Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be

  • rojane
  • 09:00 6 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Necmettîn Salaz ku li Kurdistana Federe ye, destnîşan kir ku heger di navbera PKK û PDK'ê de şerek biqewime, dê ev şer tenê li çiyê neqewime û got: "YNK û Goran, dikarin bi avakirina "tamponekê" pêşî li ber vî şerê gengaz bigirin."  

Piştî ku Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê, di meha Adarê de komek pêşmergeyên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şandibûn Zînê Werê, di navbera PKK û PDK'ê de rageşiyek rû dabû. Di 15'ê Hezîranê de jî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji hewayê ve êrîş biribû ser Kampa Mexmûrê, Şengal û Qendîlê. Dû re piştî esker li Heftanînê hatin bicihkirin, şer dest pê kir. Ligel van qewimînan, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û rêveberiya Kurdistana Federe peymana Şengalê îmze kirin û bi vê re piştî ku PDK'ê hêzine xwe yî taybet ber bi herêma Garê ve şandin, rageşiya di navbera her du hêzan de zêde bû. 
 
Necmettîn Salaz ku bi salan e li Herêma Kurdistana Federe rojnamevaniyê dik, rewşa li herêmê nirxand. 
 
TÊKILIYA AKM-MHP'Ê û PDK'Ê 
 
Salaz, anî ziman ku tiştên di hefteya dawî de rû dane ji nişkave rûnedane û got: "Piştî maseya aştiyê (pêvajoya çareseriyê) hat qelibandin û serdestên tirk cardin êrîş birin ser kurdan û HDP'î girtin, tevkariya PDK-Tirkiyeyê cardin şax veda. Nexasim jî li herêma Behdînanê, li pêşmergeyên qereqolan bicihkirina gelek eskerên tirk, kontrolkirina wan a rê, pêvajoyeke 4-5 salan e." 
 
Salaz, anî ziman ku di warê aborî û siyasî de tevkariyeke xurt a îqtdara AKP-MHP'ê û PDK'ê heye û got: "Tevkariya xwe wisa xurt kirine ku heya ji bo alîkariya hilbijartinê 4 milyon dolar dan îqtidara AKP-MHP'ê. Tevkariya wan, di 5 salên dawî de pir xurt bûye. Belê tevkarî dihat înakrkirin, lê niha tiştekî werê tune ye. Her tişt aşkere ye." 
 
DÊ TIRKIYE SÛDÊ BIGIRE 
 
Salaz, anî ziman ku Tirkiye dixwaze her du hêzên kurd bera hev du bide û got: "Ê di warê aborî û siyasî de fêdeyê ji şerê di navbera PDK-PKK'ê de bigire dê dewleta tirk, AKP-MHP'ê be." 
 
DAXUYANIYA BARZANΠ
 
Rojnamevan Salaz, bibîr xist ku Endamê Komîteya PKK'ê Mûrat Karayilan ji bo vê rageşiyê ji holê rabike daxuyaniyek daye û Mesûd Barzanî jî bi awaykî nivîskî bersiv daye vê daxuyaniyê, lê belê daxuyaniya Barzanî kurdan nerihet kiriye û kurdan ev daxuyanî wekî "îxanetê" nirxandine. Her wiha Salaz, anî ziman ku daxuyaniyên ku heya niha PKK'ê kirine hemû derbarê pêşîlêgirtina şerê di navbera kurdan de ye. 
 
CIVÎNA LI MALA BARZANΠ
 
Salaz, anî ziman ku di 27'ê Cotmehê de de Barzanî li mala xwe bi hin rêveberên MÎT'ê civînek çêkiriye û got: "Gazî YNK û Goranê jî kirine, lê belê her du tevgerên navbirî tevli vê civînê nebûne." 
 
‘DÊ TIŞTÊN LI ROJAVA KIRINE BICERIBÎNIN' 
 
Salaz, anî ziman ku tiştên li herêmê diqewimin ji aliyê hemû kesên herêmê ve tê axaftin û got: "Şerê muhtemel ne bi dilê kurda ye, dê bibe şerê ji bo pêşeroja îqtidara AKP-MHP'ê. Heger şerek biqewime dê ji bo kurdan bibe cihê talûkeyên mezin. Şerê biqewime ma tenê wê li Garê be? Ma yê danekeve bajaran? Divê em bi her awayî li ser hûr bibin. Siyaseteke bi salan heye. Ma qey Mesûd Beg nizane dê şerekî bi vî rengî zirarê bide gelê wî, gerîla û têkoşîna li Bakur û Rojavayê? Ma li Rojavayê tiştên ku dewleta tirk xwestine hemû seferber nekirin? Niha bi heman awayî dixwazin li vê derê jî li hemberî gerîlayan biceribînin." 
 
PÊŞMERGE NAÇIN 
 
Salaz, destnîşan kir ku daxuyaniya dawî ya Barzanî ragihandina şer e û got: "Hewldana hevpar a şîrketên petrolê yên tirk ên li vê derê ye. Milê xwe dane milê dewleta tirk. Dawiya xwe hazir dikin. Salên 90'î heye, serdemên şerî yên cur bi cur hene, serdemên rageşiyê hene... Lê belê ya vê carê hat wê astê ku çete-eskeran berhev bikin. Bi mehan e li Zîrnê Wertê ne. Niha jî berê xwe didin garê û Metînayê. Lê wê ev yek di cihekî de bipeqe. Divê meriv baş bibîne; helweta aliyan zella bûye. PKK dibêje, 'em qethiyen şer naxwazin.' PDK jî dibêje 'Ji van deran biçe, hebûna te zirarê dide min.' Her wiha gelek bar dikeve ser milê rewşenbîran, partiyan, nexasim jî bar dikeve ser milê YNK û Goranê. Niha PDK tevî hêzên Hikûmeta Kurdistanê naçe herêmên gerîla. Pêşmergeyên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan naçin. KOmên ku ji wan re dibêjin Pêşmergeyên Roj ku wan ji Rojava anîne dişînin wan deran." 
 
BANG LI YNK Û GORANÊ KIR 
 
Salaz, anî ziman ku civak li bendê ye ku YNK û Goran daxuyaniyekê bidin û nebeşdarbûna wan a civîna li mala Barzanî cihê hêviyê ye û got: "Em hêvîdar in ku vê helwesta xwe biparêzin û li pêşiya şer bisekinin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

09/11/2020
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer
09:03 Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
08:26 Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
08/11/2020
20:38 Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:28 Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir
19:11 Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin
15:57 Qeyûmê Qersê midurên daîreyan ji peywirê girt
15:55 Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin
15:34 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
14:17 Ji Koca hişyariya rûpoşan
13:58 Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
13:32 Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
13:00 Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin
12:44 Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt
12:43 Testa Hevşaredarê girtî Çalişkan pozîtîf derket
12:22 Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin
11:36 Li Edeneyê 3 kes hatin berdan
10:48 Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan
09:20 Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz
09:11 Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin
09:10 Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye
09:09 Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê
09:08 Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin
09:05 Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet
09:04 Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin
09:03 Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
09:02 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN
07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse