Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin

  • rojane
  • 09:01 1 Mijdar 2020
  • |
img
ŞIRNEX - Nivîskar Bahadîn Robar ji bo "Ferhenga Peyvên Wenda ya Botanê" 850 peyvên din jî berhev kirine. Dê ev peyv di çapa duyem a ferhengê de cih bigirin. Robar got, armanc berhevkirina bi hezaran peyvan e. 
 
Nivîskar Bahadîn  Robar di sala 2013'an de "Ferhenga Botan"ê çap kiribû. Piştî xebat û lêkolînên dûr û dirêj dê çapa duyem a ferhengê jî bê çapkirin. Heya niha ji bo çapa duyem 850 peyvên din jî hatine berhevkirin. Nivîskar Robar ku heya niha 4 pirtûkên wî hatine çapkirin, da zanîn ku çapa yekem ji 183 rûpelan û 2 hezar û 330 peyvan pêk tê û got, hewl dide ku çapa duyem serê salê çap bike. 
 
PIŞTÎ HATIYE GIRTIN XEBATA WÎ RAWESTIYAYE 
 
Robar, diyar kir ku herêma Şirnexê di warê peyvan de cihekî dewlemend e û got:" Li Botanê di nava kar û xebata pîşeyên ku dema wan derbas bûyî û dema xwe veguhestin teknolojiyê gelek peyv, amûr û alavên ku ji pewirê ketibûn hebûn. Ev jî neketibûn lîteratûra ferhengên kurdî. Me kîjan mamik, çîrok û  dengbêj guhdar kir, me dît ku gelek peyvên biwate hene. Civakê demekê ev peyv bi kar anîne, lê niha nayên bikaranîn. Lewra di sala 2010'an de min dest bi vê xebatê kir û di 2013'an de min ferhenga peyvên wenda ya Botanê çap kir. Dema me ew pirtûk çap kir, bi rastî jî pir ne bi dilê me bû. Çimkî me lêkolîna xwe temam nekiribû. Ez ketim girtîgehê û ji ber wê nêçar mam. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim min dubare xwest ku xebata xwe bidomînim. Lê wê çaxê jî em heta astekî hatin û vê carê jî pêvajoya qedexeya derketina kolanan dest pê kir. Xebata me ya bi salan di malan de hat şewitandin." 
 
'ME NAVÊ  20 CÛREYÊN TIRÎ BERHEV KIRIN'
 
Robar, anî ziman ku ew mal bi mal û gund bi gund li peyvên wenda digerin û got:" Piştî şewitandina xebatên me ez piçekî demorîlîze bûn. Lê pişt re min biryar da ku xebata xwe ji bo çapa duyem berdewam bikim. Gelek peyvên ku em bi kar tînin îro li ber winda bûnê ne. Lewra niha ez ji bo van peyvanan di nava lêkolînan de me. Li  herêma Botanê nêzî 20 cûreyên tirî hene û wan yek bi yek navên wan berhev kirin û me xistin ferhengê. Li Botanê demekî cilên herî biqîmet şal û şepik bûn. Îro çanda şal û şepikê nemaye. Êdî hûnandin û çêkirina wan pir kêm e. Di berê de li Sîlopiyayê kargeheke şalûşepikçêkirinê hebû. Em çûn me bi osta û xebatkarên wê re yek bi yek navên alavên wê nivîsandin. Her wiha di karên wekî benî, basik de alavên ku tên bikaranîn de. Em gelek peyvên ku êdî ji lîteratûra kurdî ketine û nayên bikaranîn kom dikin. Dibe ku peyveke lêker be. Em li wê jî dinêrîn û pênaseya wê peyvê dikin. Heger alavek be, em dibêjin alav ji vê madê çêdibe." 
 
'EM XWE BI ÇANDA XWE BIPARÊZÎN'
 
Robar, di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku xwe bi zimanê xwe biparêzin û got: "Çerxa asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê her ku diçe berfireh dibe. Dema ku xebatek bi kurdî dest pê dike jî astengiyan derdixînin û kurdî qedexe dikin. Lewra divê kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin. Xwedîderketina li ziman, xwedî derketina rih û çandê ye. Tişta ku mirov dike mirov, ziman û çanda  mirove. Heger mirov bi ziman û çanda xwe nejî mirov, dibe biyaniyê xwe. Ji xwebûnê derdikeve. Em jî bang li gelê xwe dikin ku xwe bi çanda xwe û zimanê xwe biparêzin." 
 
MA - Zeynep Durgut 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/11/2020
09:52 HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
09:37 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn: 114 kes jiyana xwe ji dest dan
09:36 Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan
09:18 Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an
09:08 Ji ber toz û telaza komirê nikarin bêhnê bistînin
09:08 Ozturk: Ne tenê kurd, hemû muxalefet tê tecrîdkirin
09:08 Xurdefiroş nikarin heqê kirêya xwe jî bidin
09:08 Li avahiya Barzanî biryara 'şer'
09:08 Hamzaoglû: Talûke li ber derî ye, lê tevdîr nayên girtin
09:08 Derbarê eskerê êrîşeke nîjadperest lê hatibû kirin de lêpirsîn dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2020'AN
03/11/2020
23:16 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 111
20:50 79 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:54 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:53 Serokê HEP’ê yê Bajêr Sakik ê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:48 Leşkerên gumanbarên cînayetên Derelî hatin berdan
16:00 Di şewata Wanê de 100 dikan şewitîn
15:52 Hejmara qûrbaniyên erdheja Îzmîrê derket 107’an
15:50 Li wêranşare kesek hat binçavkirin
15:20 TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê mijdarê da
15:07 Hinavên girtiyê nexweş Yildirim îltîhap girtin
14:42 Yolerî: Kesên di bin çavan de dest bi grevê kirin
14:22 Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye
14:16 Li Kurkçulerê, girtiyan li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:56 Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin
13:18 Di doza Rahîpê Suryanî de şahid hatin guhdarkirin
13:18 Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin
12:59 Di doza Leyla Aydemîr de, îtîraza biryara beraetê
12:18 Banga beşdarbûna hatina gel hev a jinên elewî
12:02 Gulum: Divê bondara şewbê ya li ser jinan bê lêkolînkirin
11:56 Girtiyê bi pençeşêrê bi vîrûsa koronayê ket
11:38 HDP’ê li herêma erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir
10:54 Li Kiriklarê 2 girtî kirin hucreyê
10:47 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
09:40 Agir bi Bazara Rûs ket
09:05 Li Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê sîxurtî ferz kirin
09:05 Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin
09:05 Li Edeneyê hîmê 360 avahiyan riziyaye
09:05 SES: Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn
09:05 Lêpirsîna derbarê keştiya penaberan de wekî berê ye: Rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe
09:05 ‘Di rojekê de 4 bijîşk dimirin, binpêkirinên mezin hene'
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir