Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin

img
AMED - Hevşaredarê DBB’ê Selçûk Mizrakli yê ku ji peywirê hat girtin û saleke girtiye, sûcdariyên li ser xwe û hewldanên meşrûkirina tayînkirina qeyûm ên desthilatdariyê teşhîr kirin. Mizrakli, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm qanûna xwe ya bingehîn binpê kirin û bi vî awayî hewl didin, dest danin ser şaredariyên kurdan.
  
Wezareta Karê Hûndir, di 19’ê Tebaxa 2019’an de, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli yê ku ji sedî 62.93 deng girtibû û hatibû hilbijartin, ji peywirê girt û qeyûm tayînê cihê wî kiribû. Mizrakli piştî qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, hatibû binçavkirin û di 22’yê Cotmeha 2019’an de jî, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. 
 
Di encama darizandineke 5 mehî de, 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakli hatibû birîn. Mizrakli yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bû, dûre sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Qeyseriyê.  
 
Mizrakli yê saleke girtiye, bi navbeynkariya parêzerên xwe bersiva pirsên me dan. 
 
‘DEMOKRASÎ JI HOLÊ HATIYE RAKIRIN’
 
Mizrakli, bal kişand ser girtina xwe ya bêhiqûq û wiha axivî: “Berî salekê, di 22’yê Cotmeha 2019’an de ez bi awayekê qetilkirina hiqûqê hatim girtin. Di rastiyê de tu hinceteke girtîna me tuneye. Lê di rastiyê de, li vî welatî kurd bûyîn û mûxaliftî kirin her tim sedema girtinê ye. Em bi îdîanameyeke bi zorê hatibû amadekirin, hatin girtin. Ev salek li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê dimînim. Şert û mercên li vê derê, mîna hemû şert û mercên girtîgehên li çar aliyên welate. Ji welatekê ku ne demokratîk be, mirov dikare çi hêvi ji girtîgehên wê bike. Bi pandemiyê re, şert û mercên di girtîgehê de, 2 qat zortir bûn. Em bi derfetên xwe hewl didin xwe biparêzin. Desthilatdarî mîna derve de, di girtîgehan de jî şertên pandemiyê dike bihane û bi vê yekê demokrasî ji holê rakiriye. Hemû mafên meyên hevdîtinê û yên din hatine sînordarkirin. Desthilatdarî bi vê dixwaze pêkanînên xwe yên dij demokratîk daîmî bike.”
 
‘HUNDIRÊ ŞAREDARIYÊ VALE KIRIN’
 
Mizrakli, diyar kir ku desthilatdariyê berî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, dest bi opesrayonên xwe yên têgînê kirin û wiha got: “Serokkomar û Wezîrê Karê Hûndir, berî hilbijartinê daxuyaniyên ‘Ji xwe bên hilbijartin jî emê qeyûm tayîn bikin’ her tim dan. Bi vê xwestin çavê gel bitirsînin û vîna  biçe ser sindoqan bişkînin. Dûre heya 16 rojan mazbatayên me ne dan me. Heya ku hûndirê şarederiyê vale kirin nû dan me. Lê ligel vê jî me dest bi xebatên xwe kir. Di roja xebata me ya yekemîn de, gotin ‘mizgeft hilweşandin, pere ji rêxistinê re şandin.’ Bi van gotinên derew, bêbextî li me kirin.” 
 
‘OPERASYONA TÊGÎNÊ BIRÊVE BIRIN’
 
Mizrakli, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ez dixwazim mînakekê bidim. Dermankirina hûrmêşan, di meha Sibatê de dest pê dike û heya dawiya salê dewam dike. Qeyûmê berê, ev dermankirin ne kiribû. Çawan ku me di meha Nîsanê de peywira xwe dewr girt, hem di çapemeniya herêmî de, hem jî di ya neteweyî de propagandeya ‘pêşî û hûrmêşan bi ser bajarê Amedê de girtin’ serwîs kirin. Wisan bifikirin ji Trabzonê welatiyekê li şaredariyê geriya û got, ‘Gelo çima dermankirina nayê kirin. Em aciz dibin.’ Êdî bifikirin, operasyonek têgînê ya wisan bi rêve birin.”
 
‘JI BO KU QEYÛM TAYÎN BIKIN HER TIŞT KIRIN’
 
Mizrakli, da zanîn ku wan 3 meh û nîv peywira xwe bi cih anîn û wiha pê de çû: “Dinava van 3 meh û nîvan de mufetîş 3 caran hatin lêkolîn kirin, lê tu kêmasiyeke me nedîtin. Em di ferqa hemû êrîşan de bûn. Bi her awayî êrîşî me dikirin. Qeyûm jî bi van êrîşan tayîn kirin. Em niha bi tu xebatên şaredariyê nayin darizandin. Ji ber ku hemû xebata me kir rast û dirûst bû. Lê ji bo ku qeyûm tayîn bikin, operasyonên têgînê her tim bi rêve birin.”
 
 ‘GOTINÊN WAN DEREW Û XAPÎNOKIN’
 
Têkildarî hîleyên di hilbijartinê de, hatin kirin jî Mizrakli, wiha got: “Şardariyên ku nekarîn bi derew, hîle û zextan qezenc bikin, bi binpêkirina qanûna xwe ya bingehîn dest danîn ser şaredariyên kurdan. Di vir de xwestin bêjin, ‘Kurd wê nekarin xwe bi rêve bibin. Ger bixwazin xwe bi rêve bibin jî, emê destûrê nedin vê yekê.’ Yanî hemû gotinên wan ên xwişk û biratiyê derew û xapînokin.”
 
‘TENÊ HDP LI DIJ DERDIKEVE’
 
Mizrakli, bi lêv kir ku feraseta tayînkirina qeyûm a ser şaredariyên kurdan tê wateya ku wê kurd xwe bi rê ve nebin û wiha got: “Ev pirsgirêk derbarê gelê kurd de ye. Li gel ku YSK’ê destûr namzetên me bikevin hilbijartinê jî piştre bi hinceta KHK’ê mazbataya namzetên me neda wan. Li şûna wan namzetên AKP’ê. Li cihekî ku daraz bûbe lîstika Qesrê û herkes ji kesekî re serî deyne wê encamên wiha jî derkevin holê. Ji bilî HDP’ê kes li dijî vê rewşê dernakeve.”
 
‘ALTERNATÎF JI HOLÊ RAKIRIN’
 
Di berdewamê de Mizrakli bal kişand ser pêkanînên qeyûman û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Qeyûmên ku destpêkê hatin tayînkirin hemû xebatên aşternatîf ên jinan, zarok û zimanê zikmakî yên HDP’ê ji holê rakirin. Cara duyemîn jî ku qeyûm hatin tayînkirin jî ev polîtîka hat domandin. Ev tenê ne ji holê rakirina xizmetên şaredariyê ne. Ev hewldana tunekirina ziman, çand û dîroka gelekî ye. Heta dixwazin bila qeyûm tayîn bikin, binçav bikin û bigirin, di dawiyê de em ê bigihîjin serkeftinê. 
 
‘GELÊ KURD BI AŞTIYÊ RE YE’
 
Mizrakli, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin gel bên çewisandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê xwestin vîna sindoqê bê şikandin. Dixwazin feraseta ku kes neçe ser sindoqan bi pêş bixin. Lê wê bi sernekevin. Lewre hilbijêrên HDP’ê naşibin hilbijêr in partiyên din û polîtîk in. Têkoşîna me li derve jî li hundir jî didome. Em ê çong neşikînin û lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin. Gelê kurd bi aştî û demokrasiyê re ye. Di hilbijartinan de hewlesta gelê kurd zelal e.”
 
‘AMED ÇONG NAŞIKÎNE’
 
Mizrakli axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Amed timik polîtîk e û lêgera heqîqetê ye. Tu demê ji rastiyan veneqetiya. Tu demê terka nasnameya xwe ya têkoşer nekir. Ji baweriya xwe tu carî tavîz neda. Qeyûm tayîn bikin û her cûre zordariyê bikin jî wê Amed çong neşikîne û serî netewîne. Ez jî baweriya xwe ya ji hêza gelê Amedê digirim diparêzim. Bi silav û hezkiriyên xwe dişînim.” 

Sernavên din

25/10/2020
16:31 Mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: 40 binçavkirin
15:54 Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin
15:30 Rojnameger piştî 14 rojan kirin qawîşan
14:41 Hevserokên Bazîdê hatin berdan
14:32 Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: Gelek ciwan binçavkirin
14:27 Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin
13:47 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist
13:36 Li Efrînê kesek hat revandin
12:51 Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin
12:50 Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt
11:33 Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin
10:56 Gundiyên bertek nîşanî polîsan dan hatin derpkirin
10:29 Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn
10:01 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
09:02 Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî
09:02 Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî
09:02 Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!
09:01 Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike
09:01 Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike
09:00 Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN
24/10/2020
20:12 Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:42 Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da
16:27 Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn
16:13 Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin
16:02 Polîsan mudaxileyî endamên Malên Gel kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Xwestin girtiyê nexweş ê di rojiya mirinê de were berdan
15:44 KESK’ê bertek nîşanî zextên li ser HDP’ê da
15:42 Li Wanê tundiya li dijî jinê hat nîqaşkirin
15:11 Li Şirnexê anonsa kesên bi Kovîd-19'ê dimirin hat qedexekirin
14:52 Rûniştina F: Girtiya nexweş Avras serbest berdin
14:12 Sancar: Me biryara mayîndekirina Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê girt
13:48 Jiyana girtiyê nexweş Bîlîcî di xetereyê de ye
13:45 Dayikên Şemiyê ji bo Has ê piştî 28 salan cenazeyê wî hat dîtin, edalet xwestin
12:24 Şaredarê Stenbolê Îmamoglû bi koronayê ket
12:07 HDP bi nûnerên partiyên kurd re hat gel hev
12:06 Xizmên Windayan li kujerên Mahmût Dogan pirsîn
11:15 Li Amedê 3 kes hatin girtin
11:01 Midurê emniyetê yê serxweş li nezaretxaneyê li sê kesan daye!
10:26 Muteahîtê qeyûm ji nelirêtiyê hat girtin
10:20 Li girtîgehê nane 2 kesan didin 8 kesan
10:04 Li Cizîrê pirsa ‘Çima hûn diçin HDP’ê ji 2 hezar malbatan hatiye kirin!
09:55 Li Kuçukçekmecê jinek hat qetilkirin
09:49 Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
09:13 Aktivîsta TJA'yê: Em li dijî ya xirab a xweşik birêxistin dikin
09:13 Çav berdane Geliyê Zîlanê: Wê HES'ê çêbikin!
09:12 Civaknas Dûrak: Astengkirina zimanê zikmakî qirkirina çandî ye
09:11 Payiza Geliyê Mûnzûrê
09:10 Kampanyaya ‘Em xwe diparêzin’ berê xwe da gundan
09:09 'Di rojeva kedkaran de ne hilbijartina pêşwext çûyîna AKP'ê heye'
09:09 Çiray: Dixwazin bi 'delîlên xeyaletî' qeyûmtiyê bidomînin
09:08 Ciwan: Xwediderketina li HDP'ê çareseriya pirsgirêkên me ye
09:07 Gundî bi destûrê dikarin biçin gundê xwe: Ev li tu devera cîhanê nîne
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'AN
08:44 Li Bazîdê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ve girt: Hevserokên HDP'ê hatin binçavkirin
23/10/2020
21:23 Li Tirkiyeyê Îro 2 hezar û 165 kes bi şewbê ketine
16:04 Karkerên madenê: Em dixwazin mîna mirovan bijîn
15:54 Aliyan ji bo Lîbyayê li ser 'agirbesta mayinde' li hev kirin
15:40 Ji bo zilamê îşkencekar 75 sal ceza hat xwestin
15:31 ÎHD’ê rapora Girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
14:53 9 sal bi ser erdheja Wanê re derbas bûn: Polîtîkaya pêçandina birînê top avêtiye
14:40 DÎB’ê rapora helikopterê amade kir: Hêj lêpirsîna îdarî venekirine
14:39 TMMOB: Projeya Wezîrê Bajarvaniyê dê zirarê bide sûran
14:11 Wezîr lêkirina dîwarê li Amedê parast
13:25 Jinên HDP'yî û Komîsyona Jinan a PE'yê hevdîtin pêk anîn
13:22 Gunay bang li îqtîdarê kir: Hûn nikarin birêve bibin, îstîfa bikin
12:41 Dest bi îfade girtina 21 kesên li Mereşê hatibûn binçavkirin hat kirin
12:30 Li Mûşê 5 kes hatin binçavkirin
12:27 Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin
12:02 Li gundê ser sînorê Rojava şewat derket
12:01 Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî li dijî lihevkirina li ser Şengalê derket
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Civîna HTŞ’ê rastî êrîşê hat: 15 kes mirin
11:19 Karkerên madenê yên emekdar yekemîn qezenca xwe bi dest xistin
10:46 Agir berda hucreya lê dima
10:36 10 meh ceza li rêveberê HDP’ê hat birîn
10:25 Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin
10:15 Armancên Wezareta Dadê: Wê 39 girtîgehên nû werin çêkirin
09:42 Li Esenlerê zilamekê xwest hevjîna xwe qetil bike
09:34 Li Mêrdînê ‘şahidên nepen’ sexte derketin
09:10 DEDAŞ'ê ji 13 gundên Basa re nêzî 8 trîlyon fature birî
09:09 Erbaş: Sedema bêhiqûqîtiyê neçaresekirina pirgsirêka kurd e
09:08 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin
09:08 Banga ciwanan a ji bo budçeyê: Deynên KYK'ê xera bikin
09:07 Esnafên çarşiya ku dê bê xerakirin doza cihekî dikin
09:07 Girtiyê nexweş Yaman nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe
09:06 ‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne'
09:05 ‘Wê aborî nikaribe heya 2023'yan li ber xwe bide, hilbijartina pêşwext divê'
09:05 Hem wî xistine hucreyê hem jî dermanên wî nadinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'AN
22/10/2020
19:52 Li Tirkiyeyê 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
19:48 'Em ê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin'
16:56 9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê hat birîn
16:24 Di doza Medenî Yildirim de bersûc wê beşdarî danişînan nebe
16:09 Hevserokên HDP’a bajêr û navçeyê yên Amedê hatin binçavkirin
16:01 Vê carê li Elkê şewat derket
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin