ÎDIR - Namzetê AKP’ê yê Îdîrê Ferdî Turan ê ku Wezareta Karê Hundir ew weke endamê Meclîsa Şaredariyê Îdirê tayîn kir, niha jî ji bo Alîkariya Qeyûm hat peywirdarkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina herêmî ya 25’ê Adarê de, rêveberiya Şaredariya Îdirê qezenc kiribû. Wezareta Karê Hûndir, di 16’ê Adara 2020’an de qeyûm tayînê şaredariyê kir û Namzetê AKP’ê yê Dema 25’emîn ê Îdirê Ferdî Turan jî, weke endamê Meclîsa Şaredariyê tayîn kiribû. Vê carê qeyûm Ferdî Tûran ji bo Alîkariya Serokatiya Şaredariyê peywirdar kir.