Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag

  • rojane
  • 10:26 5 Mijdar 2020
  • |
img

ÊLIH – Siyasetmedarê kurd Osman Akdag ku 4 salên xwe dabû têkoşîna kurdan, 17 salên xwe li girtîgehê derbas kiribûn û neçar mabû ku koçî gelek bajaran bibe, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Zarokên wî diyar kirin ku ew bi hesreta bavê xwe dijîn û ev tişt gotin: “Her kêliya jiyana wî ji bo rûmet e.”

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Osman Akdag (Laleş Wezrînî), di 30’ê cotmehê de di 72 saliya xwe de li bajarê Derika Hemko yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Akdag, di sala 1949’an de li gundê Difnê yê navçeya Heskîfê ya Êlihê ji dayik bû, di dawiya salên 1970’yî de tevgera azadiyê ya kurd nas kir û nêzî 40 salan ji bo wê têkoşiya. Piştî Darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yê Akdag tevahiya jiyana xwe 17 salan di girtîgehan de ma. Di sala 1980’yî de ji girtîgehê derket û ji ber zextên li ser xwe bi 11 zarokên xwe re ji neçarî koçî Îzmîrê bû. Akdag, li Îzmîrê jî gelek caran hat binçakirin û girtin. 
 
KOÇBERÎ Û GIRTÎGEH
 
Akdag, piştî 14 salan li Îzmîrê ma darbasî Stenbolê bû. Di sala 2011’an de careke din bi malbata xwe re vegeriyan Êlihê. Bi salan di Tevgera Civaka Demokratîk (DTH), Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de xebat meşand û ji sala 2011’an ve jî Endamê Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû. Akdag, herî dawî di “Doza Sereke ya KCK’ê ya Stenbolê” de hatibû darizandin û 4 doz li hatibûn vekirin. Ji ber van dozên li hatibûn vekirin, di destpêka salê de Akdag ji Êlihê derbasî bajarê Dêrika Hemko yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûbû û bi vîrûsa koronayê ketibû. Akdag, dema ku li nexweşxaneya bajar tedawî didît jiyana xwe ji dest da û li vir hat veşartin. 
 
Akdag, yek ji roman 2 jê jî helbest bi giştî 3 pirtûkên kurdî nivîsand. Bi pirtûkên xwe yên helbestê “Hasret û Nalîn” û “Keştiya Şemalê” û bi pirtûka xwe ya roman “Evîna Laleş û Sinem”  2 caran hêjayî Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî hat dîtin. 
 
2 ZAROKÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di salên 1990’î de zarokên Akdag ên bi navê Metin Akdağ (Ceng) û Sakine Akdağ (Binevş Ceng) tevlî nav refên PKK’ê bûn. Metin Akdağ (Ceng), di sala 1992’an de tevlî bû û di sala 1994’an de li navçeya Farqînê ya Amedê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û Sakine Akdağ (Binevş Ceng) jî di sala 1997’an de tevlî nav refê PKK’ê bû û di 18’ê adara 2018’an de li Çiyayê Gebarê yê Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da.
 
ÎŞKENCEYA KU 3 SALAN BERDEWAM KIR
 
Keça Akdag Safiye Akdag, diyar kir ku jiyana bavê wê bi têkoşîn derbas bûye û heta bêhna xwe ya dawîn jî di doza xwe de israr kiriye. Akdag, destnîşan kir ku bavê wê di dawiya salên 1970’yî de tevgera azadiyê ya kurd nas kiriye û derbarê jiyana bavê xwe de wiha axivî: “Di darbeya 12’ê Îlonê de bavê hat binçavkirin û 3 salan di girtîgehê de îşkence lê hat kirin. Serçavên wî şewitandibûn. Li gel sal di ser re derbas bûbûn jî şopên şewitandinê li keviyên ser çavê wî hebûn. Li gel vê îşkence û zilma kul ê hatibû kirin jî qet di paş de gav neavêt. Timik di nav berxwedanê de bû. 11 zarokên xwe jî bi vî rihî mezin kir. Li mala me tu wextî sohbeteke asayî tunebû. Her sohbet platform bû. Me hêz dida hev. Îşkence, koçberî û girtin jî dibûn sedem ku em nirxên ku diparêzin hê zêdetir biparêzin.”
 
‘DI XIZMETA GEL DE BIN’
 
Di berdewamê de Akdag, bi lêv kir ku ew bi hesreta bavê xwe dijîn û ev tişt anî ziman: “Her kêliya jiyana wî ji bo me rûmet bû. Ji ber dozên ku li hatibûn vekirin derbasî Rojava bû. Lê li wir jî têkoşîna xwe domand. Bavê ji wir li me digeriya. Ji me re digot, ‘Divê hûn di xizmeta gel de bin û tu carî di paş de gav navêjin’. Di tu şert û merci de bavê min ji têkoşîna xwe tavîz neda û heman biryardariyê ji me jî dixwest. Em ê jî sozên wî bi cih bînin û ji têkoşînê di paş de gav navêjin.”
 
‘HASRET Û NALÎN’
 
Akdag, da zanîn ku li ser daxwaza xwe bavê wê li Şehîtgeha Derika Hemko hatiye veşartin û helbesta “Hasret û Nalîn”  ku bavê wê ji bo her du zarokên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dabûn nivîsandibû xwend. 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

07/11/2020
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse
09:00 'Kaya înfaz kirine'
09:00 Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be
09:00 Demîrer: Heger em krîza şaristaniyê li gor a sosyalîst nenirxînin dê barbarî xwe nû bike
09:00 Lêpirsîna derbarê êrîşa li ser karkerên kurd 3 meh in wekî berê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:20 Li Amedê serdegirtina malan
05/11/2020
21:29 TJA , li Cizîrê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya
19:30 Îro 81 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:22 Ayşe Gokkan hat berdan
17:03 Heyeta KCD, DBP û HDP’ê çûn serdana malbata Derelî
16:55 Li Cizîrê jinan belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin
16:44 TJA li Riha û Colemêrgê bi jinan re hat gel hev
16:43 Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
16:19 Bûldan bang li jinan kir: Heke em tênekoşin dê desthilat me tune bike
15:43 Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin
14:56 Hevşaredarê Qelqeliyê Almaç hat berdan
14:46 Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye
14:30 Di 10 mehên ewil ên salê de 160 hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin
13:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkere kir
13:50 Bûldan bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin kir
13:26 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:26 Ayşe Gokkan derket dozgeriyê
13:02 Parazvanê wekîla AKP’ê têkildarî teqîna Qeyseriyê hat girtin
13:01 Fermandarê eskerî: Ezê vî gundî beşewitînim
Cenazeyê welatî Şeralî 12 saetan li erdê ma
12:54 Ji ber xesara erdhejê girtî ji Girtîgeha Bûcayê sewq bûn
12:17 KNK'ê ji bo Herêma Kurdistana Federe Maseya Krîzê ava kir
12:01 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê meş
11:39 Karkerê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da
11:31 Li Girtîgeha Rihayê hejmara pêketiyan zêde dibe
11:25 Emniyetê ji bo şahidê nepen ku dozger li doznameyê bar kiriye got, ‘Kesek wiha tuneye’
11:08 PDK dixwaze çi bike?
11:04 Malbata Açar serî li KCDP’ê da: Ne întîhar e, cînayet e
10:50 Dormîşa penaberan qeza kir: Penaberek jiyana xwe ji dest da
10:33 Ji îstînafê biryara ‘Doza Panzerê’: 19 hezar TL guncawe
10:26 Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag
09:59 Bi lîstika ‘Hema Hema Jin Elîzabeth’ sibê perde vedikin
09:28 Dixwazin mafê jinê ji destê wê bigirin
09:26 'Li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye'
09:25 ‘Jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin’
09:17 Zivistan hat, welatî li sobeyên erzan digerin
09:17 Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin
09:17 ‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe'
09:17 Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin!
09:12 Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal
09:12 Kûafor û berber: Hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de tede li me dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/11/2020
20:27 77 mirovên din jî bi Covîd-19 mirin
20:03 CHP, dê derbarê Farqînê de raporekê amade bike
18:48 Olûç: 4'ê Mijdarê êrîşa li ser siyaseta demokratîk e
17:26 KCD’ê bang li PDK û PKK’ê kir ku rê nedin şerekî navxweyî
17:00 AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin
16:47 Polisan rojnameger Îbrahîm Karakaş binçav kir
16:39 Li Hatayê firîna pereşûtê hat qedexekirin
16:25 Li Amedê gelek esker, gardiyan û girtî bi koronayê ketin
16:05 Bi ser avahiya HDPê ya Osmaniyeyê de hat girtin
15:56 Şermezarkirinên 4’ê Mijdarê: Em ê li hundir û derve li ber xwe bidin
15:30 Guven: Jinên kurd bi nêrînên Ocalan hebûna xwe îspat kirin
14:53 HDP 'li dijî tundiya zilam-dewletê' di 7’ê mijdarê de li qadan e
14:27 Çerkezoglû: Tazmînata Qidemê xeta me ya sor e
13:48 Jinên Elewî: Dest nedin xwezaya me
13:05 Li Amediyê dema derbasbûna wesayîtekî teqîn çêbû
12:00 Ji 6 HDP’iyên ku li Osmaniyeyê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:56 Danişîna Roboskiyê hat taloq kirin
11:33 Hê jî cenazeyê kolberê ku hat kuştin radestî malbata wî nehatiye kirin
11:10 Li Mêzgêrê têketin û derketin qedexe bû
11:01 Tacîz kirin û rêya derketina ji kar dan berê
10:12 Kesê ku li Dihê hatibû revandin mirî hat dîtin
09:52 HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
09:37 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn: 114 kes jiyana xwe ji dest dan
09:36 Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan
09:18 Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an