Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin

  • rojane
  • 09:07 31 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Rêxistinên ciwanan anîn ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, di serî de jin û ciwan û bi giştî tevahiya civakê tê tecrîdkirin û ji bo şikênandina tecrîdê bal kişandin ser têkoşînê û bang kirin. 

Li Girtîgeha Îmrali ya Tîpa F'yê şert û mercên tecrîdê girantir bûne. Herî dawî bi hinceta "Nexşerê"ya Ocalan ku berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû, hevdîtina bi parêzeran re heya 6 mehan hat qedexekirin. 
 
Rêxistinên ciwanan ji bo şikênandina tecrîdê bal kişandin ser têkoşînê û bang kirin. 
 
TECRÎD GIRAN DIBE 
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sînan Ozturk, diyar kir ku her diçe tecrîda mutleq a li ser Ocalan girantir dibe û got, qedexeya heya 6 mehan a di 23'yê Îlonê de hat danîn jî nîşaneya vê yekê ye. 
 
JI FIKRÊN WÎ DITIRSIN 
 
Ozturk, bibîr xist ku ev qedexeya navborî piştî ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe aşkere kiriye hatîye dayîn û got, ev qedexe di heman demê de bersivdayîn ji bo rapora CPT'yê ye jî. Ozturk, anî ziman ku îqtidar ji fikrên Ocalan ditirse û got: "Îqtidara AKP-MHP'ê ji bo ku fikrên Birêz Ocalan negihên derve tecrîdê girantir dike." 
 
 
Ozturk, bal kişand ser xebatên ku dê ji bo azadiya Ocalan bikin jî û got: "Niha li Ewropa, Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Birêz Ocalan çalakiyên cur bi cur tên kirin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî em ciwanên HDP'î, ji bo vê yekê planên me jî hene. Yek jê wê rêxistinbûyîn be. Dû re em ê bi çalakiyan daxwaza ji bo azadiyê bilêv bikin. Ciwan wê ji niha pê ve bi gavine bibriyardar bimeşe. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan û bi giştî jî ji bo hemû girtiyan, ji bo şert û emrcên giran ji holê bên rakirin çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
XEBATÊN CIWANAN
 
Her wiha Ozturk bal kişand ser kampanyaya "Tevbigere" ku dane destpêkirin jî û ji bo 3 mehan dane destpêkirin, lê belê piştî encama derketiye holê biryar girtine ku 6 mehên din jî dirêj bikin. Ozturk, destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de ji bo şikênandina bandorên "şerê taybet" xebitîne û got: "Bi şerê taybet tecrîdd li gel tê ferzkirin. Li dijî fuhûş, tiryak û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê me lez da xebatên xwe. Di çarçoveya kampanyayê de me li gelek bajaran bi têmaya 'tecrîdê' panel çêkirin. Ev çalakî bala gel kişandin. Em dixwazin di weziyeteke ku pêvajoyê dide der de bin û îdiaya me ya di vî warî de xurt e." 
 
ÇAVKANIYA SEREKE YA PIRSGIRÊKAN 
 
Ozturk, anî ziman ku di şexsê Ocalan de di serî de jin û ciwan û bi giştî jî hemû civak tê tecrîdkirin û got, ji bo şikandina polîtîkaya tecrîdê dînamîke herî xurt ciwan in. Ozturk, bilêv kir ku çavkaniya sereke ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tecrîd e û got: "Êdî em nikarin polîtîkaya tecrîdê qebûl bikin. Lewma divê em li kuçeyan û hemû qadên jiyanê ji bo şikênandina tecrîdê bitêkoşin." 
 
LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ 
 
Endamê Hêzên Şoreger ên Ciwanan (DEV-GUÇ) Bekîr ÇAra jî anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan sîrayetî girtîgehan û tevahiay civakê kiriye û got: "Polîtîkaya tecrîdê bûye sedem ku kes li kuçeyan tiştekî nebêje, daxuyanî neyên dayîn, kes bêhnê nestîne, her der bê sînorkirin, zanîngeh bibin qereqolên biçûk, li lîseyan zext zêde bibin û zextên polîsan zêde bibin. Sedema taybet a îqtidarê ku naxwaze tecrîdê rake ew e ku rêyên diyalogê bigire. Divê tecrîd ji holê bê rakirin. Lê tişta ku îqtidar dike tevahiya civakê tecrîd dike û dixwaze hemû hêzan bitepisîne." 
 
BANGAWAZÎ JI BO TÊKOŞÎNÊ 
 
Açar, destnîşan kir ku divê ciwan bi awayekî topyekûn li dijî tecrîdê bitêkoşin û got: "Em çi qasî karibin zemîna têkoşîna yekbûyî xurt bikin em ê ew qasî nêzî serketinê bibin." 
 
MA / Erdogan Alayûmat

Sernavên din

04/11/2020
15:30 Guven: Jinên kurd bi nêrînên Ocalan hebûna xwe îspat kirin
14:53 HDP 'li dijî tundiya zilam-dewletê' di 7’ê mijdarê de li qadan e
14:27 Çerkezoglû: Tazmînata Qidemê xeta me ya sor e
13:48 Jinên Elewî: Dest nedin xwezaya me
13:05 Li Amediyê dema derbasbûna wesayîtekî teqîn çêbû
12:00 Ji 6 HDP’iyên ku li Osmaniyeyê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:56 Danişîna Roboskiyê hat taloq kirin
11:33 Hê jî cenazeyê kolberê ku hat kuştin radestî malbata wî nehatiye kirin
11:10 Li Mêzgêrê têketin û derketin qedexe bû
11:01 Tacîz kirin û rêya derketina ji kar dan berê
10:12 Kesê ku li Dihê hatibû revandin mirî hat dîtin
09:52 HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
09:37 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn: 114 kes jiyana xwe ji dest dan
09:36 Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan
09:18 Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an
09:08 Ji ber toz û telaza komirê nikarin bêhnê bistînin
09:08 Ozturk: Ne tenê kurd, hemû muxalefet tê tecrîdkirin
09:08 Xurdefiroş nikarin heqê kirêya xwe jî bidin
09:08 Li avahiya Barzanî biryara 'şer'
09:08 Hamzaoglû: Talûke li ber derî ye, lê tevdîr nayên girtin
09:08 Derbarê eskerê êrîşeke nîjadperest lê hatibû kirin de lêpirsîn dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2020'AN
03/11/2020
23:16 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 111
20:50 79 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:54 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:53 Serokê HEP’ê yê Bajêr Sakik ê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:48 Leşkerên gumanbarên cînayetên Derelî hatin berdan
16:00 Di şewata Wanê de 100 dikan şewitîn
15:52 Hejmara qûrbaniyên erdheja Îzmîrê derket 107’an
15:50 Li wêranşare kesek hat binçavkirin
15:20 TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê mijdarê da
15:07 Hinavên girtiyê nexweş Yildirim îltîhap girtin
14:42 Yolerî: Kesên di bin çavan de dest bi grevê kirin
14:22 Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye
14:16 Li Kurkçulerê, girtiyan li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:56 Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin
13:18 Di doza Rahîpê Suryanî de şahid hatin guhdarkirin
13:18 Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin
12:59 Di doza Leyla Aydemîr de, îtîraza biryara beraetê
12:18 Banga beşdarbûna hatina gel hev a jinên elewî
12:02 Gulum: Divê bondara şewbê ya li ser jinan bê lêkolînkirin
11:56 Girtiyê bi pençeşêrê bi vîrûsa koronayê ket
11:38 HDP’ê li herêma erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir
10:54 Li Kiriklarê 2 girtî kirin hucreyê
10:47 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
09:40 Agir bi Bazara Rûs ket
09:05 Li Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê sîxurtî ferz kirin
09:05 Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin
09:05 Li Edeneyê hîmê 360 avahiyan riziyaye
09:05 SES: Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn
09:05 Lêpirsîna derbarê keştiya penaberan de wekî berê ye: Rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe
09:05 ‘Di rojekê de 4 bijîşk dimirin, binpêkirinên mezin hene'
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê