Ew şewat qet netefiya

  • rojane
  • 10:28 21 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED – Beriya Licê were şewitandin, generale bi navê Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Piştî kuştinê li Licê komkujî pêk hatibû. Bi ser Komkujiya Licê re 27 sal derbas bûn. Ji şahidê komkujiyê mamosteyek dibêje “Min di jiyana xwe de hovîtiyek wiha nedîtiye. Ew şewat hêj di dilê min de ye.” 

 
Rûpelên salnameye 22’ê cotmeha 1993’yan dida nîşandan. Serê sibehek înê bû. Ji nişke ve dengê sîlehan li navçeya Licê ya Amedê bilind bû. Şêniyên navçeyê ewqas hînî dengê çekan bûbûn, kes paxava xwe pê nekir. Her ku çû dengên sîlehan zêdetir bû. Vê carê helikopter li esmanên navçeyê difiriyan. Di kêliyên pêş de lûleyên topan dabûn ser gundê Dêrxûstê yê dikeve başûrê Licê û hatibû topbarankirin. Piştî demekê hatibû ragihandin ku Fermendarê Cendirmeyan ê Licê Bahtiyar Aydin bi sûkastekê hatiye kuştin. 
 
4 JÊ ZAROK 15 SIVÎL HATIN QETILKIRIN 
 
Piştî kuştina Aydin, dûmana reş ji navçeyê dikişiya û li esmanên Licê belav dibû. Li Licê bûyeran sê rojan berdewam kir. Di bûyeran de Sûna Canturk a yek salî, Dilbirîn Canturk a 3 salî, Huseyîn Canturk ê 11 salî, Emîne Kiraç a 8 salî û eskerek di nav de bi giştî 16 însanan jiyana xwe ji dest da. 401 mal û 242 kargeh hatibûn şewitandin. 
 
Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel derbarê kuştina Bahtiyar Aydin de gotibû “Me bi guleyek qezayê fermandar winda kir.” Serokwezîra wê demê Tansû Çîler û Denîz Baykal xwestin biçin navçeyê lê polîs û leşkeran nehiştibû bikevin navçeyê. Dewletê digot Bahtiyar Aydin ji aliyê PKK’ê ve hatiye kuştin, lê piştî bûyerên li navçeyê PKK’ê daxuyanî dabû û ragihandibû ku tu eleqeya wê bi kuştinê re nîne. 
 
Di heman salê de kesek di nava rêxistina paramîlîter a bi navê “Çeteya Geverê” de cih digirt di îfadeyên xwe de gotibû “Aydin ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hatiye kuştin.” Tevî van beyanan jî Serfermandariya Cendirmeyan îdiayan red kir û PKK’ê bi sûîkasta Aydin sûcdar kir. 
 
Tevî bi dehan şahidên bûyerê jî Komkujiya Licê nehat lêpirsînkirin. Di sala 1996’an de Mehmet Emîn Ozkan ê ji Licê bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” hat girtin û têkiliya wî bi bûyera Licê ve hat girêdan û leşkeran wî kir kiryarê komkujiyê.
 
ROJA KOMKUJIYÊ LI MÊRSÎNÊ BÛYE 
 
Beriya Komkujiya Licê di sala 1992’an de Mehmet Emîn Ozkan û malbata xwe ji ber gundê wan Sîsê hatibû şewitandin ewilî koçî Edeneyê û ji wir jî koçî Mêrsînê kiribû. Bi darê zorê kirin ku du kes li ser Ozdan îfade bidin. Tevî ku ew îfade paş de hatin kişandin jî bi îdiaya kuştina fermandar Bahtiyar Aydin cezayê heta muebetê yê girankirî lê hat birîn. Ozkan li gel temenê xwe yê extiyar û gelek nexweşînên xwe jî girtî ne. Her çiqas li ser îfadeyên îtîrafkaran derket holê ku Ozdan ne sûcdar e jî lê dîsa nayê berdan. Roja ku komkujî pêk tê jî Ozkan li Mêrsînê bûye. 
 
‘ESKERÊN DERKETIN OPRESYONÊ NAVÇEYÊ ŞEWITANDIN’ 
 
Derbarê bûyerên Licê de di sala 2013’an de doz hat vekirin û du bersûcên ne girtî jê hatin darizandin. Şahidên di danişînên dozê de hatin guhdarkirin û gelek rayedarên fermî yê wê demê li navçeyê wezîfedar bûn digotin roja 22’ê Cotmeha 1993’yan li Licê tu şer tune bû û rûxandina li navçeyê pêk hat ji aliyê “eskerên derketin operasyonê ve” pêk hatiye. Doza li Amedê dihat lidarxistin bi hêceta “ewlehiyê” ewilî sewqî Eskîşehîrê û pişt re jî sewqî Îzmîrê hatibû kirin. 
 
Ji bersûcan Tunay Yanardag krîza dil derbas kir û bersûc tenê Eşref  Hatîpoglû ma. Dadgeha Îzmîrê ya ku li dozê dinêre di danişîna kanûna 2018’an de derbarê vî tekane bersûcî de jî biryara beraetê da. 
 
ÇELEBÎ: KIRYARÊN ESASÎ TÊN PARASTIN 
 
Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan, Serdar Çelebî diyar kir ku derbarê bûyera Licê de lêpirsînek çalak nehatiye kirin û tiştên qewimîn bi wêrekî nehatiye nîqaşkirin. Çelebî anî ziman ku dewlet dixwaze ser bûyera 16 kesan têde jiyana xwe ji dest bigire û ji bilî Ozkan tu kiryarek nehat dîtin û kiryarên esasî tên parastin. Çelebî da zanîn ku li gel tu sûcdariya miwekîlê wî Mehmet Emîn Ozkan nîne jî lê mehkeme ditirse û wî bernade. 
 
Kurê Mehmet Emîn Ozkan, Mahmût Ozkan jî destnîşan kir ku bavê wî 24 sal in bi neheqî tê girtin û got: “Li sûcdarek digeriyan kesî nedîtin, bavê min bijartin.” 
 
‘EW ŞEWAT HÊJ DI DILÊ MIN DE YE’ 
 
Gelek şahid hene ku dizanin li Licê şewatê çawa dest pê kiriye. Yek jivan jî Mahmût Cantekîn ê wê demê li Licê mamoste bû. Şahidê bûyerê Cantekîn wiha dibêje “Ew şewat hêj di dilê min de ye. Bi çar hawîrdor şewat hebû û gule dibariyan. Ez çend caran bi mirinê rûbirû mam. Min di jiyana xwe de hovîtiyek wiha nedîtiye. Rayedarên dewletê li şûna parastina mal û milkê bikirina, lê agir berî malê xelkê didan.” 
 
‘HÊJ LI BER ÇAVÊ MIN E’ 
 
Yek ji şahidên bûyerê Şiyar Kaymaz e ku wê demê 13 salî bûye. Kaymaz diyar kir ku tiştên qewimîn hêj li ber çavên wî ne û got: “Min qet ji bîr nekiriye. Qîrîn û hawar hebû. Em di kêliya bûyerê de li dibistanê bûn. Mamosteyê me wê rojê me baş parast. Dibistan û derdora wê dihat bombebarankirin. Mamosteyan me daxistibû jêrzemînê. Eskeran xelkê navçeyê kom kiribû û wê derê kiribûn mîna Kampa Naziyan. Tekane xelasiya ji travmaya wê komkujiyê ew e ku kiryar werin cezakirin. Lê em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.”
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Fethî Balaman
 

Sernavên din

22/10/2020
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin
14:11 Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest
14:07 ‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’
13:53 Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin?
13:48 Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye
13:24 Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin
13:24 Girtiyê di qarantînayê de derp kirin
13:12 ‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’
12:56 DAD’ê nivîsên nîjadperest ên li Pendîkê şermezar kir
12:46 Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir
12:41 Li Amedê, polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyê de girtin
12:23 Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne
11:51 Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn!
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin
10:33 HDP: Sedema mirina penaberan polîtîkayên dewletê ne
09:58 HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê agir derket
09:16 Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin
09:14 'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'
09:13 Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne
09:13 'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere'
09:12 ‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'
09:11 Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan
09:11 Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin
09:10 Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin
09:09 Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN
21/10/2020
20:33 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:30 Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê ji peywirê girtin
17:07 Birayê din jî jiyana xwe ji dest da
17:06 Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike
16:52 Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû
16:27 Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Amedê bike
15:51 Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin
15:44 Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an
15:40 Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin
14:57 TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev
14:37 Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin
14:31 Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin
14:30 DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike
14:24 Li Şirnexê 3 kes hatin berdan
14:01 Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin
13:49 Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin
13:32 HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê
13:28 Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne
13:18 Li Amedê jinek hat qetilkirin
13:17 Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû
12:58 Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin?
12:46 Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin
12:34 Li Wanê hezar û 500 roj in qedexe didome: AKP qedexeyan guhdar nake
12:16 Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin
11:45 Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan
11:37 Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê
11:17 Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir
10:48 TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe
10:28 Erdê çandiniyê werguherî sergo
10:28 Ew şewat qet netefiya
10:17 Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin
09:48 25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
09:25 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket
09:24 Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite
09:23 Karneya çapemeniyê ya 18 salên AKP'ê: Binçavkirin, girtin, sansûr û reşkirin
09:23 Estûkyan: Rol û rista Koma Mînksê aştî ye, lê pratîka wê şer e
09:21 Li Xarpêtê pirtûkan nadin girtiyan
09:21 Şaredariya HDP'î bi 60 hezarî çêdikir, lê qeyûm bi 400 hezar TL'yî çêdike
09:20 9 sal derbas bûye: Ji bo me her roj erdhej e
09:19 'Me guh li wezîr kir, niha hema bibêje me top avêtiye'
09:19 Bi kurdî danasîna wesayîtan dike
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'AN
20/10/2020
22:17 Panzêran li Efrînê 2 zarok eciqandin
20:47 SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:39 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 9 hezar û 445
18:00 Dadgehê danişîna doza Hozan Canê taloq kir
16:57 HDP’e serdana ajansa me kir
16:23 Guven: Pêwiste êdî mîmarê aştiya bi rûmet azad bibe
15:41 Mudaxaleyî şewata li Geverê nayê kirin
15:36 Dayikên Laçikspî hatin beraetkirin
15:35 TMMOB: Em ê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe
15:08 Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
14:48 Navê Ozgur Gundemê ji qeyûm re giran hat!
14:48 Piştî hedef nîşandanê derbarê Tosûn de lêpirsîn hat despêkirin
14:37 Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin
14:14 Li Girtîgeha Xarpêtê 9 girtî bi koronayê ketin
13:47 Dozger xwest 19 parêzer werin cezakirin
13:30 Rojnameger Bîlen: Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin
13:23 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
13:08 ‘Divê failên Elçî bêceza nemînin’
12:22 Li girtîgeha Amedê gelek girtî sewq kirin
12:17 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr hat berdan
12:14 Parlamenterên HDP’ê: Haya xelkê ji veguherîna bajarvaniyê nîne
12:02 Li Rojava kongreya jinan