EDENE – Ji ber sedemeke ne diyar li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê agir derket.
Li Edeneyê, ji ber sedemeke ne diyar di saetên serê sibehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê agir derket. Agir ji aliyê komên agirkujiyê ve hat vemirandin û hat ragihandin ku gelek polis û komên tenduristiyê sewqî girtîgehê hatine kirin. Nehat hînbûn ku agir çawa derketiye û birîndar hene ya na. Derbarê agir de tu daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.