ÎZMÎR - Jina binavê Bîhter Yalçisoya rojek berî danişîna doza hevberdanê ji aliyê Rahman Yalçinsoy ve hat kuştin.
Bîhter Yalçinsoy a li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê dijî, rojek berî danişîna doza hevberdanê ji aliyê Rahman Yalçinsoy ve hat qetilkirin. Ekîbên tenduristiyê yên li ser agahî dayînê hatin cihê bûyerê, Bîhter Yalçinsoy a bi giranî birîndar bû, rakirin Nexwşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Çigli. Ligel hemû mudaxileyan jî Yalçinsoy jiyana xwe ji dest da. Dûre cenazeyê Yalçinsoy ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.
Rahman Yalçinsoy ê Bîhter Yalçinsoya qetil kir, hat binçavkirin.
Hat diyar kirin ku îro doza hevberdanê ya Bîhter Yalçinsoy û Rahman Yalçinsoya li Edliya Îzmîrê hebû.