Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike

  • rojane
  • 09:01 25 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, anî ziman ku li Îdlibê piştî valakirina noqteya çavdêriyê ya jimare 9'an a Tirkiyeyê, niha jî Tirkiye ji bo ku ji Rûsyayê hin tawîzan bi dest bixe tevî hêzên paramîlîter êrîşê dibe ser Eyn Îsayê, lê belê Tirkiye negihaştiye armanca xwe. 

 
Li Îdlibê piştî Tirkiyeyê hin noqteyên xwe yên çavdêriyê vala kirin, careke din nîqaş dest pê kirin. Tirkiyeyê ji 13 noqteyên xwe yên çavdêriyê yên li Îdlibê ya jimare 9'an ku li bajaroka Morekê bû vala kir. Her wiha eskerên li vir û tezhîzatên noqteya çavdêriyê jî birin herêma Zaviyeyê. Tê gotin wê hin noqteyên din jî bên valakirin. Piştî valakirina noqteyê TSK û hêzên paramîlîter bi hev re êrîş birin ser bajarê Eyn Îsayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 
 
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, valakirina noqteya çavdêriyê ya li Morekê û geşedenên di vî warî de nirxandin. 
 
GOTIBÛN EM Ê PAŞVE VENEKIŞIN 
 
Yîgît, diyar kir ku sê hefteyên dawî li Îdlibê her diçe şer gur dibe û û got, sedema gurbûna şer jî ew e ku muhleta ku Rûsyayêê dabû Tirkiyeyê bi dawî dibe. Yîgît, anî ziman ku di vê demê de Tirkiyeyê sewqiyateke zêde kiriye û got: "Her wiha 13 noqteyên wê yên çavdêriyê hebûn ku artêşa Sûriyeyê ew dorpêç kiribûn. Dorpêçkirina noqteya 9'an têkşikandinek e. Tirkiyey bi taybetî ji bo vê digot ew ê paşve venekişin. Lê bê his û pis zûzûka vekişiya. Esker û teçhîzatên xwe birin Herêma Cebel Zaaviyeyê ku li başûrê Îdlibê dikeve." 
 
Her wiha Yîgît, anî ziman ku hin kes dibêjin wê noqteyn heyî jî bên valakirin û hin kes jî dibêjin wê bi tenê 4 heb bên valakirin û got, lê tê gotin wê yên li bakur vala neke. 
 
Yîgît, anî ziman ku derbarê valakirina noqteya çavdêriyê de gelek dîtinên cuda tên derpêşkirin û got: "Rêya M-4'an nîşan dide ku operasyon nêzîk bûye. Tirkiye ji bo cihê xwe saxlem bike, ber bi noqteyên neçalak ve diçe. Ev an awayê pozîsyogirtinê ye an jî amadekariyên ji bo operasyonê ne. Her wiha noqteyên çavdêriyê yên tê gotin wê neyên valakirin jî li hêla rojhilat a rêya M-5'an dikevin. Li wê derê prisgirêk tuneye. Belkî ji ber krîza derbarê M-4'ê de nêz dibe vekişiyaye. Belkî jî ji ber ku naxwaze her 13 noqteyên çavdêriyê neyên pasîfkirin an jî di dema şer de rehîn nemîne vedikişe." 
 
‘BAZARIYA MINBIC Û TIL RIFATÊ NEHAT QEBÛLKIRIN' 
 
Yîgît, bibîr xist ku di serdena heyeta Rûsyayê ya ji bo Tirkiyeyê de ku di meha Îlonê de çêbûbû, şerta ewil di açrçoveya Peymana Moskowê de valakirina derdora rêya M-4'ê bû û got: "Her wiha ji Tirkiyeyê xwestibû ku hejmara eskerên xwe yên li wir kêm bike. Lê belê ji ber ku daxuyaniyeke fermî nehatibû dayîn, em nizanin bê çi jê derketiye. Yanî tê zanîn ku Tirkiyeyê qebûl nekiriye. Tirkiye beramberiya vê dixwaze Til Rifat û Minbic tslîmî wan bê kirin. Lê hêla Rûsyayê ev yek qebûl nekiriye. Lê liv û tevgera dawîn jî nîşan dide ku Tirkiye hin gavên ku Rûsyayê xwestine temam dike. Yanî niha tiştên ku Rûs dixwazin pêk tên." 
 
‘WÊ RÛSYA BI SÊ DOSYEYAN DERKEVE PÊŞBERÎ TIRKIYEYÊ' 
 
Yîgît, anî ziman ku fikra berbelav ev ev ku tê gotin axirê wê Tirkiye vekişe sînorên ku di meha Adarê de xêz kiribûn û got: "Niha ji bo peyamekê bide Rûsyayê evdikişe. Herî dawî wê Rûsya bi dosyeyên Sûriye, Lîbya û Qerebaxê derkeve pêşiya Tirkiyeyê. Tirkiye jî ji bo xwe ji van dosyeyan xelas bike dibe ku peyamekê dide Rûsyayê." 
 
‘EL KAÎDEYIYÊN ÛYGÛRÎ DI EHDEFÊ DE NE' 
 
Yîgît, anî ziman ku heger operasyoneke muhtemele çêbibe wê operasyoneke bisînor be û ên di hedefê de jî komên li hêla başûrê rêya M-4'an in. Yîgît got: "Wê operasyon ji bo ewlehiya rêya M-4'ê bê kirin. Lewma ên di ehedefê de wê cîhadparêzin li hêla başûr bin. Li cebel Zaviyeyê hin komên alîgirên Trikiyeyê jî hene ku ew û artêşa Sûriyeyê tim şer dikin. Ev pevçûn qet nesekinîn. A krîtîktir jî cîhadparêzin endamên El Kaîdeyê yên ûygûrî ne. Heya niha daxilî nav pevçûnan nebûne lê derî çarçoveya agirbestê de ne û hedefa ewil ew in. Niha ji bo wan tu garantoriya Tirkiyeyê tuneye. Hefteya borî û vê hefteyê balafirên ûrisan cîhadparêzin ûygûrî hedef girtin. Ji xeynî Cebel Zaviyeyê jî diyar bû ku ûygûrî û El Kaîdeyî di hedefê de ne." 
 
Her wiha Yîgît, anî ziman ku gava operasyonek çêbibe êw ev ûguriyên El Kaîdeyî berê xwe bidin Hatayê, ji şewra ji xeynî Hatayê cihekî ku pê de biçin tune ye. Her wiha Yîgît, diyar kir ku gava noqteya çavdêriyê ya Morekê hat valakirin van kesan bertek nîşan da û bêyî ku nav Erdogan bilêv bikin rasterast gef li Erdogan xwarin û got, wekî bibêjin ên tên qurbakirin ew in û hêrsa xwe anîn ziman. 
 
ÊRÎŞA LI SER EYN ÎSAYÊ 
 
Her wiha Yîgît bal kişand ser êrîşên li ser bajarê Eyn Îsayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin jî û got: "Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê polîtîkayeke şerî û pevçûnî ye. Heger pevçûnek tunebe, li eniyeke din polîtîkayeke pevçûnî esas digire. Piştî Îdlîb sekinî, arbû eniya Lîbyayê vekir. Piştî Lîbyayê berê xwe da Qafqasê. Piştî wê derê bi gotinan şerî Rojhilatê Behra Spî hat germkirin. Yanî heger Îdlîb ji aliyê Rûsya û artêşa Sûriyey bê germkirin jî wê Tirkiye berê agir bide cihekî dinê. Ew der jî dibe ku rojhilatê Firatê be. Şerê li Eyn Îsayê dibe ku ji bo peyamekê bide Rûsyayê û ji Rûsyayê hin tawîzan bi dest bixe. Lê ji ber dosyeyên Sûrye, Lîbya û Qerebaxê ne mimkun e ku Tirkiye hin tawîzan ji Rûsyayê bi dest bixe." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

28/10/2020
10:50 Helwesta ENKS’ê rê li pêş hevdîtinên neteweyî digire
09:51 Guney: Boyqot ji bo siyaseta navxweyî tê bikaranîn
09:10 Dayik Gunduz: Bila hestiyên keça min radestî min bikin
09:09 Dayikên Aştiyê: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:08 TTB: Budçeya ji bo xizmeta tenduristiya parêzker hatiye veqetandin kêm e
09:07 'Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike'
09:07 Tekstîla wê ji bo jinan bû cihê xebatê
09:06 Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide
09:03 Qeyûm mal û milkên şaredariyê dide hin saziyan
09:01 Koçer hêdî hêdî vedigerin
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN
27/10/2020
20:47 76 kes bi covit-19 mirin
18:04 Fecriye Coşkun jiyana xwe ji dest da
16:21 Gullu Yilmaz: Hevjînê min ez şewitandim
16:15 Danişîna bersûcê istismara zayendî taloq bû
15:31 Ji bo 13 gundên Şirnexê hat xwestin ku komîsyon bê avakirin
15:15 Genel-Îş: Derxistina ji kar a bi kêfî terk bikin
15:05 Polîsan karsaz Seydaoglû binçav kirin
14:48 Lîseya Pişeyî ya Keçikan a Şirnexê kirin qarantînayê
14:43 Foza Yûsif: Tirkiye xwe ji êrîşên nû re amade dike
14:18 Astengiya xwegihandina li ser 118 malperan rabû
14:15 DAKAP wê têkildarî îşkenceya bikuçik gilî bike
14:03 Sancar: Wê HDP di hilbijartina destpêkê de vê desthilatê têk bibe
13:58 Surucu: Vekirina ala DAÎŞ’ê hewldana ji nûve avakirinê ye
13:36 Aktîvîstê TJA'yê jinên di tekstîlan de dixebitin ziyaret kirin
13:26 Turk-Îş’ê li dijî qanûna torbe li 81 bajaran çalakî li dar xist
13:19 Jinên ku negirtin şarederiyê, li ser bertekan vexwendin şaredariyê
13:18 MLSA ziyareta piştevaniyê kir
12:02 Endamê PM’a HDP’ê Bagcik binçav kirin
11:26 Bi navê DAÎŞ’ê gefa kuştinê li hevşaredarê HDP'î xwarin
11:15 Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin
10:49 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
09:13 Dr. Yerlîkaya: Herî kêm pêdivî bi 10 mîlyon derziyên doza şewbê heye
09:12 Mûçeyê jina astengdar û nexweş birîn
09:12 33 roj in 8 cenaze li Nexweşxaneya Şirnexê tên ragirtin
09:11 297 roj in xeber ji Gulîstanê nayê girtin: Rayedar dixwazin xwe bi xelas bikin
09:11 'Piştî Erdogan biçe em ê çaya kêfê vexwin'
09:08 Li Xîzanê zorî û zehmetiya berhevkirina gûzan
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Em diqedin
09:08 Kirê ji sedî 30 biha bûn
09:08 Dolar bandoreke çawa li 'çaya kêfê' ya Erdogan dike?
09:08 Çapemenî kuştina jinan normal dike
09:08 Kamaç: Peymana Şengalê wê bandorê li ser yekitiya neteweyî bike
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/10/2020
19:46 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:56 Abdî: Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne
16:05 Polisan bi ser polîklînika serokê berê yê Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê de girt
15:40 5 karkerên sendîkayî ji kar hatin derxistin
14:44 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derket hezar û 72 kesan
14:20 Hevserokên HDP’î sewqî edliyê kirin
13:57 Ji Hevşaredara Sûrê re 15 sal ceza hat xwestin
13:48 Biryargeha Felyaq El Şam hat bombebarankirin
13:29 Jinên ku xwestin bi qeyûm re hevdîtin bikin negirtin hundir
13:24 Rêxistinên ciwanan: Em ê hebûna xwe ya li kolanan dewam bikin
13:13 Li Efrînê bi ala El Qaîdeyê Fransayê şermezar kirin
11:57 Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Di 3 salan de 53 jin hatin qetilkirin
11:36 Hico: Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê
11:12 Dolar 8 TL’yî derbas kir
11:01 Kekê qaymeqam Safîturk diyar kir ku gef lê tê xwarin
10:46 Di Roja Mafê Nexweşan de banga li hikûmetê: Girtiyan berdin
10:31 Xelk piştî 5 salan derket ser Birca Keçikê
10:28 Taşdemîr: Desthilatdarî siyaseta şikandina vîna jinê bi rêve dibe
10:09 Kurkçu: Deklerasyona banga aştiyê banga ji bo civakê ye
09:44 Li Şengalê goreke din a komî hat dîtin
09:19 17 endamên Mala Gel hatin berdan
09:01 Hevjîna Turk îşkenceya bi kûçikan vegot
09:01 Ji ber tunebûna hilbijartinê budçe hat kêmkirin
09:01 Yolerî: Girtîgeha ku em ji agahî nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye
09:00 Tehma jêneveger a mehên zivistanê ya malên gundan
09:00 ‘Li Lîbyayê taktîkê negirt, dibe ku li Behra Spî tavîz bên dayîn’
09:00 Bihûşta çûkan bûye çol
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2020'AN
25/10/2020
18:44 72 kesên din ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
18:37 Dayika Wedat Aydin jiyana xwe ji dest da
16:53 Êzidiyan li dijî peymana Bexda û Hewlêrê deklarasyonek hevpar weşandin
16:31 Mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: 40 binçavkirin
15:54 Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin
15:30 Rojnameger piştî 14 rojan kirin qawîşan
14:41 Hevserokên Bazîdê hatin berdan
14:32 Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan kirin: Gelek ciwan binçavkirin
14:27 Gundiyên erdê wan hat şewitandin axivin
13:47 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 3'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist
13:36 Li Efrînê kesek hat revandin
12:51 Hevdîtinên şandeya jinên Êzidî yên li Bexdayê dewam didomin
12:50 Li Girtîgeha TÎpa F a Wanê komekê nû greva birçîbûnê dewr girt
11:33 Hevserokên HDP'ê yên Bazîdê sewqî dozgeriyê kirin
10:56 Gundiyên bertek nîşanî polîsan dan hatin derpkirin
10:29 Beştaş: Malbatên li pêş avahiya HDP’ê tên bikaranîn
10:01 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
09:02 Yegîn: Hilbijartina Bolivyayê dibe ku ji bo Amerîkaya Latîn bibe hêvî
09:02 Dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Tûnç birî
09:02 Heger 79 hezar kes 250 TL'yî bide wê Îsmaîl Çagan bijî!
09:01 Qedexeya li ser Wanê hezar û 435 roj in dewam dike
09:01 Yîgît: Tirkiye ji bo tawîzan ji Rûsya bigire êrîşî Eyn Îsayê dike
09:00 Piştgiriya ekolojîstan a ji bo HDP'ê: Îqtidar dibe sedema rûxandinê
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'AN
24/10/2020
20:12 Di 24 saetên dawî de 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:42 Piştî hat berdan 4 meh şûnde jiyana xwe ji dest da
16:27 Wesayîta eskerî qeza kir: 4 jê giran 11 esker birîndar bûn
16:13 Orhan Vatansever ê ku bû sedama kuştina Aslan hat binçavkirin