ketin û weke dixwazin ne bû. Dibe ku rewşek wiha jî pêş bikeve. Di Rojhilata Navîn a nû de cih bidin kurdan jî. Lê li qadê Tirkiye heye. Ew dixwazin hemû kurd tune û îmha bibin. Di vîr de nîqaşeke mezin di navbera Tirkiye û hêzên hegemonik de deye. Lê hemû kes jî dixwazin para xwe  ji plan û xeta nû bike.” 
 
'DIVÊ EM JI KOMPLOYÊ DERSAN DERBIXIN’
 
Salih Musalim, di dawiya axaftina xwe de ev peyama girîng da: “Komplo dikeve sala xwe 22’yemîn. Di pêvajo û dema derbas bûyî de me gel tişt dîtin. Gelek encamên derbarê Rojhilat Navîn de, aşker bûnn. Lê ya rastî eve; Ligel vê komploya mezin jî kurd tune nebûn. Divê em ji vir û şûnde, li ser em ê vê komployê çawan têk bibin, bifikirin. Niha dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û dewletên din hewl didin dîsa destkeftiyên kurdan ji wan bigirin. Ji ber vê bi hevre li dijî kurdan şer dikin. Dixwazin kurdan ji navê de xilas bikin. Hewl didin hin eşîret û malbatan bikin bin kontrola xwe û wan bixin. Divê em jî li gel hev şer nekin û yekitiya xwe ava bikin. Lazimek ku em neyin lîstikên berê. Ger tevgerên siyasî  îxanetê nekin, serkeftin wê ya gelê kurd be. Ev jî firsetek mezine. Em dikarin komployê di sala 22’yemîn de bi hev re têk bibin. Divê em ji komployên dersên baş derbixin.”
 
MA / Nazim Daştan  
 

Sernavên din

11/10/2020
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Nûnerê ÎHD'ê yê Agiriyê Ozkan hat berdan