QERS - Ji ber şewba vîrûsa koronayê 3 gundên Qersê kirin karantînayê.
Ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) 2 gundên girêdayî navenda Qersê Karakaş, Arazoglû û gundê girêdayî navçeya Qaxizmanê kirin karantînayê. Waltiya Qersê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku ketin û derketina gundan qedexe kirin e.