ÎZMÎR – Li Îzmîrê hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an.
Li Îzmîrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên kavilên avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyabûn didomin. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê (AFAD) derbarê hejmarên qurbaniyên erdhejê de daxuyanî da û ragihand ku hejmara qurbaniyan derketiye 112’an.