'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'

  • rojane
  • 10:02 13 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgerê Heverokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm biryara ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Şengalê hat girtin nirxand û got: “Ger PDK careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê carek din bikevin Şengalê?”  

 
Li ser fermana DYA' yê, lihevkirina ji bo Şengalê ya ku tê xwestin di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Iraqê de pêk were, hat erêkirin. Di 9’ê Cotmehê de, hikumeta Herêma federal a Kurdistanê û hikumeta Iraqê li ser peymana Şengalê li hev kirin û ev lihevkirin bi daxuyaniyên cur  bi cur aşker kirin. Di peymana her dua liyan de, tê diyar kirin ku wê hebûna PKK, hêzên wê yên li Şengal û derdora wê dê bidawî bibe û hêzên bên bi cih kirin wê nehêlin PKK li herêmê tu rolê bilîze. Di heman demê de, ji bo ji nû ve binesazî û pergala Şengalê bê avakirin, wê komîsyonek hevbeş ji aliyê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bê avakirin. Ev peymana ku ji derveyî vîna gel û civata Şengalê hat qebûlkirin, rastî bertekan hat. 
 
Cîgerê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm, der barê peymana li ser Şengalê ya di navbera hikûmeta Iraq û PDK'ê pêk hat de,  ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.  
 
'PDK GELÊ ŞENGALÊ TENÊ HIŞT Û REVIYA'
 
Heso Îbrahîm, anî ziman ku ketina PDK'ê ya Şengalê tê wateya fermaneke nû û wiha axivî: “Li dijî biryara ketina PDK'ê ya Şengalê helwesta me diyar e. Em ev biryar li Şengalê bi meşeke girseyî ev şermezar kir. Gelê Şengalê ji vê tifaqê neraziye. Xelkê Şengalê wê vê biryar û peymanê qebûl nekin. Ger li ser navê gelê Şengalê biryar bên dayîn û gel di nava vê biryarê de ne be, ew mafê wê heye ku qebûl jî neke. Gelê Şengalê ne amadeye ku dubare vegere sala 2014'an. Gelo di dadgehan de kesên ku fermana qetilkirina şengaliyan dan û komkujî pêk anîn, hesab ji wan hatiye pirsin ku carek din biryar didin bikevin Şengalê? Em weke Rêveberiya Xweseriya Demoratîk vê biryarê qebûl nakin. Nepêkane ku em vê qebûl bikin. Ne tenê em gelê Şengalê bi giştî vê biryarê qebûl nake. PDK careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê careke din bikevin Şengalê. Bila PDK li ser vî gelî bes siyaseta xwe bide meşandin. Ger dixwazin xwedî vî gelî derbikevin, wê demê bila ewil kesên ku bûn sedema komkujiyê di dadgehan de mehkum bikin û gelê ku bi komkuiiyê rûbirû hiştin guhdar bikin. Dûre bila bên biryareke wiha bidin. Ji xwe helwesta me aşkere ye. Em qebûl nakin ku careke din ne Iraq, ne DYA û ne jî Tirkiye biryarê li ser Şengalê bidin. Gelê me vê biryarê weke berdewamiya fermanê dinirxîn e. Dixwazin dubare fermanê pêk binin, gelê me yê Êzidî yê ku mayî jî koçber bikin û dil bigirin.” 
 
'KESÊN KU ŞENGALÊ DIPARÊZIN ZAROKÊN ŞENGALÊ NE'
 
Îbrahîm, anî ziman ku PDK bi ketina Şengalê re armanc dike ku aramiya heyî tune bike û wiha got: “Ji şoreşa Mela Mistefa Barzanî heya niha, li ser vî gelî komkujî pêk tên. Em êdî naxwazin ku em bi komkujiyeke din re rûbirû bimînin. Ew kesên ku xiyanet li me kirin, em wan qebûl nakin. Wan rê li ber DAIŞ'ê vekirin û Şengal firotin. Niha li Şengalê hêzên Haşdî Şabî, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) hene. Ev hêz parastina gelê Şengalê dikin. Gotinên ‘li Şengalê hêzên cuda hene’ derew in. PKK'ê di sala 2018'an de, li vir bi awayekê fermî xatirê xwe ji gel xwest û ji Şengalê derket. Ev hinceta PKK'ê ne rast e. Niha li vir tenê hêzên YBŞ û YJŞ’ê hene. Ev jî ji keç û xurtên ciwanên Êzidiyan pêk tên. Xelkê Şengalê niha di nava aramî û baweriyekî de ye. Heta ku carek din ev hêzên leşkerî fermanek din nedin, li Şengalê wê aramî hebe. Kesên ku Şengalê diparêzin zarokên Şengalê ne. A ditir jî, hêzên Haşdî Şabî hene. Ev rêxistin jî, bi xelkê Êzidiyan pêk tê. Ev hêz hêzeke fermî ya Iraqê ye. Bila van nekin hincet."
 
'ARMANCA PDK'Ê EW E KU ŞENGALÊ VEGERÎNE 2014'an'
 
Îbrahîm, da zanîn ku Tirkiye-PDK dixwazin bi dagirkirina Şengalê pergala ku ji aliyê hêzên demokratîk ve hatiye avakirin ji holê rabike û wiha bilêv kir: “Em li her derê helwesta xwe didin diyar kirin. Ji beriya vê biryarê jî me ji rayedaran re ragihandi bû û me bi awayeke zelal gotibû ku biryarekî beyî gelê Şengalê nedin. Me ji îstîxbarata Iraqê re jî got ku ew biryara ku em tê de nebin, em qebûl nakin. Îro em xwediyên Şengalê ne û me seba vê axê bi hezaran şehîd dane. Îro me şeref û namusa Iraqê parastiye. Li hemberî dagirkirinê zarokên Êzidiyan berxwe dan û nehişt ku dijmin vê xaka pîroz dagir bike. Em wisa difikirin ku Iraq ji hêla PDK'ê, DYP û Tirkiyeyê ve hatiye xapandin. DYA dixwaze li ser Haşdî Şabî biryarek bide û hêzên xwe li vir bi cih bike. Armanca PDK'ê jî ew e ku vegere beriya 2014'an. Tirkiye jî, armanc dike ku li Şengalê sînorê xwe yê ku bi  peymana Lozanê bidest xistiye dubare dagir bike. Ev hêz Iraqê dixapînin. Dixwazin ku hikûmeta Iraqê bikeve nava şereke navxweyî.
 
'PDK SIYASETEKE DÎKTATORÎ DIDE MEŞANDIN'
 
Cîgerê Hevserokê Meclîsa Şengalê Heso Îbrahîm, di dwiya axaftina de banga tevahiya raya giştî ya cîhanê kir û wiha got: “Em bang li tevahiya cîhanê dikin. Birînên Şengalê yên ku hatine pêçandin dubare, neêşînin. Şengal hêj birîndar e. Birînên Şengalê kul in. Bila siyaseta xwe li ser birînên gelê Şengalê nedin meşandin. Ez li vir bang li tevahiya Kurd û Kurdistanê dikim, van lîstokên û xiyaneta PDK'ê bibînin. PDK'ê xiyanetê li gelê kurd dike. PDK naxwaze ku Kurdistanek xweser û azad bê avakirin. Siyaseteke diktatorî li ser kurdan dide meşandin. Helwesta me ya li dijî vê siyasetê aşkere ye. Em ê qebûl nekin û li dijî vê bisekînin.” 
 

Sernavên din

13/10/2020
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû
12:46 Danişîna xebatkarên TV10 hat taloqkirin
12:44 Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn
12:23 Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin
11:27 Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin!
11:10 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir
10:24 Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din
10:14 35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin
10:02 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
09:17 Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
09:17 Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket
09:16 Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin
09:15 Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?
09:14 Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we!
09:14 Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine
09:13 6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê
10:40 Li Agirê şer: Esker mir
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’