ŞIRNEX – Li Şirnexê ji kesên ku bi serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan.
Di 18’ê cotmehê de polisan li Şirnexê bi ser malan de girtibûn û welatiyên bi navê Nebî Ûysal, Cîhat Basan, Zîşan Basan, Dîlan Basan, Mahmût Belge û Hasan Belge hatibûn binçavkirin.
Nebî Ûysal, Mahmût Belge û Hasan Belge piştî gotindayînên xwe yên li Miduriyeta Polisan a Şirnexê di 19’ê cotmehê de hatibûn berdan.
Îro jî Cîhat Basan, Zîşan Basan û Dîlan Basan ku derketibûn edliyeyê, piştî gotin dayînên xwe yên li dozgeriyê hatin berdan.
Hat hînbûn ku her şeş kes jî li ser ‘îxbarê’ hatine binçavkirin.