NAVENDA NÛÇEYAN – TTB'ê daxuyand ku li Stenbolê bijîşk Salîh kanli ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye.
Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), daxuyand ku bijîşkekî din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye. TTB'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku bijîşk Salîh Kanli ku bijîşkê cih kar bûye ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye û ji bo malbat wî û xebatkarên tenduristiyê sersaxî xwest.