ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 7 Mijdar 2020
  • |
img

* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku bi çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018'an de ku 200 rojan dewam kir, qewarek mezin li polîtîkayên tecrîd hat vekirin û got: "Ez di wê hêviyê de me ku bi têkoşîna gelan wê tecrîda mutleq bê şikandin."

* Damezrênerê Altkat Sanatê Nevzat Sus, anî ziman ku ji roja ku şewb dest pê kiriye heye niha li ser sehneya xwe lîstikek jî nelîstine û lîstikvan Selver Çavûş jî got, kesên dixwazin şano bên girtin şewb bûye fersnd ji bo wan. 
 
* Aborîzan Ahmet Şahînoz, diyar kir ku heger şewb biqede jî dê di warê aborî de bandora wê demeke dirêj dewam bike û got, heya bidawîbûna pandemiyê rawestandina deynan ne çare ye û dibe ku ev krîz sedema destpêkirina pêvajoyeke krîza bankeyan. 
 
* Esnafên ku ji ber şewata li Bazara Rûs a li Qerqeliyê degehên wan ji dest wan çûn, xwestin piştgiriya wan bê kirin û gotin: "Ji niha pê ve dê kes nikaribe nan bibe mala xwe." 
 
* Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, bal kişand ser îfadeya eskeran a derbarê kuştina Şeralî Derelî û nakokiyên derbarê cihê bûyerê da û got, di mirinên li sînor de îhmalkarî ya dewletê ye. 
 
*  Li Goristana Taxa Ormanê ya Geverê, polîsan 6 caran gor xera kiribûn. Di êrîşa li ser goran de gora Suleyman Aksû jî hat xerakirin ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatan sal û nîvek berê gilî kiribûn, lê belê hîn jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye. 
 
* Jinên ku şideta li jinê tê kirin û kuştina jinan wekî "qirkirinê" nirxandin, ji bo 25'ê Mijdarê li dijî şideta ku mêr li jinan dikin bang kirin û gotin: "Em faşîzmê birûxînin, azadiya xwe bi dest bixin." 
 
* Dadgeha Îstinafê ji bo 19 hezar TL cezayê pereyî yê li polîsê ku birayên hev Mûhammed ê 7 salî û Fûrkanê 6 salî bi panzêrê eciqandibû û kuştibû, gotibû "guncan" e. Dayika her du zarokan nerazîbûna xwe ya ji bo biryara navbirî anî ziman û got: "Hewce bû, heta hetayê ceza li van kesan bihata birîn. Ev biryar nayê qebûlkirin. Xwedê ji wan re nehêle." 
 
* Li Wanê, MEBYA DER, wê derbarê girtîgehan de daxuyanî bi de çapemeniyê. (11.00)
 
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk a dema nû de, wê Gundê Kerpîç a Haymana ziyaret bike. (12.00)
 
* Dayikên Şemiyê, wê çalakiya xwe ya hefteya 815'an, ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar bixe. (12.00) 
 
* Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, wê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 612'emîn de, li dar bixe. (12.00)
 
* Parêzvanên mafê mirovan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Stenbolê di hefteya 450'emîn de çalakiya "Rûniştina F" û li Enqereyê jî di hefteya 322'yemîn de, wê li avahiya  Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê çalakiyê li dar bixin. (13.30-14.00) 
 
* Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîsên TJA'yê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê wê çalakiyan li dar bixin. (12.00 -15.00) 
 
 
 
 

Sernavên din

10/11/2020
14:19 Psychology Kurdî bi dosyeya ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’ derket
14:09 Li Êlihê dormîşa karkeran qeza kir û 14 kes birîndar bûn
13:56 Ji ber girtina fermandarên sînor kir nûçe lêpirsîn li Kanbal vekirin
13:24 Walîtiya Şirnexê derbarê binçavkirina HDP’iyan de daxuyanî da
12:04 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
12:02 103 can hatin bibîranîn: Bi têkoşînê serkeftin çêdibe
11:58 HDP'ê ji bo 'çareserkirina krîzê' civîna giştî daxwaz kir
11:36 2 rêveberên HDP'ê yên Erziromê hatin binçavkirin
11:32 Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da
11:26 Emîrê ku li benda hucreya kok bû jiyana xwe ji dest da
10:51 Berwarî: Çareseriya krîza Tirkiye û PDK'ê Ocalan e
10:34 Li Wanê qezaya trafîkê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
10:33 Ceza dan reklamkerê ku pankartên Apê Mûsa û Ûgûr Kaymaz çap kir
09:54 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP'ê xebata stîcker
09:01 Li Dersimê 165 roj in çalakî qedexe ne
09:01 Yuceer a CHP'î: Em budçeyeke li gor asasyên zayenda civakî dixwazin
09:01 Ji bo zexîreyên ewledar li hev kom bûn
09:01 ‘Me şideta veşarî ya li nav malê aşkere kir'
09:01 Nîviyê malbata sûriyeyî li parkê radizê
09:01 9 meh şûnde biryar teblîxî girtî kirin
09:01 Hevjîna girtiyê nexweş: Dewlet dixwaze hevjînê min bimire
09:01 Xwendekar: Em bi xetereyê re rû bi rû ne
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2020'AN
09/11/2020
19:50 Îro 85 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:12 Hevserokên HDP'ê yên Osmaniyeyê hatin girtin
17:10 Civîna Bexda û Şengalê bi dawî bû: Rêveberiya xweser helwesta xwe nîşan da
17:01 Li Mêrdînê 2 serokên berê hatin girtin
16:21 Daxwaza ‘Bila cînayetên kar di cezayên giran de bên dîtin” hat redkirin
16:04 HDP'ê banga îstifakirinê li Erdoğan kir
15:55 Keştiya penaberan noqî avê bû
15:33 Di bin çavan de ferzkirina sîxûrtiyê
15:16 Berteka li dijî binçavkirina mamosteyan: Mafên demokratîk tên krîmînalîzekirin
14:27 Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê: HDP'ê çok neşikand û wê neşikîne
13:27 Ji ber ragihandina binpêkirinan hevdîtinê li girtî qedexe kirin
13:03 Doza rojnameger Demîr hat taloqkirin
12:52 14 mamoste hatin berdan
12:21 Rojnameger Orûç tehliye bû
11:58 Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn
11:13 Xebatkarekî tenduristiyê ji vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
11:02 Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake
10:40 Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin
10:18 Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt
10:15 Jinên mexdûrê erdhejê xwestin pêwîstiyên wan bên bersivandin
09:09 KKP-PDK-T: Şerê navxweyî wê xizmeta dagirkeran bike
09:08 Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin
09:04 Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer
09:03 Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2020'AN
08:26 Li Cizîrê serdegirtinên malan: 10 kes hatin binçavkirin
08/11/2020
20:38 Ji vîrûsa koronayê 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan
19:28 Wezîrê Darayî û Xezîneyê Berat Albayrak îstifa kir
19:11 Li dijî tiryak, fihûş û veguherîna bajaran bang kirin
15:57 Qeyûmê Qersê midurên daîreyan ji peywirê girt
15:55 Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin
15:34 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
14:17 Ji Koca hişyariya rûpoşan
13:58 Şêniyên Sinûnê li dijî peymana Hewlêr û Bexda meşiyan
13:32 Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin
13:00 Mezlûm Abdî: Biden û cîgira wî Harris pîroz kirin
12:44 Piştî malbat li pêş HDP'ê rûniştin polîsan 20 caran bi ser HDP'ê de girt
12:43 Testa Hevşaredarê girtî Çalişkan pozîtîf derket
12:22 Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin
11:36 Li Edeneyê 3 kes hatin berdan
10:48 Kolberê ku eskeran birîndar kiribû hat berdan
09:20 Rewşenbirên Ezidî: Tirkiye û PDK naxwazin em bibin hêz
09:11 Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin
09:10 Jina ku agir bi mala wê ket, li benda alîkariyê ye
09:09 Dosyeya Bal ê ku 290 roj in winda ye, şandin AYM'ê
09:08 Xwediyê Ûmût Kîtapeviyê Seferî Yilmaz: Armanca wan, gel koçber bikin
09:05 Karaoglan a TJA'yî: Em xwe diparêzin li dijî polîtîkayên şerê taybet
09:04 Banga ji bo budçeyê: Em gotina xwe bi hev re bibêjin
09:03 Karkerên tersaneyê: Ji bo patronan a muhîm ne tenduristiya karkeran, qezenc e
09:02 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2020'AN
07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend