Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin

  • rojane
  • 15:51 21 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED – Şandeya dadgeha doza Tahîr Elçî destûr neda Turkan Elçî biaxive. Dadgehê biryara daxwaza reda dadgerî ya parêzerên Elçî da û daxwazê şand Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn û danişînê taloqî 3’yê Adara 2021’an kir. 
 
Danişîna ewil a doza derbarê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûra Amedê de hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê hat lidarxistin. Di danişînê de 3 polîs bersûc S.T., F.T. û M.S. bi rêya pergala deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Hevjîna Elçî, Turkan Elçî û bi dehan pararêzer û gelek serokên baroyan danişînê şopandin. 
 
MAFÊ AXAFTINÊ NEDAN TURKAN ELÇΠ
 
Piştî navbera nîvor ya dozê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin mafê axaftinê xwest. Serokê dadgehê bi hêceta bêdesûr mafê axaftinê hatiye xwestin hişyariya dê Aydin derxin derveyî eywana danişînê kir. Li ser vê yekê parêzer Mehmet Emîn Aktar daxwaza reda dadgerî kir. 
 
Pişt re Turken Elçî a muştekî mafê axaftinê xwest û got: “Ez dixwazim hûn wê nezaketa ku ramanên xwe bêjim û ji dozê çi dixwazim guhdar bikin. Heta ez hatim vir jî baweriya min ji bo we tam bû.” 
 
Serokê dadgehê hişyarî da Turkan Elçî jî ku wê ji eywana danişînê were darxistin. 
 
‘EM DIXWAZIN SÛCDARÊN RASTEQÎN WERIN TESPÎTKIRIN’ 
 
Parêzerên malbata Elçî gotin: “Darizandina ceza dîsîplîna raste rast mafê mirovan eleqedar dike ye. Em ji we daxwaza ne bersûc, lê bi rastî jî kesên vê planê amade kirine û sûcdarên esas werin tesptîtkirin dixwazin.”
 
Parêzer Orhan Kemal Cengîz jî ji ber mafê axaftinê nedan Turkan Elçî xwest biryara daxwaza reda dadgerî ya tevahiya parêzeran were dayîn. 
 
Dadgeh ji nirxandina daxwaza reda dadgerî reviya û destnîşan kir ku ew ê biryara tevahiya parêzeran ji danişînê derbixe da û parêzeran hişyar kir. 
 
‘KES NIKARE ME JI VAN EYWANAN DERBIXE’ 
 
Mehmet Emîn Aktar di vê kêliyê de axivî û got: “Em dibêjin ku di vê qonaxê de mafê me yê daxwaza beşdariyê heye. SEGBÎS heta ne ji neçarî be, li dijî rêgeza rûbirûbûnê ye. Pêwîste reng û rûyê bersûcan were dîtin. Heta îro tu dadger û dozgerî nikaribûne min ji danişînek derbixin, îro jî ez derxistina ji vê danişînê qebûl nakim. Lê belê em dikarin li ser îradeya xwe derkevin. Şandeya Dadgehê dixwaze bê me darizandinê bike. Ji ber ku şandeya dadgehê bêteref û neserbixwe tevdigere, em daxwaza reda dadgerî dikin.” 
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin xwest tespîta ku reng û rûyê bersûcan bi rêya SEGBÎS’ê nayê xuyakirin were kirin. Lê belê dadger mafê Aydin birî. Dadger piştî nîqaşan dest bi guhdariya daxwazên reda dadgerî ya parêzerên muştekî kir. 
 
POLÎS DI KORÎDORÊ DE HATIN BICIHKIRIN 
 
Li eywana danişînê di navbera parêzer û şandeya dadgehê de nîqaşên tund derketin û di vê kêliyê de polîsên hêzên çevîk ên bi mertal taqviyeyî kîrodorê hatin kirin. Li korîdorê nêzî 60 polîsên bi mertal hatin amadekirin. 
 
‘DOZNAME BI NAKOKIYAN TIJE YE’ 
 
Di danişînê de ji parêzerên malbata Elçî, Nahît Eren diyar kir ku dadgeha ku di cotmeha 2015’an de biryara girtina Tahîr Elçî da vê şandeya dadgehê jî wîjdanê xwe girtiye û tevger dike. Eren bertek nîşanî destûr nedayîn axaftina Turkan Elçî da. 
 
Parêzerê muştekî Mahsûnî Karaman jî destnîşan kir ku divê beriya her tiştî dadgeh doznameya tije nakokî qebûl nekira û got: “Bi doznameyek ya di vir de ye ya jî di wir de ye darizandin nayê kirin. Ez daxwaza reda dadgerî dubare dikim.” 
 
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN 
 
Şandeya dadgehê bi hêceta ku di mijara reda dadgerî de Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Amedê biryar bide û qeydên SEGBÎS’ê werin deşîfrekirin biryar da û danişînê taloqî 3’yê Adara 2021’an kir.
 
Piştî taloqkirina dozê, şandeya parêzeran, siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan û Turkan Elçî li ber Dadgeha Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
AYDIN: EM Ê JI BO DOZÊ LI BER XWE BIDIN 
 
Ewilî Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivî, behsa hûrguliyên danişînê kir û helwesta şandeya dadgehê şermezar kir. Aydin got helwesta dadgehê nayê qebûlkirin û bedela vê dozê çi dibe bila bibe ew ê heta sûcdarên rasteqîn dernekevin holê dê pêşiya vê dozê bernedin û li ber xwe bidin. 
 
TURKAN ELÇÎ YA AXAFTINA WÊ HAT ASTENGKIRIN, HEMAN AXAFTINÊ LI BER EDLIYÊ KIR 
 
Piştî Aydin, Turkan Elçî axivî û beyanên ku wê di danişînê de li rûyê şandeya dadgehê bixwenda û destûr nehat dayîn were xwendin ji çapemeniyê re xwend û bi raya giştî re parve kir. Elçî got ew hêvîdar e ku wê dadger guh bide van beyanên ku amade kiriye. 
 

Sernavên din

22/10/2020
09:13 'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere'
09:12 ‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'
09:11 Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan
09:11 Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin
09:10 Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin
09:09 Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN
21/10/2020
20:33 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:30 Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê ji peywirê girtin
17:07 Birayê din jî jiyana xwe ji dest da
17:06 Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike
16:52 Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû
16:27 Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Amedê bike
15:51 Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin
15:44 Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an
15:40 Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin
14:57 TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev
14:37 Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin
14:31 Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin
14:30 DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike
14:24 Li Şirnexê 3 kes hatin berdan
14:01 Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin
13:49 Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin
13:32 HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê
13:28 Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne
13:18 Li Amedê jinek hat qetilkirin
13:17 Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû
12:58 Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin?
12:46 Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin
12:34 Li Wanê hezar û 500 roj in qedexe didome: AKP qedexeyan guhdar nake
12:16 Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin
11:45 Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan
11:37 Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê
11:17 Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir
10:48 TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe
10:28 Erdê çandiniyê werguherî sergo
10:28 Ew şewat qet netefiya
10:17 Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin
09:48 25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
09:25 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket
09:24 Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite
09:23 Karneya çapemeniyê ya 18 salên AKP'ê: Binçavkirin, girtin, sansûr û reşkirin
09:23 Estûkyan: Rol û rista Koma Mînksê aştî ye, lê pratîka wê şer e
09:21 Li Xarpêtê pirtûkan nadin girtiyan
09:21 Şaredariya HDP'î bi 60 hezarî çêdikir, lê qeyûm bi 400 hezar TL'yî çêdike
09:20 9 sal derbas bûye: Ji bo me her roj erdhej e
09:19 'Me guh li wezîr kir, niha hema bibêje me top avêtiye'
09:19 Bi kurdî danasîna wesayîtan dike
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'AN
20/10/2020
22:17 Panzêran li Efrînê 2 zarok eciqandin
20:47 SÎHA'yên Tirkiyeyê êrîş birin ser Dêrikê: 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:39 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 9 hezar û 445
18:00 Dadgehê danişîna doza Hozan Canê taloq kir
16:57 HDP’e serdana ajansa me kir
16:23 Guven: Pêwiste êdî mîmarê aştiya bi rûmet azad bibe
15:41 Mudaxaleyî şewata li Geverê nayê kirin
15:36 Dayikên Laçikspî hatin beraetkirin
15:35 TMMOB: Em ê destûr nedin ku Rezan wekî Sûrê bibe
15:08 Şaredarê Şirnexê yê berê Ahmet Ertak li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
14:48 Navê Ozgur Gundemê ji qeyûm re giran hat!
14:48 Piştî hedef nîşandanê derbarê Tosûn de lêpirsîn hat despêkirin
14:37 Bûldan: Em ê dest ji hevserokatiyê bernedin
14:14 Li Girtîgeha Xarpêtê 9 girtî bi koronayê ketin
13:47 Dozger xwest 19 parêzer werin cezakirin
13:30 Rojnameger Bîlen: Ji ber ku me sûcdar nivîsandin em hatin girtin
13:23 Danişîna rojnameger Kaya hat taloqkirin
13:08 ‘Divê failên Elçî bêceza nemînin’
12:22 Li girtîgeha Amedê gelek girtî sewq kirin
12:17 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr hat berdan
12:14 Parlamenterên HDP’ê: Haya xelkê ji veguherîna bajarvaniyê nîne
12:02 Li Rojava kongreya jinan
11:53 Ji 68 parlamenterên PE’yê name: Divê sûcên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bên lêkolînkirin
11:16 Di serdegirtina malê de, bi kuçikan êrîş kirin
11:15 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:15 Partiyên Siyasî: Ji bo rantxwuriyê Nemrût tê betonkirin
10:40 ‘Li dinyayê 700 milyon însan hêj birçî ye’
10:07 Ji esnafan nirxandina krîzê: Aborî nemaye
10:01 Salih Muslim: Tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku gel bibin yek
10:00 Danişîna doza Tahîr Elçî piştî 5 salan sibê dest pê dike
09:12 Ji bo bîra civakî belgefîlma Heskîfe kişand
09:06 'Hiyerarşiya dewletê xwe bi nîjadperestiyê xweyî dike'
09:06 Qeyûm wê budçeya îtfaiyeyê ji bo çêkirina kursên Qur'anê xerc bike!
09:05 17 sal in rêya dubleyî nehatiye temamkirin
09:05 Wê kursên zimanê kurdî di 24'ê Cotmehê de dest pê bikin
09:04 Li Otogara Amedê rewşa penaberan
09:04 Zilamê tundiya sistematik pêk tîne nayê girtin
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2020'AN
19/10/2020
20:03 75 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
18:59 Tê gotin li Girtîgeha Kirikkaleyê gardiyanan girtî Tûmay kuştiye
16:36 Belavkarê rojnameyê Tûnçdemîr binçav kirin
16:25 Sevmîşa ku li dadgehê ji ser hişê xwe ve çû şandin girtîgehê
16:19 TTB û TPD: Dema ku kedkarên tenduristiyê têk biçin wê cihê wan neyê girtin
15:53 Ji bo 43 qurbaniyên serhildanên Kobanê 43 pêşnûme
15:36 Li Herêma Egeyê di 4 mehan de 4 hezar û 536 binpêkirinên mafan qewimîne
14:49 HDK: Îqtîdar ji bo hebûna xwe biparêze nijadperestiyê xistiye dewrê
14:49 Li Geverê şewat gihîşt gundan
14:30 Wêneyê Ocalan li kolanên Sûrê bi dûwaran ve hatin zeliqandin
14:14 Paylan: Budçeya Qesrê budçeya şer û hevalbendê wê ye
13:43 Ahmet Turk îfade da: Lêpirsînek siyasî ye
13:38 Leşkeran meşa karkerên madenê asteng kir