Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin

img

ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, “Bernameya Çalakiya Demokratîk" aşkere kir û wiha got: “Heta ku em îtîfaqa faşîst têk bibin emê dest bi çalakiya bê navber bikin. Çalakiyên me dê bê navber berdewam bikin." 

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û Bernameya Serdema Nû ya Çalakiyan aşkere kir. Gunay, anî ziman ku wan di civîna Meclîsa Partiyê ya 11'ê Cotmehê û civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya 2'ê mijdarê de niqaşên berfireh kirin û wiha got: “Rejîma heyî riziya ye û ji cewherê xwe dûr ketiye. Ev pir aşkere ye. Ev yek hatiye tespîtkirin. Ji bo ku em vê rejîma faşîst ser û bin bikin em ê bê navber dest bi çayakiyan bikin. Çalakiyên me dê bê navber berdewam bikin."
 
Axaftina Ebrû Gunay wiha ye:  "Me biryara destpêkirina Bernameya Têkoşîna Demokratîk da. Meclisa me ya Partiyê û Lijneya me ya Rêveberiyê, civînên xwe li dar xistin. Di van civînan de nîqaşên kûr hatin kirin. Gelo em ji vê dema tarî çawa dikarin rizgar bibin. 
 
Partiya me biryarên dîrokî standin. 
 
ME BIRYARA BERXWEDANA BÊ NAVBER DA
 
Di civînên xwe de me got 'Li dijî faşizmê berxwedan, ji gelan re demokrasî û edalet'. Ev banga berxwedan ye! Me biryar da ku em Bernameya Têkoşîna Demokratîk bidin destpêkirin. Hûn dizanin ku em ji meha Hezîranê û heta niha di nav çalakiyên domdar de ne. Bernameya Têkoşîna Demokratîk ku me niha amade kiriye, gavek nû ye. 
 
Ji ber em demokrasiyê dixwazin, asimîlasyonê reddikin, civakê diparêzin êrişê me dikin.
 
EM NAXWAZIN GIRTÎGEH Û GORISTAN TIJÎ BIBIN
 
Em naxwazin girtîgeh û goristan tije bibin. Em naxwazin beroşên li mitbexan vala bimînin. 
Ev bername ji bo pêşeroja zarokên me ye. Bi vê bernameyê, em xwedî li keda xwe derdikevin. Em dizanin zordar jî bêçare ne û êrişî me dikin. Em sedema êrişên wan dizanin. Ji ber ku em demokrasiyê dixwazin ew êrişî me dikin. Ji ber ku em li hemberî pişaftinê têkoşînê dimeşînin û red dikin, civakê diparêzin, hêza demokrasiya herêmî esas digirin em îro rastî êrişan tên. Ji ber ku em mafê karkeran dixwazin, em doza zimanê dayikê dikin, ew êrişî me dikin.
 
SEBRA ME ÊDÎ NEMA YE
 
Werin em li hemberî faşizmê tifaqa gelan ava bikin
 
. Lê sebra me êdî nema ye. Lewma em bangî raya giştî dikin û dibêjin; Tevgera me ya hêvîdaran e û cihê me ne li qesrane. Em li kolanan in. Em Xwediyê heqîqetê ne. 
Werin em li hember tifaqa faşîzmê, tifaqa gelan bi hev re ava bikin. Em ji îro û şunde pêvajoyeke bênavber a çalakiyan didin destpêkirin. 
 
Geşedanên li Başûr me xemgîn dikin, gelê me ne şer li benda yekitiyê ye 
 
Mijareke me ya girîng jî rewşa Başûrê Kurdistanê ye. Geşedanên dawî yên li Başûr, mixabin me hemûyan xemgîn dike. Ne şerê navxweyî, îhtimala şerê navxweyî jî gelê me dixe nav metirsiyan. 
 
GEL BI LENDA YEKÎTÎ Û AZADIYÊ YE
 
Gel li benda azadiyê ye, li benda yekîtiyê ye. Ne li benda şer û aloziya navxweyî ye. Mixabin aloziyên di navbera hêzên Kurd de hemû destkeftiyên Kurdan dixe bin talûke û xeteriyên mezin. 
 
Şansê Kurdan nîne ku vê sedsalê jî winda bike 
 
Gelê Kurd ji bo wan destkeftiyan têkoşîneke pir mezin da. Bi salan e gelek bedel hatin dayîn. Şansê Kurdan nîne ku vê sedsalê jî wenda bike. Ji bo wê jî em geşedanên li Başûr bi xemgînî û bi fikar dişopînin.  Em îro dibînin ku gelê Kurd li her parçeyî bi êrişên mezin re mixabin rû bi rû ye. 
 
DEWLETÊN DERDORÊ NAXWAZIN KURD BIBIN YEK
 
Dewletên derdorê, dixwazin di vê sedsalê de jî Kurdan bê maf bihêlin. Loma jî naxwazin Kurd yekîtiya xwe pêk bînin. Dixwazin Kurd belav bin, parçe bin û ji bo vê jî nakokiyên navbera Kurdan mezintir dikin. 
 
Dem dema parastina yekîtiya Kurdan e
 
Rêveberên Kurdan, partî û saziyên Kurdan li hemberî van polîtîkayan, îro di bin berpirsyariyeke dîrokî de ne. Her kes li hemberî dîrokê û li hemberî miletê Kurd berpirsyar e. Erka sereke ya hemû sazî û alî û partiyên Kurdan bihêzkirina diyaloga nav Kurdan de ye. Divê hemû partî îro zêdetir ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bixebitin. Ne dema şerê navxweyî ye. Dem dema parastina destkeftiyên Kurdan e. Dem dema yekîtiya kurdan e.
 
EM BANG LI SEROKÊN KURDAN DIKIN
 
Bila Serokên Kurdan bibin pêşengê yekîtiyê
 
Em wek HDP banga diyalog û danûstandinê li hemû aliyên Kurdan dikin. Em bang li serokên Kurdan dikin ku ew bibin pêşengên yekitiyê. Divê Kurd ji her demê zêdetir bi hevdu re diyalogê deynin... Ji bo aştî û aramiya Kurdan wek HDP çi dikeve ser milê me, em amade ne. Li ser vê esasê em dikarin xebatek bimeşîn in. Carek din em ji hemû aliyên Kurdan re dibêjin, Dem dema yekitiyê û azadiyê ye. 
 
Gunay, pirsa "Kemal Kiliçdaroglu got  ku dixwazin di navbera me partiyek derxîn in. Got ku li aliyê din dixwazin ji nav HDP’ê jî partiyek derxin. Hun van gotinên Kilicdaroglu çawa dinirxîn in?" bersivand û wiha got: "
 
Kes nikare ji nav HDP partiyek din derxe, partiyek ava bike. HDP partiyek pir xurt e, ev nêrîna wî ye. Lê bingeha vê yekê tûneye. HDP partiyek demokratîk e, her niqaş bi awayek demokratîk dikare xwe îfade bike. HDP bi fikra yekîtiyê li ser piyan e û karê xwe dimeşîn e." 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/11/2020
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer
09:03 Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
08:26 Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
08/11/2020
20:38 Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:28 Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir
19:11 Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin
15:57 Qeyûmê Qersê midurên daîreyan ji peywirê girt
15:55 Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin
15:34 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
14:17 Ji Koca hişyariya rûpoşan
13:58 Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
13:32 Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
13:00 Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin
12:44 Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt
12:43 Testa Hevşaredarê girtî Çalişkan pozîtîf derket
12:22 Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin
11:36 Li Edeneyê 3 kes hatin berdan
10:48 Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan
09:20 Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz
09:11 Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin
09:10 Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye
09:09 Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê
09:08 Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin
09:05 Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet
09:04 Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin
09:03 Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
09:02 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN
07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse