AMED - Mûstafa Aslan ê li navçeya Yenîşehîrê xwişka xwe Melek Aslan qetil kir, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Bavê Melek Aslan cezayê keça xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî girt.
Mûstafa Aslan ê li Kolana Hûnerê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê xwişka xwe Melek Aslan qetil kiribû, piştî li Miduriyeta Polîsan îfade da, di saetên şevê yên duh de sewqî edliyê hat kirin. Dadgehê derbarê Aslan de biryara girtinê da û şend girtîgehê.
Li aliyê din, hat hîn bûn ku bavê Melek Aslan cenazeyê keça xwe piştî otopsiyê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî teslîm girt.