Şaredariya AKP'ê li Şirnexê li dijî endamên meclîsa HDP'ê kampanyaya reşkirinê da destpêkirin

  • rojane
  • 09:02 18 Cotmeh 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Têkildarî kampanyaya reşkirinê ya ku şaredariya AKP’ê li dijî endamên meclîsa şaredariya HDP’ê ya li bajêr daye destpê kirin, hevserokê Meclîsa Giştî ya  HDP’ê Şirin Kiliç axivî. Kilic, anî ziman ku şaredariya AKP'ê wan hedef nîşan dide û got: "Divê gelê me guh nede van lîstikan û neyê van lîstîkan."

 
Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2020'an de hema hema hemû şaredariyên navçeyên Şirnexê bi dest xist, piştî salek şûnda Şaredariya AKP'ê û endamên meclîsê, li ser medyaya civakî dest bi kampanyaya reşkirinê kirin. Endamên Meclîsê yên AKP'î bi taybetî li gundan dest vê kampanyayê kirine û ji gel re dibêjin; 'endamên Meclîsa HDP'ê li dijî her xizmeteke ji gel re dengê bikar nayînin.' Şaredariya ku her pêşniyar û xebatên Meclîsa HDP'ê ya giştî wekî xebatên xwe nîşan dide, li gundan li ser xebatên HDP'iyan  propagandaya xwe dide meşandin. Têkîldarî mijarê de Hevseroka Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Giştî ya Şirnexê Şirîn Kiliç axivî. Kilic, diyar kir ku li bajêr bi van lîstikan dixwazin HDP'ê li ber çavê gel reş bikin. 
 
'LI GUNDAN KAMPANYAYA REŞKIRINÊ DANE DEST PÊ KIRIN'
 
Kilic, bi bîr xist ku ew ji hêla şaredariyê ve wekî hedef tên nîşan dan û wiha axivî: "Me ji bo xizmeta gelê xwe tu carî gav paş ne avêtiye. Heya niha kîjan proje ji xîzmeta gel re be, me erê kiriye. Ji hilbijartinên şaredariyê ve heta roja me ya îro em gund bi gund digerin  û guh didin daxwaz û pirsgirêkên gelên xwe. Wekî endamên meclîsa HDP'ê, me di hemû xizmetên ji bo gundan hewce dike de deng daye û erêkiriye. Meha borî, me wekî Meclîsa Şaredariya ya Giştî li şaredariyê civîna xwe ya fermî li dar xist. Di wê civînê de du rojevên sereke hatin nîqaşkirin. Ya yekem projeyek bû ku ji bo pirsgirêka ava Şirnexê ku bi giştî bê çarser kirin. Ev projeyek pir mezin e. Ev proje di heman demê de projeyek piştgirî ya DKA'yê ye. Me ji bo vê projeyê jî dengê erê bi kar anî. Lê niha şaredariya AKP'ê li gundan li dijberî me kampanyaya reşkirinê daye dest pê kirin û ji gel re dibêje ku HDP ji vê projeyê re dengê na bikar anî ye. Ew gund bi gund digerin û dibêjin, 'Endamên Meclîsa  HDP'ê ji her projeyeke ji bo xîzmeta gel re dengê na bikartîne' bi vî awayî gel provoke dike. Projeyek nexweşxaneyê hebû. Yên ku dengê erê dan vê projeyê em bûn. Ji ber ku piraniya şaredariyê ya me ye, em gavek pêş de ne. Me li Cizîrê jî projeya nexweşxaneyê pêk anî. Fikra li Şirnexê pêk anîn jî, ya me bû. Ji bo vê projeyê, me got ku bila komîsyonek were damezrandin û li ser projeyê xebeteke cidî bê meşandin û pişt re bê erêkirin. Ji ber ku bajar dê bi çêkirina nexweşxaneyê re ber bi jêr ve biçe . Me nedixwest derbasbûna vê projeyê salekê an du be. Em hewl didin ku ev proje demdirêj be. Gelê  me çawa dixwaze bila wisa bê çêkirin. Me ev  ji şaredariyê re  ragihand ku divê xebatek ji hev cuda were meşandin.Yekem mijara rojeva me meha pêş pirsgirêka avê ya heyî ya gelê me ye. Em dixwazin projeyan pêşkêşî şaredariyê bikin, da ku çareser bikin."
 
'LI SER XEBATÊN ME PROPAGANDAYA XWE DIKIN'
 
Kilic, dest nîşan kir ku şaredariya AKP'ê li ser xebatên wan propagandaya xwe dike û wiha domand: "Ji xeynî vê, wekî Meclîsa Bajêr a giştî heya niha ji tu projeyên erênî re me dengê na bi kar ne aniye. Ew li bajêr lîstikên wiha didin meşandin. Lê hemû gelê me pratîka me dibînin. Zêdetirî salekê ye ku em di peywirê de ne û me projeyên mezin pejirandin. Bajarê tekstîlê li Silopî, bajarê tekstîlê li Şirnexê, kaniyên germî yên sereke Belkiz û projeyên kaniyên termal ên li Elkê fikrê me bûn. Li vir gelê herêmê debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Me projeya li ser mêşvaniyê pêşkêşî komîsyonê kir. Her wiha  pêşniyara me ev bû ku em li dora Çemê Dîcleyê ya li Cizîrê diherike şitlan biçînin. Me projeyên cûr bi cûr amade kirin. Gelê me jî vê yekê dibîne û dê neyê van lîstikan. Wekî Meclîsa Bajêr a Giştî, em vê kampanyaya qirêjkirinê ya li dijî me hatî destpê kirin qebûl nakin. Em tu caran pêşberî tu xizmetek ku ji gelê me re sûd werbigire nesekinîne. Piraniya Meclîsê di destê HDPê de ye. Ji vê aciz dibin. Ji bo vê dixwazin xebatên me reş bikin. Ji ber ku li gundê Avgamasya qadên  komirê hene. Darên mirovan hişk bûne û nexweşî dest pê kirine. Gel ji vê yekê nerehete. Dema ku me roja yekem dest bi kar kir, me ji şaredariyê re got ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li derveyî bajêr  qadeke komirê vekin. Pêşniyarên me ji bo vê çêbûn. Ev pêşniyarên me ji hêla walî û rêveberiya taybet ve hate qebûlkirin. Lê ev pêşniyara me ji aliyê şaredariyê ve nehat qebûlkirin. Li niha diçin gund  û dibêjin ku ev xebata me ye û bi vî awayî propagandaya xwe dikin." 
 
'DIVÊ GELÊ ME GUH NEDA VAN LÎSTÎKAN'
 
Kilic, herî dawî bang li gel kir ku neyên van lîstîkan û got: "Şaredariya AKP'ê her xebatek me wekî ku fikrê wan be, nîşan dide. Em ji her xizmeta gelê xwe re amade ne. Pêwîst e gelê me neyê van lîstikan. Ger gumaneke herî biçûk a gelê me jî hebe, bila werin şaredariyê, gilî û pirsgirêkên xwe ji me re vebêjin. Em jî wê gelê xwe bi belgeyên fermî ronî bikin. Divê gelê me guh nede van lîstikan û neyê van lîstîkan." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

20/10/2020
11:53 Ji 68 parlamenterên PE’yê name: Divê sûcên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bên lêkolînkirin
11:16 Di serdegirtina malê de, bi kuçikan êrîş kirin
11:15 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:15 Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin
10:40 ‘Li dinyayê 700 milyon însan hêj birçî ye’
10:07 Ji esnafan nirxandina krîzê: Aborî nemaye
10:01 Salih Muslim: Tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku gel bibin yek
10:00 Danişîna doza Tahîr Elçî piştî 5 salan sibê dest pê dike
09:12 Ji bo bîra civakî belgefîlma Heskîfe kişand
09:06 'Hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike'
09:06 Qeyûm wê budçeya îtfaiyeyê ji bo çêkirina kursên Qur'anê xerc bike!
09:05 17 sal in rêya dubleyî nehatiye temamkirin
09:05 Wê kursên zimanê kurdî di 24'ê Cotmehê de dest pê bikin
09:04 Li Otogara Amedê rewşa penaberan
09:04 Zilamê tundiya sistematik pêk tîne nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2020'AN
19/10/2020
20:03 75 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:59 Tê gotin li Girtîgeha Kirikkaleyê gardiyanan girtî Tûmay kuştiye
16:36 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr binçav kirin
16:25 Sevmîşa ku li dadgehê ji ser hişê xwe ve çû şandin girtîgehê
16:19 TTB û TPD: Dema ku kedkarên tenduristiyê têk biçin wê cihê wan neyê girtin
15:53 Ji bo 43 qurbaniyên serhildanên Kobanê 43 pêşnûme
15:36 Li Herêma Egeyê di 4 mehan de 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne
14:49 HDK: Îqtîdar ji bo hebûna xwe biparêze nijadperestiyê xistiye dewrê
14:49 Li Geverê şewat gihîşt gundan
14:30 Wêneyê Ocalan li kolanên Sûrê bi dûwaran ve hatin zeliqandin
14:14 Paylan: Budçeya Qesrê budçeya şer û hevalbendê wê ye
13:43 Ahmet Turk îfade da: Lêpirsînek siyasî ye
13:38 Leşkeran meşa karkerên madenê asteng kir
12:44 Polîsê ku pişta parêzera jin şikandibû: Yê di wêne de ez im
12:31 Parêzerên Şeker serî li îstînafê dan
11:55 Mujde Ar xelata xwe diyarî rojnamevanên girtî û Kavala kir
11:24 Ahmet Turk di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de îfade dide
11:07 Waliyê derket kontrola maskeyan maske bi kar nayne!
09:50 3 gundên Qersê kirin karantînayê
09:05 Başaran: Em seferberiya xweparastinê û rêxistinkirinê didin destpêkirin
09:05 Bi tehdîta ‘tu yê hêza dewletê bibînî’ li girtî dane
09:04 Dayikên 9 roj di binçavan de man: Têkoşîna me ya aştiyê dê bidome
09:04 ‘Heta ku kêşeya kurd çareser nebe, kêşeyên din çareser nabin’
09:04 Kenanoglû: Xwedî derketina HDP’ê xwedî derketina demokrasiyê ye
09:04 Bûrç: Peymana Şengalê wê rê li ber komkujiyên nû veke
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2020'AN
18/10/2020
20:59 Kongreya SES'ê bi dawî bû
20:44 Ersîn Tatar bû serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê
19:57 Li Tirkiyê 72 kesên din jî ji koronayê mirin
18:42 Bi hezaran kes beşdarî şahiya salvegera HDP'ê bûn: Em bernadin vê dîlan û meydanê
17:23 Ji bo Cîhan Erdal kampanya îmzeyan hat destpêkirin
16:27 Parêzerên Îpek Er: Ji bo Musa Orhan bê girtin heta dawî emê dozê bişopînin
15:39 Nexweşê epîlepsî li girtîgehê derket holê
15:10 Li herêmên operasyonê tevgereke zêde ya hewayî heye
14:49 Ozturk: Aştî bi Birêz Ocalan pêkane
14:30 Pasdaran kolberek din kuştin
14:02 Kongreya Giştî ya SES’ê bi hilbijartinê dewam dike
14:02 Rêxistinên ciwanan: Li ber zextan bersiva me têkoşîna hevpar e
12:57 'Dewletê biryara aştiyê xera kir'
12:30 Kalê 76 salî girtin
12:04 Li Egeyê bi pileya 4.3 erd hejiya
11:17 Li dijî wêneyê çarmend, berteka ‘bîrdoziya fermî ya dewletê ye’
11:03 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
10:37 ‘Cadeya bi xalî’ ya qeyûm di bin tozê de maye
10:10 Li Qersê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:08 'Bi taloqkirinê dixwazin doza Îpek Er bidin ji bîr kirin'
09:02 Şaredariya AKP'ê li Şirnexê li dijî endamên meclîsa HDP'ê kampanyaya reşkirinê da destpêkirin
09:02 Berpirsiyarê mirinên li sînor diqewimin dewlet e
09:02 Xwişka Gulîstan Dokûyê: Êdî bila Zaînal û malbata wî bên darizandin
09:01 Li Dersimê dêra ermeniyan pevre hatiye xirabkirin!
09:01 Mehmet Ocalan: Banga me ji bo hemû gelan e, tecrîd giran dibe
09:00 Çima operasyonên nelirêtiyê yên li Şaredariya Mêrdînê sekinîn?
09:00 Li Licê wextê mehseran
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN
08:25 Li Colemêrgê 2 kes hatin girtin
17/10/2020
19:40 71 kesên jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine
19:37 Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne
19:32 Bijîşkek din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
19:28 Der barê Yuksekdag û Demîrtaş de cardin biryara berdewamiya girtinê
16:20 Li Çiyayê Cûdî di encama gulebaranê de şewat derket
15:59 Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê: Bila ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin
15:54 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan zêde ne
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsî
15:31 Pisgirêka kurd wê bi Ocalan çareser bibe
15:11 Ji xizmên windayan şîroveya wêneyê çarmend: Wê welat her tarî bimîne
15:06 Karkerên madenê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:05 ÎHD: Zêdeyî milyonek koçberên Sûriyeyî bê qeyd in
14:36 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyek bi vîrûsa koronayê ket
14:20 ÎHD’ê têkildarî şewata Hatayê rapor amade kir: Dereng mudaxile kirin
14:19 Keça Fehmî Tosûn: Heta em nebêjin qediya wê neqede
13:53 MYK’a HDP’ê li Stenbolê civiya
13:29 Hevseroka DBP’ê ya berê hat berdan
13:20 HDK’iyan ji Hevberdevkê xwe Şenoglû re name şandin
13:10 TJA’yê atolyeya ‘parastina çewherî’ li dar xist
13:10 Li Wanê li 2 girtîgehan kota danîn ser avê
12:45 Avahiya PDK’ê ya li Bexdayê hat şewitandin
11:57 Li Êlihê xebatkareke tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:53 Karkerên madena Soma yên xwestin bimeşinê Enqerê hatin binçavkirin
11:50 ‘Cihê kesê winda got, li girtîgehê hat kuştin’
11:30 Jinên rojnameger di korîdora girtiyên edlî yên zilam de tên girtin
10:57 Rojnameger Ûgûr: Ji bo rûmeta pîşeya rojnamegeriyê em hemû bedêlan bidin
10:37 Li Mûşê kesek hat kuştin
09:57 Di hevdîtina kar de tundiya devkî li namzeta rojnameger hat kirin
09:56 Wê HDP ne ji bo qesrê ji bo gel budçeyê bixwaze