35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin

  • rojane
  • 10:14 13 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Mexdûrê êşkenceya salên 1984’an Mehmet Emîn Başaran bi darê zorê ji gundê xwe tê derxistin. Li qereqolê êşkence lê tê kirin û di 10 rojan de 12 diranên wî bi penseye dikişînin. 35 sal in bi êşkenceyê, zext û girtinan re rûbirû ye û bajêr bi bajêr koçber dibe. Başaran niha jî ji bo lawê xwe Îdrîs ê girtî ku nexweş e têdikoşe.  

 
Tê xwestin kêşeya kurd ne bi rêyên çareseriyê bi şer were çareserkirin. Ji sala 1984’an ve li bakurê Kurdistanê her şer bûye. Piştî sala 1984’an tê gotin 3 hezar gund hatin valakirin û şewitandin, 17 hezar û 500 kiryarên ne diyar qewimîn û bi hezaran niştecih ji warên xwe bi darê zorê hatin koçberkirin. Hêj bandorê vê yekê li ser îro dike. Di wê serdema nû şer dest pê kiribû û şer kûr dibû ji gundek hat valakirin jî gundê Êrkendê ya girêdayî navçeya Berweriya Sêrtê ye. Ji şêniyên gund Mehmet Emîn Başaran (Apê Şêro) mexdûrê êşkenceyê û koçberiyê ye. Esker di sala 1986’an de bi ser mala wî de digirin û wî binçav dikin û 10 rojan li qereqolê radigirin. Apê Şêro dibêje leşkerek bi navê Mustafa yê ji Dîlokê bû 12 diranên wî bi penseyê tên kişandin. Apê Şêro bi bîr dixe ku 35 sal in bajêr bi bajêr koçber bûn e. 
 
LI QEREQOLÊ ÊŞKENCEYA GIRAN 
 
Apê Şêro qala êşkenceya lê hatiye kirin kir û diyar kir ku dema êşkence lê tê kirin dayika wî û lawê wî Îdrîs diçin qereqolê û leşker heqaretê li wan dikin û got: “Serleşker Mustafa ji dayika min û lawê min re got ‘kurê we çû, hûn ê wî çarek din nebînin.’ Di wê kêliyê de ser û çavê min di nava xwînê de mabû û ji hişê xwe çûbûm. Pişt re di sala 1988’n de dewletê bi darê zorê min ji gundê min derxist. Me ewilî ji gund koçber kir û em çûn Edeneyê. Êşkence li kurê min Îdrîs hat kirin û di encamê de derket çiyê. Piştî ew çû zextên li ser mê zêdetir bûn.” 
 
EW Û DU LAWÊN XWE LI HEMAN QAWÎŞÊ DIMÎNIN 
 
Apê Şêro anî ziman ku lawê wî Îdrîs di sala 1994’an de di pevçûnekê de birîndar dibe û pişt re diçe Edeneyê û wiha got: “Haya me jê tune bû hatiye. Ez di girtîgehê de bûm min bihîst ku hatiye binçavkirin. Wî 21 roj li emniyeta Edeneyê di binçavan de hiştin. Pişt re wî şandin Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê. Piştî wîr jî anîn cem me. Ez û lawên xwe Îdrîs û Lokman di heman qawîşê de diman. Piştî 7 mehan Lokman hat berdan. Ez jî salek û nîv şûn ve hatim berdan. Îdrîs hêj girtî ye.” 
 
JI EDENEYÊ BER BI STENBOLÊ VE 
 
Apê Şêro destnîşan kir ku ji dosyeya ku ketibû girtîgehê pişt re ceza lê tê birîn û wiha got: “Polîs l min geriyan ku ez biçim qereqolê. Nîvê şevê ez û hevjîna xwe û keça min Mizgîn û lawê min Apo ji Edeneyê derketin û me berê xwe da Stenbolê. Ez û zarokên xwe 17 rojan li derve li parkê man. Pişt re me bi rêya nasên xwe malek dît. Piştî ku em hatin Edeneyê lawê min Lokman li Mêrsînê hat binçavkirin. Di wê navberê de nasek me ji Stenbolê diçû Edeneyê. Zarokên min din û du bûkên me li Edeneyê mabûn. Min ji wê nasê me re got bûkên me û zarokên min bîne Stenbolê. Sê rojan nêzî malê nebûye. Pişt re zarokên anî Stenbolê. Nasek me ji Êlihê hebû û me mala xwe bir cem wan.” 
 
LI STENBOLÊ JÎ REHETÎ NABE PARA WAN 
 
Apê Şêro da zanîn ku wî ji ber zextên polîsan rojek xweş û aram nedîtiye û ew li gelek navçeyên Stenbolê geriyaye û herî dawî li semta Yenîbosnayê ya Stenbolê bi cih bûye. 
 
LI GELEK GIRTÎGEHAN MAYE 
 
Apê Şêro destnîşan kir ku lawê wî Îdrîs ji bo şermezarkirina dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Ceyhana Edeneyê de xwe şewitandiye. Apê Şêro diyar kir ku girtiyên din mudaxile kirine û lawê wî Îdrîs ji şewitandinê rizgar kirine. Apê Şêro dibêje girtîgehek nemaye ku lawî wî Îdrîs lê negerandine û herî dawî 4 sal berê niha dibin Bûrsayê û niha ew li wir tê ragirtin. 
 
LAWÊ WÎ NEXWEŞÊ GIRAN E 
 
Apê Şêro destnîşan kir ku lawê wî Îdrîs 27 sal in girtî ne û nexweşînên wek dil, mîde, KOAH, rovî, epîlepsî, astim, guatr,  fitiqa pişt û stûyê pê re hene û ew nexweşê giran e û baş û têr nayê dermankirin. Apê Şêro got her çiqas carna lawê wî dibin nexweşxaneye û di her birin û anîna nexweşxaneyê ji lawê wî re veguheriye êşkenceyê. 
 
ZEXT DIDOMIN 
 
Apê Şêro destnîşan kir ku 35 sal in her cûre zext, zilm û êşkence li wan hatiye kirin û got: “Îro jî bi hemû dijwariya xwe zext, êşkence û zilm didome.” 
 
DAXWAZA WÎ YEKBÛN E 
 
Apê Şêro anî ziman ku tenê daxwaziyek wî heye û got: “Daxwaza min ew e ku kurd xwedî li hev derkevin. Heke em xwedî li hev derkevin belkî ev zext bi dawî bibin. Di heman demê ev ji bo me meseleya man û nemanê ye. Çimkî Tansû Çîller hat û got ‘Ya wê biqede ya wê biqede.’ Em bûn yek ew çû, em li vir man. Heke em xwedî li hev derkevin em ê tu demê neqedin.” 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

14/10/2020
12:05 HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin
11:52 Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê
11:25 Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin
11:25 Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin
09:16 Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome
09:15 Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye
09:15 Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin
09:13 Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin
09:13 Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de
09:12 ‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'
09:11 PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin
09:11 Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN
13/10/2020
23:59 'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e'
19:25 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:01 Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir
18:25 Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne
18:11 Lîstika kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera dike' hat qedexekirin
17:51 Hevseroka HDP'a Sûrê Hatûn Yildiz hat berdan
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû
12:46 Danişîna xebatkarên TV10 hat taloqkirin
12:44 Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn
12:23 Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin
11:27 Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin!
11:10 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir
10:24 Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din
10:14 35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin
10:02 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
09:17 Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
09:17 Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket
09:16 Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin
09:15 Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?
09:14 Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we!
09:14 Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine
09:13 6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin
14:43 KESK’ê serdana ajansa me kir
14:38 Serokê Baroya Rihayê: Gotinek em bêjin nema, parastin tê darizandin
14:37 Ji CHP’ê serdana piştevaniya HDP’ê
14:11 Kaçmaz girtina rojnamevanan bir rojeva Meclîsê
13:50 Akman ê AKP’yî 3 keçên xwe di saziyên cemaweriyê de bicih kir
13:31 Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ji her demê bêtir bi biryar in
13:02 Rêveberê berê yê HDP’ê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:01 Bersiva Babacan a ji bo îşkenceya helîkopterê: Îhtîmal jî karesat e
11:58 DÎB: Dewlet zemîna êrîşên nijadperest amade dike
10:31 Rojnamevanên hatin girtin bi muameleya dij mirovahî re rûbirû mane
10:28 Vurgun ê li Sûsûrlûkê rastî êrîşê hatibû, jiyana xwe ji dest da
10:02 Qeyûm parkeyên ku mehek berê danî dîsa rakir
10:01 Şaredarê Kîlîsê jiyana xwe ji dest da
09:05 Çerkezoglu: Tenê rêya çareseriyê yekîtî ye
09:05 Rêxistinên rojnamegeran: Îqtîdar ji rastiyan ditirse
09:04 Ji ber rîsk nikare perçeyê şarapnelê ji bedena xwe derxe
09:04 Keya bi hinceta di zeviya wî re derbas dibe rêya gund girt
09:02 Baroya Wanê: Em şahidê rojnamegeriya wan in
09:01 Qada şerê hêzên kurevî: Rojhilata Navîn
09:01 ‘Êrîşa li dijî Ermenistanê amadekariya şerê li dijî Îranê ye'
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2020'AN
11/10/2020
22:12 TJA'yê li Pîranê polîtîkayên şer û tecawizê niqaş kirin
21:22 'Ocalan bi şev û roj têdikoşe'
21:02 59 kes li Tirkiyeyê bi Covit-19 mirin
20:51 Hevseroka HDP'ê Çetîner: Gefa êrîşa zayendî li min xwarin
15:53 Bi artêşa parastvanên xwe re çû sedana karkerên nijadperestan êrîşî wan kiribûn
15:44 Ji xwişka Dokû îdîa: Waliyê berê û alîkarî wî dixwazin ser bûyerê bigirin
14:28 Vurgun yê rastî êrîşê hat, li nexweşxanê têkoşîn jiyanê dide
14:24 Li Şirnexê li hemberî Bolunmezê AKP’î êrîşa çekdarî pêk hat
14:15 Ocalan: Qedexeya telefonê bêehleq û bêqanûnî ye
14:15 Qeyûm xeta otobusê ya gel derxist îhalê
12:44 HDP: Em êrîşa li dijî xwezayê şermezar dikin
12:43 Adule Kardaş întîhar kir an kuştin?
11:18 Li dijî şerê Ermenistan-Azerbeycanê danezana aştiyê