Li avahiya Barzanî biryara 'şer'

  • rojane
  • 09:08 4 Mijdar 2020
  • |
img

DIHOK - Derket holê ku di civîneke taybet ku di 27'ê Cotmehê de li avahiya Mesûd Barzanî hatiye kirin, biryara "Operasyona Garê" hatiye girtin. Piştî vê civînê, liv û tevgera PDK'ê ya li hemberî Garê û Şengalê, zêde bû. 

Endamê Komîteya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mûrat Karayilan, di 27'ê Cotmehê de ji ber ku yekîneyên taybet ên girêdayî malbata Barzanî li cihên ku hêzên wan lê ne tên bicihkirin, fikarên xwe anîbûn ziman û ji Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî xwestibû ku li ser vê yekê bisekine. Barzanî jî duh na pêr bii awayekî nivîskî bersiv da banga Karayilan. Barzanîn, ji hêlekê ve diyar kiribû ku "Wan şerê di navbera kurdan de heram kiriye" û ji hêlekê ve jî ji bo operasyonên Tirkiyeyê xwe li nedîtinê datîne û hema bibêje sinyala "şer" dide. Daxuyaniya Barzanî ku PKK'ya ku 39 sal in li vê herêmê ye wekî "dagirker" pênase dike, di heman demê de wekî "dagirkirina Tirkiyeyê qebûl dike" tê nirxandin. 
 
CIVÎN LI AVAHIYA BARZANΠ
 
Di demên dawî de li herêmên ku PKK lê ye û Mesûd Barzanî vê yekê wekî "gefekê" dibîne, liv û tevgera PDK'ê zêde bûye. Liv û tevgera li garê ku her diçe zêdetir dibe, piştî civîna ku di 27'ê Cotmehê de tevî heyeta îstixbarata Tirkiyeyê li avahiya Barzanî ya li Durê hat kirin, liv û tevgera navbirî zêdetir bû. Li gor agahiyên derbarê naveroka civînê de bi dest ketine, di civîna ku bi serokatiya mesûd Barzanî hatiye kirin û 3 saetan dewam kiriye de, ji bo Garê biryara operasyonekê hatiye girtin. Di civînê de, di çarçoveya operasyona hevpara ya Tirkiye-PDK'ê de cihên ku dê PDK lê bên bicihkirin hatine diyarkirin. Partiy Yekîtiya Niştimanîya Kurdistan (YNK) tevli vê civînê nebûye û di civînê de ji bo YNK jî daxilî pêvajoyê bibe biryar hatiye girtin ku hevdîtinek bi Hevserokê YNK'ê Lahor Şêx Cengî re bê kirin. 
 
PDK AMADEKARIYÊN ŞER DIKE 
 
Hêzên Gulanê yên bi awayekî taybet hatine perwerdekirin û girêdayî kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzanî ne, ji 25'ê Cotmehê ve ber bi bajaroka Dînartê ya navçeya Akrê ya Duhokê ve tên şandin. Ji bo hêzên PKK'ê bên dorpêçkirin li Çemankê, Bebadê, Şermînê û Bakrimanê nuqte tên avakirin. 
 
Bi vê liv û tevgera ku hindik maye PKK û PDK pev bikevin, rayedarên PDK'ê li gundan li ser hev du civînan çêdikin. Li gor agahiyên bi dest ketin, rayedarên PDK'ê bi keyayên gundên girêdayî eşîreta Zebariyê yên li quntarên Çiyayê Bakurmanê civîn çêkirine. PDK, hem civînan çêdki hem jî hêzên xwe ber bi herêmê ve dişîne. Cardin Pêşmergeyên Zerevanî ber bi gundê Şermînê (gundê Riza Zebarî, xalê Mesûd Barzanî) ve hatine şandin. Gundê Şermînê yê mintiqeya Nehlê ya bajaroka Dînartê ya Akrê ku li bakurê Çiyayê Bakurmnaê dikeve. Her wiha hêzên Zerevanî li Çiyayê Gundik û gundê Zanayê hatine bicihkirin. 
 
Piştî cvîna ku bi keyayan re hatiye kirin, rayedarên PDK'ê êvarî saet li dor 5'an heya saet 5'ê sibehê çûna nav erdan qedexe kir. Rayedaran diyar kir ku ji ber wê balafirên şer êvarî herêmê bombebaran bikin, qedexe hatiye danîn. 
 
JI BO ZÎNÎ WERTÊ HÊZEKE TAYBET 
 
Her wiha ji bo herêma Zînê Wertê jî ku serê biha gava hêzên PDK'ê xwestibûn biçin wir bûbû rojev, hêzên PDK'ê amadekariyên xwe dikin. PDK, li hemberî bertekên muhtemel ên gelê herêmê û tevliheviya navxweyî, dixwaze komeke 150 kesî ku ne ji Herêma Kurdistana Federe ne, li Zînê Wertê bi cih bike. Ev kom bi awayekî taybet hatiye perwerdekirin. Ev hêz niha li Bamernê li baregeha PDK'ê ne. 
 
Di 15'ê Nîsana 2020'î de PDK'ê ji nişkave hêzên xwe û çekên giran şandibûn Zînê Wertê, lê belê hem gelê herêmê, hem jî nivîskar, hunermen û siyasetmedar bertekine tund nîşan dabûn û ji ber vê PDK bi ser neketibû. 
 
LI REWANDIZÊ NOQTEYÊN NÛ 
 
Piştî hêzên Gulanê yên girêdayî Mesrûr Barzanî di 25'ê Cotmehê de li herêma Garê bicih bûn, di 26'ê Cotmehê de jî gelek makîneyên karî û hêzên eskerî ber bi devera Çiyayê Karoxê yê Rewandizê ve hatin şandin. Tê gotin, ji bo ku di navbera Çiyayê Karox û bajaroka Balpiştiyan û bajaroka Gerewanê rêyên nû vebikin, ev hêz hatine şandin. Li gor gelê herêmê armanc ne rêyên nû ye, tê xwestin bi vî awayî çûn hatine di navbera Karox û Garê de bê astengkirin. Di meha Nîsanê de jî piştî pêşmerge li Zînê Wertê hatibûn bicihkirin, hewl dabûn navçeya Ranya û Rewandizê ji hev qut bikin û rêya hêzên PKK'ê Sêwek, Zîn, Bêrîş û Karoxê têkin bin kontrola xwe û Qendîlê dorpêç bikin. PDK'ê, li herêma Xakûrkê, Sîdekan û Hefanînê jî hewl dabû heman tiştî bike. 
 
PDK DIXWAZE LI ŞENGALÊ ÇI BIKE? 
 
Her wiha qewimîn û geşedanên li Şengalê jî girêdayî vê liv û tevgera ne. Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK'ê di 9'ê Cotmehê de peymanek îmzekirin, ji bo ku statuya xwerêvebirinê ya kurdên êzidî berteref bikin. Piştî vê gelek nerazîbûn û bertek rû dan û hîn jî dewam dikin. Lê belê ev hefteyek e PDK bênavber çek û muhîmatan ber bi herêmê ve dişîne. PDK li qereqola Feydî Pêşmerge ya nêzî Mûsilê çekan dide ser hev û hat gotin, gelek tanqên Mîlanî jî standine û hîn jî distîne. Hat destnîşan kirin ku ev tankên taybet ber bi Şengalê ve hatine şandin. Ev liv û tevgera PDK'ê wekî 'amadekariyên şer" tê nirxandin. 
 
Her wiha hat detsnîşankirin ku wê Pêşmergeyên Roj ku li herêma Xenz a Dihokê ji hêla îstixbarata Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin, bişînin Şengalê. Hat hînbûn ku Serokê Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan du meh berê bi hin rayedarn hikûmeta navendî ya Iraqê û heyeteke PDK'ê re civînek çêkiriye û di civînê de derbarê Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de hin plansazî kirine û di çarçoveya van plansaziyan de hatiye xwestin ku ji bo rêveberiya xweser a Şengalê bê tasfiyekirin divê Pêşmergeyên Roj bişînin Şengalê û ambargoya li ser Kampa Mexmûrê hîn bêtir bê jidandin. 
 
MA / Erdogan Altan

Sernavên din

04/11/2020
09:52 HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
09:37 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn: 114 kes jiyana xwe ji dest dan
09:36 Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan
09:18 Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an
09:08 Ji ber toz û telaza komirê nikarin bêhnê bistînin
09:08 Ozturk: Ne tenê kurd, hemû muxalefet tê tecrîdkirin
09:08 Xurdefiroş nikarin heqê kirêya xwe jî bidin
09:08 Li avahiya Barzanî biryara 'şer'
09:08 Hamzaoglû: Talûke li ber derî ye, lê tevdîr nayên girtin
09:08 Derbarê eskerê êrîşeke nîjadperest lê hatibû kirin de lêpirsîn dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2020'AN
03/11/2020
23:16 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 111
20:50 79 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:54 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:53 Serokê HEP’ê yê Bajêr Sakik ê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:48 Leşkerên gumanbarên cînayetên Derelî hatin berdan
16:00 Di şewata Wanê de 100 dikan şewitîn
15:52 Hejmara qûrbaniyên erdheja Îzmîrê derket 107’an
15:50 Li wêranşare kesek hat binçavkirin
15:20 TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê mijdarê da
15:07 Hinavên girtiyê nexweş Yildirim îltîhap girtin
14:42 Yolerî: Kesên di bin çavan de dest bi grevê kirin
14:22 Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye
14:16 Li Kurkçulerê, girtiyan li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:56 Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin
13:18 Di doza Rahîpê Suryanî de şahid hatin guhdarkirin
13:18 Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin
12:59 Di doza Leyla Aydemîr de, îtîraza biryara beraetê
12:18 Banga beşdarbûna hatina gel hev a jinên elewî
12:02 Gulum: Divê bondara şewbê ya li ser jinan bê lêkolînkirin
11:56 Girtiyê bi pençeşêrê bi vîrûsa koronayê ket
11:38 HDP’ê li herêma erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir
10:54 Li Kiriklarê 2 girtî kirin hucreyê
10:47 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
09:40 Agir bi Bazara Rûs ket
09:05 Li Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê sîxurtî ferz kirin
09:05 Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin
09:05 Li Edeneyê hîmê 360 avahiyan riziyaye
09:05 SES: Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn
09:05 Lêpirsîna derbarê keştiya penaberan de wekî berê ye: Rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe
09:05 ‘Di rojekê de 4 bijîşk dimirin, binpêkirinên mezin hene'
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir