Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide

  • rojane
  • 09:06 28 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED – Li Amedê Saît Bîngol ku 66 sal in berbertiyê dike, guh nade teknolojiyê û bi amûrên 100-150 sal berê rihê diqusîne. Bîngol got: "Ez van amûran qet neguherîm." 

Saît Bîngol 66 sal in li Çarşiya Sefaran a Sûr a Amedê berbertiyê dike. Bîngol ku di 7 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye qet guh nade teknolojiyê û karê bi amûrên 100-150 sal berê dike. 5 zarokên Bîngol hene û teqawid bûye. Lê belê hîn jî wekî roja ewil bi eşq karê xwe dike. 
 
‘NANÊ MIN JÊ DERTÊ' 
 
Bîngol, gava 2 salî bûye bavê wî dimire. Di 7 saliya xwe de wexta diçe dibistanê mamosteyê wî lê dide. Piştî wê lêdanê dev ji dibistanê berdide û diçe li ber destê berberekî dixebite. Ewilî li Çarşiya Şewitî li ber destê berberekî dest bi kar dike. Dû re dibe hoste û amûrên ji hosteyên wî didê karê xwe didomîne. 
 
Bîngol ku dibêje "Nanê min jê dertê. Mişteriyên min ên berê hene û hîn jî tên" guh nade teknolojiyê. 
 
‘QET NEGUHERÎM' 
 
Bîngol got: "Axayên li vê semtê giş dihatin cem min traş dibûn. Mihemedê Pîresin, Îbrahîmê Hecî Dawud, Şêxmûs Atli giş dihatin cem min. Ên sax hîn jî tên. Mişteriyên min hene, 50 sal in li ba min traş dibin. Tu ji kê bipirsî min nas dikin." 
 
Bîngol ku bi amûrên berê karê xwe dike, anî ziman ku ciwan pir nayên dikana wî û got: "Ciwan nayên. Ji lewra pir ji van makîneyên min ên kevn fêm nakin. Hûn jî fêm nakin. berê makîne filan tune bûn. Berê dûzan (ûstraya pola ya bi destan tê çêkirin) hebû. Qevda wê jî hestî ye. Evana berê ji Sûriyeyê dianîn. Niha tune ne, ev pola ne. Ev dûzana di dest min de 70 salî ye. Kevirê wê yê seqandinê jî 100 salî ye. Niha ev tişt tune ne. Çimkî cilêt û akîne derketine. Ne dûzan û ne jî ev kevir mane." 
 
Bîngol ku ji sindoqa xwe xwelîdanka xwerû tûnc ku herî kêm 100 salî ye derdice û dibêje: "Ev li tu derî nayê peydakirin. Heger zêr bûna ez ê xenê bûbûma." Bîngol, tase li dîwarê dikana wî daliqandî ku malê elemînyon e nîşan dide û dibêje herî kêm 150 salî ye. Bîngol got: "Ez hîn jî vê tasê bi kar tînim." 
 
‘BERÊ MODA MODA TUNE BÛ' 
 
Bîngol, anî ziman ku berê mirov bi meqesê traş dibûn û wê çaxê bi navê moda modayê tiştek tune bûye. Bîngol, diyar kir ku usûlên berê ji yên niha çêtir in û got: "Niha tên nizam qusandina almanî, nizam qusandina amerîkanî. Berê xweştir bû. Bi meqesê dihat jêkirin. Baştir bû. Traşa niha li gor a berê en tu traş e. Ji lewra hemû bi makîneyê tê jêkirin. Xwe nawestînin, ji lewra makîne mirovan nawestînin. Lê belê mirov tim tiliyên xwe bi akr dianîn. Min sertîfîka dereng wergirt. Seba serokê odeyê. Serokê odeyê ji min re got, 'Saîd were em belgeya te derxin, an jê wê serdema bê heqê sertfîkayê biha bibe.' Lewma min sertîfa zû stend, an jê min nedistend." 
 
‘BI PEREYÊ ÎRO NE PEKAN E’
 
Bîngol, bal kişand ser heqê traşê yê berê û niha û got, perê berê li gor ê niha pir biqîmet bû. Bîngol got: "Berê me bi 2 kaxez û nîvan diqusand. Lê niha li dor 25 TL'ya ye. 25 lîreyê niha ne bi qasî du kaxez û nîvê wê çaxê ye. Ji lewra berê bi pereyê traşê tu diçû te kebab diwar, dew vedixwar. Lê perê niha têr nake. Min bi perê qusandinê zarokên xwe dan xwendin û min du xanî kirîn. Lê bi perê niha ne mimkun e ku mirov malekê xaniyekî jî bikire." 
 
MA / Ergîn Çaglar 

Sernavên din

29/10/2020
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin
14:48 Jinan serdana karkerên fistiqan kir
14:48 Tenduristîvan: Bi qedexe û astengiyan pirsgirêk nayên çareserkirin
14:39 Biryara bihincet a cînayeta Aydemîr: Nelihevkirina mîrateyê
14:21 Li Girtîgeha Şakranê 11 gardiyan bi vîrûsa koronayê ketin
13:39 TTB: Em ê dev ji mafên xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin
13:38 Kovara listikên zarokan a bi Kurdî GOG derdikeve
13:13 Li Girtîgeha Antalyayê careke din pêkanînê Rewşa Awarte di dewrê de ne
12:59 Pêşniyara mafê perwerdeya zikmakî qebûl nekirin
12:49 Polis: Tu Leyla Guven teşhis bike dê dozger bibe alîkar
12:17 Li Girtîgeha Xarpêtê 12 girtî bi vîrûsa koronayê ketine
12:02 Operasyona leşkerî li Elbakê didome
11:52 Ûgûr: Dadgehê şopeke reş derbasî dîrokê kir
11:37 Der barê Ekîncî de biryara girtinê
11:11 Rojnameger Demîr beraet kir
10:56 Li Stenbolê 3 HDP’î binçav kirin
10:51 Ji av û rê re na ji qada medenê re jêhatî ne!
10:50 Helwesta ENKS’ê rê li pêş hevdîtinên neteweyî digire
09:51 Guney: Boyqot ji bo siyaseta navxweyî tê bikaranîn
09:10 Dayik Gunduz: Bila hestiyên keça min radestî min bikin
09:09 Dayikên Aştiyê: Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:08 TTB: Budçeya ji bo xizmeta tenduristiya parêzker hatiye veqetandin kêm e
09:07 'Tê xwestin jin nasnameya xwe ji bîr bike'
09:07 Tekstîla wê ji bo jinan bû cihê xebatê
09:06 Berberê 66 salan, ji bo çanda kevnar li ber xwe dide
09:03 Qeyûm mal û milkên şaredariyê dide hin saziyan
09:01 Koçer hêdî hêdî vedigerin
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2020'AN
27/10/2020
20:47 76 kes bi covit-19 mirin
18:04 Fecriye Coşkun jiyana xwe ji dest da
16:21 Gullu Yilmaz: Hevjînê min ez şewitandim
16:15 Danişîna bersûcê istismara zayendî taloq bû
15:31 Ji bo 13 gundên Şirnexê hat xwestin ku komîsyon bê avakirin
15:15 Genel-Îş: Derxistina ji kar a bi kêfî terk bikin
15:05 Polîsan karsaz Seydaoglû binçav kirin
14:48 Lîseya Pişeyî ya Keçikan a Şirnexê kirin qarantînayê
14:43 Foza Yûsif: Tirkiye xwe ji êrîşên nû re amade dike
14:18 Astengiya xwegihandina li ser 118 malperan rabû
14:15 DAKAP wê têkildarî îşkenceya bikuçik gilî bike
14:03 Sancar: Wê HDP di hilbijartina destpêkê de vê desthilatê têk bibe
13:58 Surucu: Vekirina ala DAÎŞ’ê hewldana ji nûve avakirinê ye
13:36 Aktîvîstê TJA'yê jinên di tekstîlan de dixebitin ziyaret kirin
13:26 Turk-Îş’ê li dijî qanûna torbe li 81 bajaran çalakî li dar xist
13:19 Jinên ku negirtin şarederiyê, li ser bertekan vexwendin şaredariyê
13:18 MLSA ziyareta piştevaniyê kir
12:02 Endamê PM’a HDP’ê Bagcik binçav kirin
11:26 Bi navê DAÎŞ’ê gefa kuştinê li hevşaredarê HDP'î xwarin
11:15 Parlamenterê berê Îbrahîm Bînîcî hat binçavkirin
10:49 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
09:13 Dr. Yerlîkaya: Herî kêm pêdivî bi 10 mîlyon derziyên doza şewbê heye
09:12 Mûçeyê jina astengdar û nexweş birîn
09:12 33 roj in 8 cenaze li Nexweşxaneya Şirnexê tên ragirtin
09:11 297 roj in xeber ji Gulîstanê nayê girtin: Rayedar dixwazin xwe bi xelas bikin
09:11 'Piştî Erdogan biçe em ê çaya kêfê vexwin'
09:08 Li Xîzanê zorî û zehmetiya berhevkirina gûzan
09:08 Serokê Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê: Em diqedin
09:08 Kirê ji sedî 30 biha bûn
09:08 Dolar bandoreke çawa li 'çaya kêfê' ya Erdogan dike?
09:08 Çapemenî kuştina jinan normal dike
09:08 Kamaç: Peymana Şengalê wê bandorê li ser yekitiya neteweyî bike
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/10/2020
19:46 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
16:56 Abdî: Erdogan Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne
16:05 Polisan bi ser polîklînika serokê berê yê Odeya Bijîjkan a Wan-Colemêrgê de girt
15:40 5 karkerên sendîkayî ji kar hatin derxistin
14:44 Li Enqereyê hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine derket hezar û 72 kesan
14:20 Hevserokên HDP’î sewqî edliyê kirin
13:57 Ji Hevşaredara Sûrê re 15 sal ceza hat xwestin
13:48 Biryargeha Felyaq El Şam hat bombebarankirin
13:29 Jinên ku xwestin bi qeyûm re hevdîtin bikin negirtin hundir
13:24 Rêxistinên ciwanan: Em ê hebûna xwe ya li kolanan dewam bikin
13:13 Li Efrînê bi ala El Qaîdeyê Fransayê şermezar kirin
11:57 Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Di 3 salan de 53 jin hatin qetilkirin
11:36 Hico: Şengal wê venegere berî 3’yê Tebaxê
11:12 Dolar 8 TL’yî derbas kir
11:01 Kekê qaymeqam Safîturk diyar kir ku gef lê tê xwarin
10:46 Di Roja Mafê Nexweşan de banga li hikûmetê: Girtiyan berdin
10:31 Xelk piştî 5 salan derket ser Birca Keçikê
10:28 Taşdemîr: Desthilatdarî siyaseta şikandina vîna jinê bi rêve dibe
10:09 Kurkçu: Deklerasyona banga aştiyê banga ji bo civakê ye
09:44 Li Şengalê goreke din a komî hat dîtin
09:19 17 endamên Mala Gel hatin berdan
09:01 Hevjîna Turk îşkenceya bi kûçikan vegot
09:01 Ji ber tunebûna hilbijartinê budçe hat kêmkirin
09:01 Yolerî: Girtîgeha ku em ji agahî nagirin Girtîgeha Îmraliyê ye
09:00 Tehma jêneveger a mehên zivistanê ya malên gundan
09:00 ‘Li Lîbyayê taktîkê negirt, dibe ku li Behra Spî tavîz bên dayîn’
09:00 Bihûşta çûkan bûye çol
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2020'AN
25/10/2020
18:44 72 kesên din ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
18:37 Dayika Wedat Aydin jiyana xwe ji dest da
16:53 Êzidiyan li dijî peymana Bexda û Hewlêrê deklarasyonek hevpar weşandin