ŞIRNEX - Li Şirnexê, Lijneya Umumî Hifzissihha ya Bajêr anonskirina kesên bi şewba vîrûsa koronayê dimirin qedexe kir.
Li Şirnexê, Lijneya Umumî Hifzissihha ya Bajêr têkildarî tedbîrên şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) biryarên nû girtin. Di çarçoveya biryarên hatine girtin de, kesên ku bi şewba vîrûsa koronayê dimirin, li ser şaredarî û mizgeften dihatin anonskirin, lê ev yek hat qedexekirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve, têkildarî biryarên lijneyê hat weşandin de, wiha hat gotin: "Daxuyaniyên ku ji hêla xizmên welatiyên me yên ku li bajarê me bi rêya şaredarî û mizgeftan didan ragihandin, ji 23'ê cotmehê ve hatiye qedexekirin."