Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû

  • rojane
  • 16:52 21 Cotmeh 2020
  • |
img
ENQERE – Di danişîna doza Mûsa Anter û JÎTEM’ê de daxwaza rakirina kontrola edlî ya bersûc Hamît Yildirim, ji aliyê heyeta dadgehê ve hat redkirin. 
 
Danişîna 15’emîn a doza Mûsa Anter û JÎTEM’ê, li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Kurê Anter Dîcle Anter, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk û ji Navenda Bîrê çavdêra şopandinê faîlên diyar parêzer Esra Kiliç tevlî danişînê bûn. Her wiha bersûcê berdayî tê darizandin Savaş Gevrekçî û parêzerê xwe Hîkmet Îşler û parêzerê bersûcê Hamît Yildirim, Kaya Yelek jî li danişînê amade bûn. 
 
Piştî tespîtkirina nasmeyan û xwendina ewraqên ku li dosyayê zêde bûbûn, derbarê doza Ayten Ozturk ku dosya wê bi dosya Anter re hatibû yekkirin bersûc Mûstafa Başoglû ku li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Antalyayê peywirdar bû, hat guhdarkirin. 
 
BERSÛCAN NAS NEKIR
 
Bersûc Başoglû, bi kincên xwe yên leşkerî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û ev tişt gotin: “Mervatiya min bi bersûcên dosyayê re tuneye. Kesên ku we navê wan xwend nas nakim. Derbarê kuştina Ayten Ozturk re agahiya min tuneye. Dema peywira xwe ya rojhilat di navbera salên 1994-1995-1996’an de li navçeya Mazgirtêya Dersîmê weke fermdar peywir kir. Derbarê bûyerê de eleqeyeke min tuneye. Di dîroka ku t gotin de min li Meletiyê peywir dikir. Min navê Mahmût Yildirim weke kod (Yeşîl) dibihîst. Lê leqayî wî nehatim.”
 
HAT XWESTIN KONTROLA EDLÎ YA BERSÛC BÊ RAKIRIN
 
Piştî guhdarkirina Başoglû parêzerê bersûc Hamît Yildirim, Kaya Yelek daxwaz kir ku kontrola edlî ya muwekîlê wê Yildirim bê rakirin. Dozgerê dozê jî weke daxwaza parêzerê Yildirim Kaya Yelek xwest ku berpirsyariya îmzeyê ya Yildirim bê rakirin û tenê kontrola edlî ya ji bo derketina derveyî welat bimîne. 
 
DANIŞÎN TALOQ BÛ
 
Heyeta dadgehê daxwazên parêzerê bersûcan red kir û biryara berdewam kontrola edlî ya ji bo Hamît Yildirim da. Her wiha dadgehê biryar da ku ji bo girtina gotina bersûc Abdûlkadîr Aygan ku li derveyî welat e ji Wezareta Edaletê re nivîs bê nivîsandin, aqûbeta bersûc Celal Yeltekîn û Omer Ozuyilmaz bê pirsîn, bersûc Latîf Şîmşek bi zorê bê dadgehê û li benda bersivên muzakkereyên ku ji bo bersûcên ku tên lêgerîn bê sekinandin û danişînê taloqî 20’ê çileya 2021’an kir. 
 
 

Sernavên din

24/10/2020
16:02 Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan
15:44 KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da
15:42 Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin
15:11 Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin
14:52 Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin
14:12 Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
13:48 Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye
13:45 Dayikên Şemiyê ji bo Has ê piştî 28 salan cenazeyê wî hat dîtin, edalet xwestin
12:24 Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
12:07 HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
12:06 Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn
11:15 Li Amedê 3 kes hatin girtin
11:01 Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye!
10:26 Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin
10:20 Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan
10:04 Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!
09:55 Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin
09:49 Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
09:13 Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin
09:13 Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!
09:12 Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
09:11 Payiza Geliyê Mûnzûrê
09:10 Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan
09:09 'Di rojeva kedkaran de ne hilbijartina pêşwext çûyîna AKP'ê heye'
09:09 Çiray: Dixwazin bi 'delîlên xeyaletî' qeyûmtiyê bidomînin
09:08 Ciwan: Xwediderketina li HDP'ê çareseriya pirsgirêkên me ye
09:07 Gundî bi destûrê dikarin biçin gundê xwe: Ev li tu devera cîhanê nîne
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'AN
08:44 Li Bazîdê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ve girt: Hevserokên HDP'ê hatin binçavkirin
23/10/2020
21:23 Li Tirkiyeyê Îro 2 hezar û 165 kes bi şewbê ketine
16:04 Karkerên madenê: Em dixwazin mîna mirovan bijîn
15:54 Aliyan ji bo Lîbyayê li ser 'agirbesta mayinde' li hev kirin
15:40 Ji bo zilamê îşkencekar 75 sal ceza hat xwestin
15:31 ÎHD’ê rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
14:53 9 sal bi ser erdheja Wanê re derbas bûn: Polîtîkaya pêçandina birînê top avêtiye
14:40 DÎB’ê rapora helikopterê amade kir: Hêj lêpirsîna îdarî venekirine
14:39 TMMOB: Projeya Wezîrê Bajarvaniyê dê zirarê bide sûran
14:11 Wezîr lêkirina dîwarê li Amedê parast
13:25 Jinên HDP'yî û Komîsyona Jinan a PE'yê hevdîtin pêk anîn
13:22 Gunay bang li îqtîdarê kir: Hûn nikarin birêve bibin, îstîfa bikin
12:41 Dest bi îfade girtina 21 kesên li Mereşê hatibûn binçavkirin hat kirin
12:30 Li Mûşê 5 kes hatin binçavkirin
12:27 Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin
12:02 Li gundê ser sînorê Rojava şewat derket
12:01 Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî li dijî lihevkirina li ser Şengalê derket
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Civîna HTŞ’ê rastî êrîşê hat: 15 kes mirin
11:19 Karkerên madenê yên emekdar yekemîn qezenca xwe bi dest xistin
10:46 Agir berda hucreya lê dima
10:36 10 meh ceza li rêveberê HDP’ê hat birîn
10:25 Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin
10:15 Armancên Wezareta Dadê: Wê 39 girtîgehên nû werin çêkirin
09:42 Li Esenlerê zilamekê xwest hevjîna xwe qetil bike
09:34 Li Mêrdînê ‘şahidên nepen’ sexte derketin
09:10 DEDAŞ'ê ji 13 gundên Basa re nêzî 8 trîlyon fature birî
09:09 Erbaş: Sedema bêhiqûqîtiyê neçaresekirina pirgsirêka kurd e
09:08 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin
09:08 Banga ciwanan a ji bo budçeyê: Deynên KYK'ê xera bikin
09:07 Esnafên çarşiya ku dê bê xerakirin doza cihekî dikin
09:07 Girtiyê nexweş Yaman nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe
09:06 ‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne'
09:05 ‘Wê aborî nikaribe heya 2023'yan li ber xwe bide, hilbijartina pêşwext divê'
09:05 Hem wî xistine hucreyê hem jî dermanên wî nadinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'AN
22/10/2020
19:52 Li Tirkiyeyê 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
19:48 'Em ê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin'
16:56 9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê hat birîn
16:24 Di doza Medenî Yildirim de bersûc wê beşdarî danişînan nebe
16:09 Hevserokên HDP’a bajêr û navçeyê yên Amedê hatin binçavkirin
16:01 Vê carê li Elkê şewat derket
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin
14:11 Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest
14:07 ‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’
13:53 Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin?
13:48 Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye
13:24 Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin
13:24 Girtiyê di qarantînayê de derp kirin
13:12 ‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’
12:56 DAD’ê nivîsên nîjadperest ên li Pendîkê şermezar kir
12:46 Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir
12:41 Li Amedê, polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyê de girtin
12:23 Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne
11:51 Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn!
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin
10:33 HDP: Sedema mirina penaberan polîtîkayên dewletê ne
09:58 HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê agir derket
09:16 Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin
09:14 'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'
09:13 Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne