'Kaya înfaz kirine'

  • rojane
  • 09:00 6 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Gava polîsan Îslam Kaya biribûn Girtîgeha Wanê, bi hinceta ku "serê xwe li cihekî xistiye" wî birine nexweşxaneyê û piştî ku ji beşa awarte hatibû derxistin, hatibû derpêşkirin ku xwe kuştiye. Malbata wî diyar kir ku Kaya xwe nekuştiye, hatiye înfazkirin û got: "Em ê dev ji bûyerê bernedin."  

Di 15'ê Tebaxa 2019'an de gava Îslam Kaya bi wesayîta xwe ji Elbakê diçû Wanê, eskeran wesayîta wî dabû sekinandin û bi hinceta derbarê wî de biryarek hebûye wî binçav kiribûn û dotira rojê jî hatibû girtin. Lê gava polîsan wî biriye girtîgehê, bi hinceta serê xwe li cihekî xistiye û birîndar bûye, eskeran ew rakirine Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Wanê û li nexweşxaneyê wî xistine beşa awarte. Li nexweşxaneyê hatiye etspîtkirin ku hêla çepê ya serê wî kupiyaye û ji ber vê xwîn çûyer ser mêjiyê wî. 
 
Lê piştî wî ji beşa awarte derxistine wî birine odeya serwîsê û li odeyê destên wî bi nivînê ve kelemçe kirine. Paşê hat gotin ku di 27'ê Tebaxa 2019'an de xwe ji paceya odeyê avêtiye û xwe kuştiye. 
 
GOTIN 'XWE JI WESAYÎTÊ AVÊTIYE' 
 
Kurê Îslam Kaya Îlhan Kaya anî ziman ku ji ber ku çek li ser bavê wî hebûye di dema sekinandina wesayîtê de hatiye binçavkirin û got, dema ji Elbakê diçû Wanê di rê de hatiye binçavkirin û pêşî wî birine qereqola cendirmeyan û ji wir jî wî birine midûriyeta emniyetê. Kaya, diyar kir ku roja dinê jî bavê wî hatiye girtin û got: "Bavê min li wesayîta polîsan siwar dikin û ji paş ve destên wî kelemçe dikin. Bi vî awyaî wî dibin girtîgehê. Roja wî birine girtîgehê êvarî telefonî me kirin. Kesê bi me re xeber da got, 'Bavê we niha li nexweşxaneyê ye, rewşa wî nebaş e, biçin nexweşxaneyê.' Li ser vê dêya min û birayê min ku wê çaxê li Wanê bûn çûn nexweşxaneyê. Ez jî li Stenbolê bûm û bi balfirê çûm Wanê. Gava em çûn nexweşxaneyê me pirsî bê çi bûye. Rayedaran ji m re got 'Gava bavê we birine girtîgehê di rê de xwe ji wesayîtê avêtiye û xwestiye bireve. Ji ber ku xwe avêtiye birîndar bûye û wî anîne nexweşxaneyê.'" 
 
NÎVIYÊ QOQÊ SERÊ WÎ ŞIKESTIBÛ 
 
Kaya, diyar kir ku di 23'yê Tebaxê de bavê wî ji beşa awarte derxistine û birine serwîsa asayî û got: "Piştî bavê min birine odeya serwîsê, bi me xwest em biçin cem bavê xwe. Lê dozgeriyê destûr neda. Nehiştin em nêzî odeya ku bavê min tê de bû jî bibin. Lê piştî me israr kir, vê carê gef li me xwarin. Ji bo haya me ji tenduristiya bavê min çêbibe, çûm cem bijîşk. Lê bijîşk jî tiştên ku polîs ji me re gotin ji me re got. Piştî me israr kir, bijîşk got, serê bavê we derb xwariye û nîviyê qoqê serê wî şikiyaye û mucîze ye ku sax bimîne." 
 
GOTIN ÎNTIHAR KIRINE 
 
Kaya, anî ziman piştî bijîşkan bi parêzer re axiviye û bi rêya parêzer gilî kiriye. Kaya, bilêv kir ku piştî bavê wî hinekî baş bûye cardin hatiye Stenbolê û piştî çend rojan hatiye gotin ku bavê wî întihar kiriye. 
 
‘BAVÊ MIN HAT ÎNFAZKIRIN' 
 
Kaya, destnîşan kir ku bavê wî ne ew kes bûye ku întihar bike û got: "Em dibêjin, bavê min înfaz kirine. Li odeya bavê min 24 saetan 7 cendirme hebûn û her du destên wş bi nivînê kelemçe kiribûn. Kesekî destkelemçekirî wê çawa xwe di paceyê re bavêje û întihar bike. Bila kes ne li bendê be ku em bawer bikin." 
 
Kaya, anî ziman ku heya berpirsiyar bên cezakirin wê dev ji vê dozê bernedin. 
 
'POLÎS LI SERÊ MIN XIST' 
 
Hevjîna Îslam Kaya Meryem Kaya diyar kir ku bi destûra dozgeriyê carekê hevjînê xwe dîtiye û got: "Gava çûm odeyê şiyar bûbû. Min jê pirsî, 'Îslam ev çi hal e, çi hat serê te, çima te xwe ji wesayît avêt?' Wî jî ji min re got, 'Min xwe ji wesayîtê filan bêvan neavêtiye. Piştî dadgehê ez girtim polîsan ji paş ve destn min kelemçe kirin û berê xwe dan girtîgehê. Gava em dir rê de bûn, nerihet bûm. Min ji polîs re got, 'ez ne baş im, pêşî min bibin nexweşxaneyê, dû re min bibin girtîgehê.' Piştî min werê got, polîsan xeber ji min re gotin. Gotin nêz were û min jî xwe nêzî wî kir. Gava min xwe nêzî wî kir li ser hev du li ser min xist. Heya min birin girtîgehê li min xistin. Gava li ber deriyê girtîgehê polîsan ez telîmî cendirmeyan kirim, ez ketim erdê. Wekî din nayê bîra min.'" 
 
Hevjîna wî Meryem Kaya, pirsî: "Ma kesekî xwe ji wesayîtê bavêje wê li ser laşê wî birîn çênebin? Lê dewsa tu birîna li ser canê wî tune bûn." 
 
BERA WAN DANE 
 
Kaya, diyar kir ku berî hevjînê wê jiyana xwe ji dest bide bi rojekê kesekî ku xwe wekî midûrê girtîgehê daye naskirin hatiey cem wan û got: "Ev kes ber êvarî hat nexweşxaneyê. Xwe wekî midûrê girtîgehê da naskirin. Ji me re got, 'Ne hewce ye hûn li vê derê bimînin, biçin malê.' Me jî got, 'Em ê bimînin.' Vê carê xwe aciz kir û got, 'Ez ji we re dibêjim biçin malê' û kir qîrîn. Me jî got, 'Ma çi zirr ji em çêdibe, em narin.' Vê carê bi darê zorê em ji hundirê nexweşxaneyê derxistin. Li baxçeyê nexweşxaneyê kurê min Diyar ez qaneh kirim û em çûn malê.  Gava bû sibeh, kurê min ê Stenbolê telefon kir û got, bavê wî xwe ji paceya nexweşxaneyê avêtiye û întihar kiriye." 
 
‘BAWER NAKIM' 
 
Kaya, destnîşan kir ku gava çûne nexweşxaneyê, esker û polîsan nexweşxane dorpêç kiribû û got: "Li nexweşxaneyê ji me re gotin 'hevjînê te xwe ji paceyê avêtiye û xwe kuştiye.' Me xwest em wî bibînin, lê nehiştin. Bûyer saet di sisêyê sibehê de qewimiye. Lê serê sibê saet di heftan de ji me re gotin. Bawer nakim ku hevjînê min întihar kiribe. Wî înfaz kirin. Lê çima, ji bo çi wisa kirine nizanim. Em ê dev ji vê bûyerê bernedin." 
 
Kurê wî Diyar Kaya jî anî ziman ku gava bavê wî li nexweşxaneyê bûye hemşîreyek hatiye raporek daye wî û got: "Di raporê de hatibû gotin ku hin kesan serê wî li cihekî xistiye. Hemşîreya ku rapor da min demek şûn de hat got 'me rapora şaş daye we' û rapor ji min stend." 
 
Diyar Kaya jî anî ziman ku bawer nake bavê wî întihar kiribe û dixwazin rojek berî rojekê ev bûyer zelal bibe. 
   
MA / Erdogan Alayûmat - Dîndar Karataş
 

Sernavên din

09/11/2020
16:04 HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer
09:03 Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
08:26 Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
08/11/2020
20:38 Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:28 Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir
19:11 Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin
15:57 Qeyûmê Qersê midurên daîreyan ji peywirê girt
15:55 Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin
15:34 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
14:17 Ji Koca hişyariya rûpoşan
13:58 Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
13:32 Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
13:00 Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin
12:44 Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt
12:43 Testa Hevşaredarê girtî Çalişkan pozîtîf derket
12:22 Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin
11:36 Li Edeneyê 3 kes hatin berdan
10:48 Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan
09:20 Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz
09:11 Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin
09:10 Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye
09:09 Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê
09:08 Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin
09:05 Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet
09:04 Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin
09:03 Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
09:02 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN
07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin