STENBOL - Dagdehê danişîna Hozan Canê ku bi îdiya "alîkariya rêxistinê kiriye" tê darizandin, taloq kir.
Îro danişîna 3'yem a doza Hozan Canê (Saîde Înanç) li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yem a Edîrneyê hat lidarxistin. Hunermen Canê bi îdiaya ku "alîkariya rêxistinê kiriye" tê darizandin. Canê û parêzerê xwe tevli danişînê bûn.
Di danişînê de piştî tespîtkirina nasnameyê, Canê axivî. Canê tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekirin. Dû re parêzerê wê axivî û doza beraeta muwekîla xwe kir.
Piştî parêziyan heyeta dadgehê jî biryara xwe aşkere kir û danişînî taloqî 9'ê Sibata 2021'ê kir.