MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin

  • rojane
  • 09:10 15 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED - MED-DER’ê ji bo perwerdehiya kurdî qeydên serdema nû da destpêkirin. Mamosteyê MED-DER’ê Murat Bîlgîç ji welatiyan xwest ku qeydên xwe çê bikin û beşdarî dersên wan ên online bibin. 

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya li cîhanê belav bûye, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dersên xwe li ser onlîne berdewam kirin. MED-DER ji bo serdema nû bi zaravayên kurdî yên kurmancî û kirmanckî di 15’ê Cotmehê (îro) de qeydên perwerdehiya bi kurdî da destpêkirin. Wê dersên asta destpêkê, ya yekemîn, ya duyemîn û ya sêyemîn bi bernameya zoomê li ser onlînê werin dayîn. Ji ber pêwistiyê wê ji bo şagirtên asta mamostetiyê ders rûbirû were dayîn. Ji bo dersa asta mamostetiyê de di çarçoveya tevdîrên koronayê de jî amadekarî hatine kirin. Dersên ku werin dayîn ji bo kesên temenê wan bi ser 18 salî re ne. Wê dîroka qeydan heta 15 rojan bidome û di 7’ê mijdarê de jî dest bi perwerdehiyê were kirin. 
 
Kesên bixwazin li ser hesabên medya civakî yên MED-DER'ê dikarin serî li qeydên dersan bidin. Endam û mamosteyê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç derbarê serdema nû ya perwerdehiyê de axivî. 
 
‘EM DIXWAZIN LI DERDORA KURDÎ KOM BIBIN’ 
 
Bîlgîç da zanîn ku ew dixwazin her kesên dixwazin beşdarî perwerdehiya kurdî bibin li derdora zimanê kurdî kom bikin û got: “Di encama qeydên werin girtin de kurdên dilxwaz kî hebin ku bi vê xebatê bihesin, li ku dera cîhanê bin bila bibin, bi rêya lînka ku em parve bikin dikarin qeyda xwe çêbikin. Em bi hev re zimanê xwe hîn bibin. Perwerde wê li ser bernameya zoomê bê dayîn. Kesên ku tevlî dibin tenê wê ji bo qeydê formê dagirin û bi telefonê û kompîturê dikarin beşdar bibin. Asta destpêkê ji bo kesên ku qet kurdî nizanin e, asta yekemîn ji bo ku yên kurmancî an kirmanckî dizanin lê perwerdehiya ziman ne dîtine ye, asta duyemîn ji bo ku kesên perwerdehiya asta yekemîn dîtine, asta sêyemîn jî ji bo kesên ku hemû kiteyên zimanê xwe, naveroka wî zanibin û bikaribin zimanê xwe bikar bînin e. Plansaziyên me yên pêşerojê ku ji bo zarokan atolyeyên ziman bidin destpêkirin hene. Bi rêya onlîne be jî em dixwazin ji bo kesên temenê wan di binê 18 saliyê de, 9 salî heta 16 salî atolyeyên ziman vekin. Lê em ê wê piştî ku qeyd biqedin û li gor derfetan çêbikin.”
 
EW LI BENDA ŞAGIRTAN IN 
 
Bîlgîç anî ziman ku ji bo saetên dersan daxwaza şagirtan zêdetir ji bo saetên êvarê heye û wiha got: “Her çiqas onlîne be jî di nava rojê de karê mirovan hene, nikarin bi roj tevlî bibin. Saet ji heştê êvarê heta saet dehê û heftiyê heft roj wê ders werin dayîn. Her pol heftiyê du rojan dê dersê bibîne. Lê heftiyê heft rojan jî wê bi polên cuda ders hebin. Lê di qeydan de daxwaza perwerdehiya bi roj jî hebe em ê ji wan re jî vekin.” Bilgîç da zanîn ku mamosteyên ku dersê bidin hejmara wan bi ser 35’an de ye û wiha domand: “Hejmara qeydên me çiqas bin li gor wê mamoste dê dersa bigirin. Heke daxwazeke zêde hebe ji xeynî mamosteyên me, mamosteyên ku em bi wan re di têkiliyê de ne jî hene û amadene ku beşdarî dersa bibin.”
 
SERLÊDAN DÊ LI SER MEDYA CIVAKÎ BÊN KIRIN 
 
Bilgîç destnîşan kir ku serlêdan dê li ser rûpelên wan ên dîjîtal çêbibin û got: “Dê di 15’ê cotmehê (îro) de lînka qeydan li ser rûpelên me yên medya civakî werin parvekirin û her roj jî dê were nûkirin. Di formê de tiştên pêwîst dadigirin û ji me re dişînin piştî ku şandin em ê wan li pola guncav bi cih bikin. Qeydên me wê 15 rojan bidomin pişt re em ê lînka xwe ya qeydan bigirin, li gor qeydên ku hatine polan dabeş bikin û mamosteyan amade bikin. Di nava hefteyekê de wê ev kar biqedin. Di 7’ê mijdarê de dersên me yên onlîne yên serdema nû wê dest pê bikin.” 
 
‘EM BI HEV RE ZIMANÊ XWE DEWLEMND BIKIN’ 
 
Bîlgîç bang li welatiyan kir ku kir ku li kîjan bajar an jî welatî bin bila qeydên xwe çêbikin, beşdarî dersên onlinê bibin û got: “Em dixwazin kurd fêrî zimanê xwe bibin û dewlemend bikin. Kerem bikin em bi hev re zimanê xwe dewlemend bikin.”
 
Navnîşana lînka serlêdanê wiha ye: 
 
MA / Fahrettîn Kiliç – Fethî Balaman 
 

Sernavên din

17/10/2020
09:09 'Îqtidarê wijdan û ehlaqê xwe li Kîlyosê li bin peyarêyan veşart'
09:08 Girtî Saçal: Ji bin banê qawîşê ava lexemê tê
09:08 Dest bi çêkirina bastêqê kirin
09:07 Destpêka zext û zoriyan Îmralî ye
09:06 ‘Baterî, ne qewet û masûlke ne'
09:06 Tenê ji bo muxalifan tuneye!
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2020'AN
01:10 Di lêpirsîna Kobaniyê de Kişanakê cardin girtin, li Yildirimê jî cezayê 'hepsa malê' birîn!
16/10/2020
20:31 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1812 kes jî pê ketine
18:43 Daxwaza ji bo girtina Mûsa Orhan hat redkirin
16:31 Parêzerê Mûsa Orhan, beriya dozger û dadger biryarê da
16:18 Li Wanê di 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne
15:54 Danişîna Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû dest pê kir
15:44 ‘Bila Mûsa Orhan were girtin’
15:34 Girtiyên Girtîgeha Mereşê li dijî binpêkirina mafan ketin grevê
15:27 Dayika Îpek: Heqê me ji wan re nehêlin
15:16 Îtîrazî girtina rojnamevanan hat kirin
15:11 Danişîna doza endezyar Cîhan Can hat taloqkirin
15:00 ‘Divê cenaze ji peyarêyê werin derxistin û ji malbatan lêborîn were xwestin’
14:41 Xebatkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:39 Bavê Bagatûr ê li ser sînorê Îranê birîndar bû: Dij hiqûqiye
14:33 ‘Di salên 90’î de cenaze winda dikirin, niha jî îşkence li wan dikin’
14:05 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:02 CÎSST'ê giliyên ku ji 114 girtîgehan kom kirin, kirin rapor
13:38 TSK'ê li Eyn Îsa xist: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
13:20 2 endamên SGDF’ê hatin binçavkirin
13:08 Şandeya CHP’ê serdana Ayhan Bîlgen kir
13:06 Gunay: Em ê bloka dijfaşîst mezin bikin
12:57 Dozgerê îdîanameya Kavala amade kir hat terfîkirin
12:36 Koca: Li Stenbol û Bûrsayê, hejmara pêketiyan zêde dibe
12:22 Li Erziromê jinek hat qetilkirin
12:14 Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn
11:05 TTB: Em ê li her qadê gotina xwe bêjin
09:31 Li Gabar û Cûdî şewat
09:15 Yekane hosteya jin a baxlemayê: Senem Arîn
09:14 Girtiyên ku xwestin qawîşên xwe biguherînin gardiyanan li wan xistiye
09:14 Makînîstê 50 salan: Pêdiviya me bi piştgiriyê heye
09:11 Rêveberiya AKP'î Şaredariya Çewligê xesirand: 20 milyon TL zirar
09:10 Navê navçeyan û gundan ên bi kurdî dinexşîne
09:09 'Dewletê nikaribû 2 mehan debara gel bike'
09:09 Li Marmarayê kampanyaya TJA'yê: Me dîtina zayendîparêz da ber lêpirsînê
09:08 Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2020'AN
15/10/2020
20:15 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi sê deveran ketiye
20:12 66 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:34 DBP: HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî
16:33 Danişîna rojnamevan Temîzkan ji bo biryarê hat taloqkirin
16:19 6 sal cezayê hepsê li Kok hat birîn
15:55 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:50 Ji bo Dokû xebata lêgerînê dîsa hat destpêkirin
15:35 Salvegera 8’emîn a HDP’ê hat pîrozkirin
15:21 Di bin navê ‘testa Kovîd-19’ de sewqî girtîgehên cuda kirin
15:01 Piştgirî dan Kûş ku li civîna meclisê axaftina wê hat astengkirin
13:54 Rêxistinên pîşeyî serdana piştevaniyê kirin
13:38 ‘Divê berjewendperest werin darizandin’
13:17 “Jimartina li ser pêya” li girtiyan ferz dikin
13:06 Ji bo Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê cezayê girtîgehê hat birîn
12:50 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafra derman nakin
12:38 Şahidê derbarê nûçegihanê me de ifade da li holê tuneye
12:01 Îdîaya di Girtîgeha Amedê de lingê girtiyekê şikandin…
12:01 Li 4 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:34 Ayhan Bîlgen ji doza Ozgur Gundemê bereet kir
11:33 Li Rihayê qeza: 13 jê karker 15 kes birîndar bûn
11:25 Di şewata Çemişgezegê de 4 mal şewitîn
10:34 Faîlê destdirêjiyê Orhan sibê dertê pêşberî dadger
09:56 HDP 8 salî ye
09:47 Gefa ‘tu yê serê xwe bitewînî’ li girtî xwarin e
09:11 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32'yan de ye
09:11 Ên xwezayê diparêzin tên cezakirin
09:11 Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê
09:11 Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê
09:11 ‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'
09:11 Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin
09:10 Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne
09:10 MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN
14/10/2020
22:38 Extiyar û astengdar jî di nav de gelek kes li Colemêrgê binçav kirin
21:11 9 hezar û 14 mirov li Tirkiyeyê bi Covîd-19'ê mirin
17:22 Kadrî Bagdû li ser gora xwe hat bibîranîn
16:50 Derket holê ku hemşîreya hatiye revandin hatiye qetilkirin
16:45 Tanrikûlû: Gelo wê destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn?
16:39 Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê
16:25 Dayikên aştiyê piştî 9 rojan derxistin edliyeyê
16:23 Adnan Bîlen: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêz in
16:13 Ji Walîtiya Stenbolê lêpirsîna ‘Bêrû’yê
16:07 Beştaş: Di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe çê dikin
15:43 Konseya Ewropayê: Girtina nûçegihanên MA’yê tehdîda di asta yekemîn de ye
15:21 Kadrî Bagdû hat bibîranîn: Bila lêpirsîn bi bandor bê kirin
15:06 Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên bi kurdî bên dayîn
15:05 Rojda Bariş a endama Komeleya Rosayê hat berdan
15:03 ÎHD’ê xwest ji bo bûyera penaberan lêpirsîna çalak were destpêkirin
14:50 Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin girtin
14:29 Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya ‘Bêrû’ da
14:08 Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin
13:42 Şandeya HDP’ê li cihên şewatê lêkolînan kir
13:27 Ji bo lêkolîna bûyera helîkopterê wê li benda encama lêpirsînê bê sekinandin
13:07 AYM: Hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziyê nîşan nade
12:58 Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin
12:51 Şertê ‘girtîgeha malê’ ya hevşaredar Dîken rabû
12:49 20 roj in 8 cenazeyan li morgê radiwestînin