STENBOL - Rêxistinên ciwan xwestin li Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê, lê rastî mudaxileya polîsan hatin.
Rêxistinên ciwanan ên girêdayî HDP, YDG, DOB û DEV-GUÇ'ê yên li Stenbolê, berî avakirina Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya ku wê di 15'ê Mijdarê de îlan bikin, li keştîgeha Kadikoyê kom bûn û xwestin starta kampanyeya xwe bidin. Lê li vê derê polîsan mudaxileyî ciwanan kir. Di mudaxileya polîsan de gelek ciwan hatin binçavkirin.