Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin

img

ENQERE -  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku ew ê ji ber zext û êrîşan, dest ji pergala hevserokatiyê bernedin û got: “Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz, bi jinan re ava kirin.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîna Bûldan, di civîna Koma Jinan a Parlamentoyê de axivî. Di civîna koma HDP’ê de, dawîzên “Beymana Stenbolê dide jiyîn” ên bi kurdî û tirkî bi salonê ve hatin kirin. Parlamenterên jin ên HDP’ê jî, rûpoşên xemrî yên li ser “Peymana Stenbolê pêk bînin” nivîsandibû dan ber rûyê xwe. 
 
Bûldan di civînê axivî û bal kişand seer 8’emîn salvegera avakirina HDP’ê. Bûldan, diyar kir ku HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkan modela herî girînge û wiha axivî: “HDP’ê di demekê ku qezencên jinan dihat xespkirin û polîtîkayên dijminantiya li dijî jinan zêde dibû de, xwe weke partiya jinan îlan kir. HDP, xwedî mîrateya sedsalan a têkoşîna jinê derket û got; ‘li ser vê erdnîgariyê jin jî hene.’ Bi vî awayî jin anîn gel heve.”
 
‘SIYASETA JINÊ YA BI HÊZ’
 
Bûldan, asta têkoşîna jinan bibîrxist û wiha rêz kir: “Me siyaset û tekoşîneke bihêz a jinan derxist holê. Me pîvanên xwe yên azadixwaz, bi jinan re ava kirin. Em di her qadê de pergala hevserokatiyê xist meriyetê. Li dijî zayindperestiyê, HDP û siyaseta wê veguherî rengê jinê. Di hemû hilbijartinên welat de, di partiya me de jin bûn parlamenter û hevşaredar. Li tevahiya cîhanê, yekemîn car me di Parlamentoyê de, Koma Jinan ava kir. Vaye îro ev koma parlamentoyê, civîna koma jinên azad li dar dixe. Em jî di vê çarcoveyê de avakirina xwe silav dikin.”
 
'TIRSA WAN HERÎ MEZIN TÊKOŞÎNA JINÊ YE’
 
Bûldan, da zanîn ku tirsa herî mezin a desthilatdariyê têkoşîna jinê ye û wiha bilêv kir: “Ji ber vê tifaqa zilam a AKP û MHP’ê bi taybetî êrîşê têkoşîna jinan û destkeftiyên jinan dike. Bi pêkanînên xwe yên xespkar, armanc dikin ku pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev holê rabikin. Pergala hevserokatiyê di encama têkoşîna jinan de hatiye qezenckirin. Bi vê pergalê jin beşdarî pêvajoya siyasî û polîtîk dibin. Ji ber vê hevşaredarên me binçavkirin, ji peywirê girtin û kirin girtîgehan. Lê em baş dizanîn ku hevserokatî ne sûce. Mafê nûnertiya wekhev a jinê tu carî ne sûce. Yên ku dixwazin vê yekê ji holê rakin, bixwe sûc dikin. Operasyonên wan ên bêmaf û bêhiqûq sûcin. Em dixwazin bînin bîra kesên dixwazin hevserokatiyê rakin; Bi vê yekê hûn di heman demê de, îdîanmeyên xwe û dosyayên xwe yên sûc amade dikin. Bi rastî jî hûnê li hemberî edaletê hesab bidin jinan. Teqez emê van rojan bibînin. Em li hemberî vê zordestiyê bêdeng nemînin. Em ê têkoşîna xwe ya îtîrazê mezintir bikin. Teqez emê hesap ji dagirkeran bipirsin. Çawan ku me dest ji jiyanê berneda, emê wisan jî dest ji pergala hevserokatiyê bernedin. Emê vî welatî, teslîmê yek serokatiyê nekin.” 
 
BANG LI JINAN KIR
 
Bûldan, banga “em bibin yek” li hemû jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêza guhertine û cesareta tê xwestin, bêguman li gel me heye. Hêza derbaskirina siyaseta zilam, li gel me jinane. Çi dema ku em jin li dijî vê tifaqa zilam a faşîst bibin yek, wê demê dê jiyan qezenc bike, azadî pêk bê, paşeroj wê qezenc bike û hemû welat dê qezenc bike. Rizgarî bi hêz û biryardariya jinê ve girêdayî ye. Çi dibe bila bibe, teqez em ê vê yekê bi ser bixin û em necarin bi ser bikevin.” 
 

Sernavên din

22/10/2020
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin
14:11 Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest
14:07 ‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’
13:53 Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin?
13:48 Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye
13:24 Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin
13:24 Girtiyê di qarantînayê de derp kirin
13:12 ‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’
12:56 DAD’ê nivîsên nîjadperest ên li Pendîkê şermezar kir
12:46 Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir
12:41 Li Amedê, polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyê de girtin
12:23 Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne
11:51 Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn!
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin
10:33 HDP: Sedema mirina penaberan polîtîkayên dewletê ne
09:58 HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê agir derket
09:16 Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin
09:14 'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'
09:13 Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne
09:13 'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere'
09:12 ‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'
09:11 Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan
09:11 Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin
09:10 Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin
09:09 Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN
21/10/2020
20:33 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:30 Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê ji peywirê girtin
17:07 Birayê din jî jiyana xwe ji dest da
17:06 Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike
16:52 Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû
16:27 Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Amedê bike
15:51 Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin
15:44 Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an
15:40 Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin
14:57 TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev
14:37 Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin
14:31 Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin
14:30 DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike
14:24 Li Şirnexê 3 kes hatin berdan
14:01 Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin
13:49 Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin
13:32 HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê
13:28 Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne
13:18 Li Amedê jinek hat qetilkirin
13:17 Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû
12:58 Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin?
12:46 Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin
12:34 Li Wanê hezar û 500 roj in qedexe didome: AKP qedexeyan guhdar nake
12:16 Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin
11:45 Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan
11:37 Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê
11:17 Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir
10:48 TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe
10:28 Erdê çandiniyê werguherî sergo
10:28 Ew şewat qet netefiya
10:17 Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin
09:48 25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
09:25 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket
09:24 Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite
09:23 Karneya çapemeniyê ya 18 salên AKP'ê: Binçavkirin, girtin, sansûr û reşkirin
09:23 Estûkyan: Rol û rista Koma Mînksê aştî ye, lê pratîka wê şer e
09:21 Li Xarpêtê pirtûkan nadin girtiyan
09:21 Şaredariya HDP'î bi 60 hezarî çêdikir, lê qeyûm bi 400 hezar TL'yî çêdike
09:20 9 sal derbas bûye: Ji bo me her roj erdhej e
09:19 'Me guh li wezîr kir, niha hema bibêje me top avêtiye'
09:19 Bi kurdî danasîna wesayîtan dike
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'AN
20/10/2020
22:17 Panzêran li Efrînê 2 zarok eciqandin
20:47 SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:39 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 9 hezar û 445
18:00 Dadgehê danişîna doza Hozan Canê taloq kir
16:57 HDP’e serdana ajansa me kir
16:23 Guven: Pêwiste êdî mîmarê aştiya bi rûmet azad bibe
15:41 Mudaxaleyî şewata li Geverê nayê kirin
15:36 Dayikên Laçikspî hatin beraetkirin
15:35 TMMOB: Em ê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe
15:08 Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
14:48 Navê Ozgur Gundemê ji qeyûm re giran hat!
14:48 Piştî hedef nîşandanê derbarê Tosûn de lêpirsîn hat despêkirin
14:37 Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin
14:14 Li Girtîgeha Xarpêtê 9 girtî bi koronayê ketin
13:47 Dozger xwest 19 parêzer werin cezakirin
13:30 Rojnameger Bîlen: Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin
13:23 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
13:08 ‘Divê failên Elçî bêceza nemînin’
12:22 Li girtîgeha Amedê gelek girtî sewq kirin
12:17 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr hat berdan
12:14 Parlamenterên HDP’ê: Haya xelkê ji veguherîna bajarvaniyê nîne
12:02 Li Rojava kongreya jinan