Omer Ocalan: Komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin

  • rojane
  • 14:20 8 Cotmeh 2020
  • |
img
MÊRDÎN – Parlamenter Omer Ocalan li Mêrdînê di panelê de têkildarî salvegera 22’yemîn a derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyê axivî û got: “Ev komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin. Em dikarin berxwedanê bi hev re ava bikin.” 
  
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê têkildarî salvegera 22’yemîn a komploya navnetewî ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin panel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Fahretttîn Dûrmaz wek axaftan beşdar bûn. Hevserokê Rêxistina HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday moderatoriya panelê kir. Ewilî parlementer Omer Ocalan axivî. 
 
'GEL BERXWEDANÊ BIJARTIYE’ 
 
Omer Ocalan bi bîr xist beriya Rêberê PKK’ê Ocalan ji Sûriyê were derxistin bi êrişan re rûbirû ma û got: “Di encama komploya navnetewî de birêz Ocalan hat tecrîdkirin. Têkoşîna li dijî tecrîdê were birêvebirin gelek grîng e. Di şexsê birêz Ocalan de li dijî kurdan bûne yek. Gelê kurd ji serdema Osmaniyan ve di nava berxwedanê de ne. Ji wê berxwedanê ve du tişt neguherîne. Berxwedana gel û sepandina tecrîdê. Divê meriv niha li komployê baş binêre. Niha li ser birêz Ocalan tecrîdek girankirî heye. Ev tecrîd li ser tevahiya girtîgehan belav bûye û her wiha li ser gel belav bûye. Li hepsan her roj îşkence heye.” 
 
'DERDÊ TIRKIYÊ ÇAR PARÇE NE’ 
 
Ocalan anî ziman ku her roja ku diçe komplo tê teşhîrkirin û têkoşîna lid ijî komployê jî grîng e. Ocalan got heta siyaseta kolanan nebe dê tecrîd bi dawî nebe û heta berxwedan nebe wê dewlet jî paş ve gav neavêje. Ocalan da zanîn ku divê li dijî tecrîdê têkoşînek nû were lipêşxistin. Ocalan qala derxistina Ocalan a ji Sûriyê kir û got: “Îro jî rayedarên Tirkiyê hêj nizanin Ocalan çima radestî wan hatiye kirin.”
 
Omer Ocalan anî ziman ku tevahiya Tirkiyê di bin tecrîdê de ye û îro kî radibe û devê xwe vedike bi sûcdariya PKK’ê însanan binçav dikin û digirin û got: “Em dizanin dewlet dixwaze çi bike. Derdê Tirkiyê îro çar parçeyên Kurdistanê ne. Dixwazin li ser kurdan tecrîdek girankirî çê bikin. Heta tecrîd neyê bi dawîkirin wê ne siyasetmedar, ne rojnamevan û ne jî welatiyên li kuçeyan azad bibin. Divê tecrîd were beralîkirin.”
 
'EM BIBIN YEK WÊ TECRÎD JÎ TÊK HERE’ 
 
Ocalan destnîşan kir ku yek ji rêyên herî girîng ku tecrîdê bi dawî bike Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan e û got: “Heke em bibin yek em ê li her qadê bi hêz bibin. Heke gelê kurd bibe yek wê tevahiya gelan bibe yek. Çimkî îro em li ser vê axê bi hev re dijîn. Îro komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin û em berxwedanê jî bi yekîtiyê dikarin ava bikin. Divê her kes di ferqa tecrîda girankirî ya sîstematîk de be û divê em li gorî wê gavan baivêjin.” 
 
'DIVÊ HER KES TECRÎDÊ LI SER XWE BIBÎNE’ 
 
Pişt re Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Fahrettîn Dûrmaz jî axivî û bi bîr xist ku nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya li dijî gelê kurd e û divê ciwan rol û mîsyona xwe bileyîzin. Dûrmaz got her cûre sepanên li ser civakê bi tecrîdê re bêtir berfireh bûne û divê her kes tecrîdê li ser xwe bibîne. Dûrmaz got kes ji vê tecrîdê ne bêpar e û her kes para xwe digire. 
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

11/10/2020
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan
21:17 58 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane