Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse

  • rojane
  • 09:00 6 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Endama Heyeta Muzakereyê ya PYNK'ê Sema Bektaş, di hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî de bal kişand ser daxwazên talûke yên ENKS'ê û got: "Tirkiye jî ji ber ku ditirse rêveberiya xweser bê naskirin, êrîşên xwe didomîne." 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinê yekîtiyê yên di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ta Kurd (PYNK) û Konseya Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de ji ber xwazên ENKS'ê yên dijî destkeftiyên şoreş û demokrasiyê, hindik maye bixitimin. ENSK, dixwaze perrwedehiya bi kurdî û pergala hevserokatiyê ji holê bê rakirin û herêmek di bin kontrola wan de be. Endema Heyeta Muzakereyê ya PYNK'ê Sema Bektaş, hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî nirxandin û bal kişand ser projeya "Neteweya Demokratîk". 
 
HEYETA NÛ YA DYA'YÊ 
 
Bektaş, anî ziman ku di dora duyem a hevdîtinên li ser asasên Peymana Dihokê hatin kirin de, li ser 7 xalan lihevkirin çêbûye û got, lê ji ber ku heyeta DYA'ya navbeynkar guherî û li benda hatina heyeta nû ne, ev demek e civîn çênekirine. Bektaş, bilêv kir ku heger heyeta nû ya DYA'yê bê, dê beşdarbûna ENKS'ê ya nav rêveberiya xweser, mijara ewlehiyê û vegera pêşmergeyên Roj bê nîqaşkirin. 
 
DAXWAZÊN ENKS'Ê 
 
Bektaş, anî ziman ku daxwaz û projeyên ENKS'ê tenê ji bo kurdan û herêmên kurdan e û got: "Dixwazin li herêmên kurdan tenê kurd biryarê bigirin. Li herêmên kurdan, dixwazin her tişt li gor kurdan be. Dixwazin rêveberî ji nû ev bê avakirn. Lê belê ev yek, ne li gor pergala me ye. Hîn di navbera her du aliyan de lihevkirin çênebûye, ENSK dixwaze Peymana Civakiyî bê guherandin. Di warê eskerî, zimanê perwerdehiyê, hevserokatiyê û gelek tiştên din de, daxwazên wan ên guherînê hene. Lê gava em li hemû qadên xwe dinêrin, em dibînin ku herêm giş ne kurd e. Li Cizîr, Kobanê, Efrîn û deverên din kurd, ereb, suryanî, asûrî, ermenî û gelek gelên din hene. Evan bi hev re projeya demokratîk pêk anîn. Mesela li herêma Cizîr piranî kurd hene, lê gava tu rabî bibêjî tenê bila kurd biryarê bidin, ev jî dibe sedema nakokiyan di navbera her du aliyan de." 
 
‘TENÊ NE PERGALA KURDA YE' 
 
Bektaş, bilêv kir ku daxwazên ENKS û pergala wan li hev dernayên û got: "Em li hev bikin, heke bivê em dikarin kêmasiyên di warê Peymana Civakiyî de biguherînin. Lê em nikarin her tiştî biguherînin. Her ku ENSK'ê got 'bila rêveberiyeke nû bê avakirin, em her tiştî biguherînin, jinûve çêbikin', me jî got 'nabe.' Ligel hemû kêmasiyên xwe jî pergala me destkeftiyek e. Divê em vê yekê dorfireh bikin. Ev mijar di navbera me da bûn sedema nakokiyan. Di warê siyaseta kurdî de lihevkirinek çêbû. Her wiha di warê Rêveberiya Xweser de jî me li hev kir. Heger pêdiviya Peymana Civakiyî bi guherînê hebe dê bê guherandin, lê belê ne tenê kurd, divê kurd û gelên din hemû hebin. Çawa ku ji sala 2014'an heya niha bi hev re pêk anîn, divê bi wî rengî be." 
 
NETEWEYA DEMOKRATÎK 
 
Bektaş, anî ziman ku ENKS li dijî projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser xwedî projeyeke cuda ye û got: "Li gor vê projeyê divê serweriya kurd hebe. Divê ehr tişt di destê kurdan de be. Lê belê ev nehatin qebûlkirin. Li herêmên me ereb, suryanî, kurd û ermenî bi hev re dijîn. Lewma pergala li Başûr, dê li vê derê pêk neyê. Her perçeyeke Kurdistanê xwedî xweseriyekê ye. Daxwazên ên liw ir dijîn cuda ne. Ê me jî hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriyeyê projeyeke me ya demokratîk heye. Yanî em nabêjin em pirsgirêka kurd tenê hel bikin, wekî din çi dibe bila bibe. Pirsgirêka kurd jî û pirgsirêkên Sûriyeyê jî dê di çaçroveya neteweya demokratîk d ebi hev re bên çareserkirin. Pirsgirêka kurd, ji hêlekê ve prisgirêka nedemokratîkbûyîna Sûriyeyê ye jî. Heger Sûriye demokratîk bibe, dê pirsgirêka kurd jî hel bibe. Li Sûriyeyê em pêşengê demokrasiyê ne. Daxwazên ENKS'ê tenê li ser kurdan e. Dibêjin bila herêmên kurdan wiha bin, bila hêzên me yên eskerî li herêmên kurdan bin hwd. Piştî nîqaşan ev nehatinq ebûlkirin. Êdî divê em li ser dorfirehkirina evana hûr bibin." 
 
‘MODELA FEDEREBÛNÊ TALÛKEYEKE MEZIN E' 
 
Bektaş,destnîşan kir ku projeya ENKS'ê dişibe modela Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe û got: "Em dibînin bê ku heya niha li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên çawa derketine holê. Hîn jî pirsgirêkên di navbera her du partiyan de didomin. Hîn jî gelek pirsgirêk hel nekirine. Me li ser asasê Neteweya Demokratîk pergaleke xweser ava kir. Heger ew porje li vê derê pêk bê, wê çaxê em ê projeya xwe xera bikin. Wê têkiliyên me yên bi gelê ereb û gelên din ên li ser asasê demokratşkbûyînê xera bibin. Pirsgirkên Sûriyeyê jî pirsgirêka kurd jî bi Neteweya Demokratîk û rêveberiya xweser pêkan e. Çareseriya hemû pirsgirêkên gelan di vê rêyê de ye. Ev gel ev qas sal bi hev re xebitîne û bi hev re jiyane. Îjar em niha rabin projeyeke tenê li ser asasê kurdan ava bikin, em ê berevajî pergala ku ji destpêka şoreşê ve hatiye pêkanîn tevbigerin." 
 
TÊKILIYÊN ENKS'Ê 
 
Bektaş, anî ziman ku muxalefeta Sûriyeyê ku ENKS jî di nav de rasterast di bin bandora Tirkiyeyê de ye û got: "Hemû telîmatan ji Tirkiyeyê digirin. Muxalefeta ku ENKS di nav de heya niha li Efrînê û Serêkaniyê sûcekî mezin dike û bêehlaqîtiyan dike. Sivîlan direvîne. Hîn jî ENKS di nav vê muxalefetê de ye. Ev jî piştrast dike ku di bin bandora Tirkiyeyê de ne. Heger em behsa diyaloga di navbera kurdan d ebikin, nexwe divê em xwedî wê helwestê bin. Dewleta tikr ku li hemberî me, li hemberî projeya me ye ndixwaze ev diyalog bi ser nekeve." 
 
YEKÎTΠ
 
Bektaş, anî ziman ku armanceke wan jî ji bo her çar perçeyên Kurdistanê diyaloga di navbera kurdan de ye û got: "Li vê derê destkeftiyên me yên wekî Rêveberiya Xweser, QSD û saziyên jinan çêbûne. Ev destkeftî xeta me ya sor in. Lê belê divê yekîtiya neteweyî jî ne li dijî van destkeftiyan be. Ev destkeftî bi ked û tehba bi hezaran şehîdan bi dest ketine. Em ê ji bo diyaloga di navbera kurdan de her tim bitêkoşin û em ê destkeftiyên xwe jî biparêzin. Em ê daxwazên ku rêveberiya me, temsîliyeta jinê û QSD'ê hedef digirin qebûl nekin. Em jî û ENSK jî divê em li ser parastina destkeftiyan hûr bibin." 
 
TIRSA TIRKIYEYÊ 
 
Bektaş destnîşan kir ku ji roja roj de Tirkiye wekî tehdîtekê nêzî şoreşa Rojavayê dibe û êrîşan dibe ser û got: "Tirsa dewleta tirk ew e ku rêveberiya xweser bibe rêveberiyeke fermî û bê naskirin. lewma tim êrîş dike." 
 
Bektaş, bilêv kir ku wisa xuyaye dê êrîşên Tirkiyeyê dewam bikin û got: "Lê belê dê ya diyarker yekîtiya me û helwesta me ya hevpar be." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

09/11/2020
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer
09:03 Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
08:26 Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
08/11/2020
20:38 Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:28 Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir
19:11 Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin
15:57 Qeyûmê Qersê midurên daîreyan ji peywirê girt
15:55 Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin
15:34 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
14:17 Ji Koca hişyariya rûpoşan
13:58 Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
13:32 Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
13:00 Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin
12:44 Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt
12:43 Testa Hevşaredarê girtî Çalişkan pozîtîf derket
12:22 Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin
11:36 Li Edeneyê 3 kes hatin berdan
10:48 Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan
09:20 Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz
09:11 Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin
09:10 Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye
09:09 Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê
09:08 Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin
09:05 Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet
09:04 Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin
09:03 Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
09:02 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN
07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse