DÎLOK - 3 kesên bi Hevseroka berê ya DBP’ê ya Dîlokê re hatibûn binçavkirin û girtin, di danişîna navberê de, hatin berdan.
3 kesên bi Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Dîlokê Fadîle Dîkîcî re, di 14’ê Mijdara 2019’an de, hatibûn binçavkirin û girtin, di danişîna navberê de, hatin berdan. ji aliyê dadgehê ve hatin berdan. Hevserok Fadîle Dîkîcî, rêveberê KURDÎ-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin Mehmet Zekî Demîr, rêveberê berê yê DBP’ê Emîn Kavak û siyasetmedarê bi navê Habat Gengeç ev 11 meh bûn li GirtÎgeha Tîpa H a Dîlokê dihatin girtin. Piştî ku derbarê wan de biryara berdanê hat dayîn, ji girtîgehê derketin.
Siyasetmedarekê 57 salî jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin û dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” girtibû. Yekemîn danişîna doza derbarê 61 kesan de hatibû vekirin,wê di 24’ê Mijdarî de, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bê dîtin.