* Lîseyiyên Şoreşger, anîn ziman ku rizandin û herifandina di pergala perwerdehiyê de, bi şewba Covîd-19'ê tam aşkere bûye û gotin, ji ber ku tevdîr baş nehatine girtin prwerdehiya rû bi rû ji bo wan cihê xetereyê ye.
* Rewşa girtiyê nexweş Abdûrrahîm Demîr ku 23 sal in girtiye, nebaş e. Hevjîna wî Nezahat Demîrê got: "Qey dewlet dixwaze kesên ku nikaribû wan li derve biqedîne, dê bi vî awayî biqedîne?"
* Dadgeriya Înfazê ya Cezayî, derbarê girtiyekî de biryarek dabû. Lê belê îdareya Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê, 9 meh şûnde biryar teblîxî girtî kiriye.
* Di erdheja Îzmîrê de xaniyê malbata sûriyeyî El Hasan jî texrîb bûbû. Malbata El Hasan malbateke qelbalix e û tenê konek dane wan. Ji ber vê nîviyê malbatê li parkê radizê.
* Kampanyaya "Em Xwe Diparêzin" a TJA'yê didome. Aktivîsta TJA'yê Gulîstan Sonuk, anî ziman ku eleqeyeke zêde ji bo kampanyaya wan heye û got, di dema kampanyayê de şideta veşarî ya li malê li jinan tê kirin aşkere dikin.
* Ozge Kamîloglû, anî ziman ku ji bo mirov bi rihetî zexîreyên ewledar peyda bikin Kooperatîfa Piştevaniyê ya Rûyê Erdê ava kirine û got, armanca wan ew e ku her kes karibe bi erzanî zexîreyên ewledar peyda bike.
* Parlementera CHP'ê Candan Yuceer, ji bo hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê anî ziman ku tê xwestin desteftiyên jinan ji holê bên rakirin û got, ew ê her tim budçeyeke li gor asasên zayenda civakiyî biparêzin.
* Li Dersimê her 15 rojan carekê çalakî tên qedexekirin. Qedexeya navbirî 165 roj in didome. Nûnerên partiyên siyasî qedexeya tê danîn wekî pêkanîneke kêfî nirxandin.
* Fîlmê anîmasyonî yê bi navê "Bêjan li Heskîfê" tê amadekirin. Pêşengê projeyê Behmen Dogû anî ziman ku dê fîlmê navbirî bibe fîlmê herî mezin ê anîmasyonî û got, zarok hem wê hînî zimanê kurdî bibin hem jî wê wextine xweş derbas bikin.
* HDP û CHP komcivînên xwe pêk bînin.
* 10'emîn danişîna doza Eylem Tîller ku ji aliyê hevjîn û dayika hevjînê xwe ve hatibû kuştin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin. (10.00)
* Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, di meha 61'emîn a Komkujiya Enqereyê de li Qada Garê bernameyeke bîranînê li dar bixe. (10.04)
* Partiya Şoreşger, ji bo endamê xwe Parêzer Sîna Varlik, li avahiya partiya xwe ya Enqereyê civînê çapameniyê li dar bixe. (12.00)
* DÎSK, wê li Mersîn û Stenbolê têkildarî qanûna torbe ku li meclisê li serê hevdîtin tên kirin daxuyanî bide. (12.30)