Psychology Kurdî bi dosyeya ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’ derket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 11’an a kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî derket û vê carê dosyeya “Koçberî û derûniya koçberiyê” pêşkêşî xwîneran dike û rave dike.

 
Kovara Psychology Kurdî bi vê hejmarê 4 salan li pey xwe dihêle û dikeve sala xwe ya 5’an. Ev 4 sal in kovar di bin banê Ajans J&J’yê de derdiket lê wê ji vê hejmarê pê ve êdî di bin banê weşanxaneya Avestayê de xebatên xwe bidomîne.
 
Kovara Psychology Kurdî di vê hejmara xwe ya 11’an de berê xwe daye dosyeya “Koçberî û derûniya koçberiyê.” Kovar bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser mijarên girîng rawestiya ye.
 
Mijarên di hejmara 11’an de ne wiha ne:
 
Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan bi nivîsa xwe ya “Psîkoterapî di Civaka Pir-çandî de” ku Aydın Rengîn ji îngilîzî wergerandiye, behsa koçberî û qonaxên koçberiyê, pevçûnên nifşî û nasnameyê, di peywenda navçandî de dermankirina psîkoterapîk dike.
 
Prof. Dr. Safiye Yıldız di sala 1979an de koçî Almanyayê kiriye û li wir dijî. Hemwelatiyeke Almanyayê ye ku “bi eslê” xwe ji koçberên nifşê duyem e. Li ser polîtîkayên koçberî, navçandî û pir-çandiyê xebat û lêkolînan dike. Bi vê mebestê me jî pê re hevpeyvînek kir ku pirzimaniyê, pir-çandîtî û têkiliya wê bi zimên re, rola zimên di avakirina nasnameyê de bi hûrgulî rave dike.
 
Prof. Dr. Renos Papadopoulos akademîsyen, analîst û lêkolînerek e û herwiha şêwirmendiya mirovên ku bi şer, tundiya polîtîk û karesatên din trawmatîze bûne dike. Bi nivîsa xwe ya “Tûrikê Koçberiyê” ku Leyla Turhan ji îngilîzî wergerandiye li ser malê, windakirina malê, nasname û trawma, xweragirî û pêşketina aktîvasyona zehmetiyan radiweste.
 
Psîkiyaterîst Dr. Azad Dildar di qadên terapiya psîkodînamîk, terapiya trawmayê û terapiya reftarî ya venasînî de perwerde dîtiye û bi mirovên koçber re jî xebat kirine. Ûsiv Biyanî pê re hevpeyvînek li ser têgeha koçberiyê, bandora we ya derûnî, şîn û windayiyên koçberan, nasname, xerîbî, nexweşiyên derûnî yên koçberan kiriye.
 
Derûnnas Beritan Güneş, bi nivîsa xwe ya bi navê “Zayend, Zayendî, Nasnemaya Zayenda Civakî, Meyldariya Zayendî; Ferdên Lgbtî+”yê ji xwendevanan re mijarên zayend, zayenda civakî, zayendîtî, mirovên întersex, nasnameya zayenda civakî dinirxîne.
 
Pispora Xizmeta Civakî Gulperî Gunduz, bi nivîsa xwe ya “Xizmeta Civakî ya Psîkiyatrîk” pênaseya xizmeta civakî ya psîkiyatrîk dike û nêzîkahîtêdanên tendirustiya derûnî û xizmeta civakî ya psîkiyatrîk, peywenda nexweşiyên derûnî ya civakî, rol û berpirsiyariyên pisporên xizmeta civakî yên psîkiyatrîk pêşkêş dike.
 
Derûnnas Merve Kurt, bi nivîsa xwe ya “Resimandina Penaberên ji Sûriyeyê di Kovarên Karîkaturan de yan jî “Ez Yekî Din e” ku Yasin Duman ji tirkî wergerandiye, awayên terîfkirina “ê din” (an jî xerîb), di bin navê derûnnasiya rexneyî ya rabêjî de bi çarçoveya xerîbkirin û empatiyê dinirxîne. Ji bo vê jî karîkaturên kovar û rojnameyên ji îdeolojiyên cuda tên analîzkirin.
 
Herwiha Lêkoler-Edîtor Atakan Yorulmaz bi nivîsa xwe ya “Hizra Nediyariyê di Dema Pandemiyê de: Derbarê Subje, Diltirsî û ya Dijîtal…” ku Abdulsıttar Özmen ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Bawer Merih Mermertaş bi nivîsa xwe ya “Di Navbera Valahî û Arezûyê de Neo: Parçeyek ji Matrîxê û Destpêka Pêvajoya Dahûrînê” ku Kenan Örmek ji tirkî wergerandiye, Îvan Îvîc bi nivîsa xwe ya “Lêv Sêmyonovîç Vîgotskî” ku Usibê Bêmal ji îngilîzî wergerandiye, Xwendevanê Beşa Derûnnasiyê Ferdi Okyay bi nivîsa xwe ya “Reftarên Berevaniyê wekî Alavên Bişaftinê”, Derûnnas İsmail Güven bi nivîsa xwe ya zazakî “Mekanîzmayê Pawitişî”, Matthias Horx bi nivîsa xwe ya “Cîhana Piştî Koronayê” ku Avdo Karataş ji almanî wergerandiye, Derûnnasa Pispor Hataw Ahmad Sharif bi nivîsa xwe ya “Stîgmatîzasyon û Têkiliya Wê bi Nexweşên Derûnî re” ku İrfan Alkan ji soranî wergerandiye, Şêwirmendê Derûnî Erdal Gül bi nivîsa xwe ya “Û Ziwan Koç Kerd”, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn bi nivîsa xwe ya “Feyde û Destkeftiyên Perwerdehiya Entegrasyonê” bi xwendevanan re ne û mêvanê “Pirs û Bersiv”ê jî yê vê carê nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî ye.

Sernavên din

13/11/2020
09:50 Dadgehê biryara beraeta polîsê ku Ozbahçecî kuşt xera kir
09:16 Dema diçin gund têkiliya wan bi cîhanê re qût dibe
09:15 Tûrgût: Şerê di navbera kurdan de dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike
09:11 Bijîşk Yavîç: Tabloya firûzeyî veguherî tabloyeke tarî
09:11 Muzîkjenên ku êdî nikarin debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin
09:11 Xebatên Rêya Hermûşê zerarê dide esnafan
09:11 Ûgûrlû: Têkbirina bloka AKP-MHP’ê bi têkoşîna hevgirtî pêkan e
09:11 Israra Ocalan a ji bo çareseriyê
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'AN
12/11/2020
22:29 Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyana xwe ji dest da
19:47 88 kesên din jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan
16:58 Endamên DAKAP’ê ligel astengiya polîsan jî çîrokên jinan xwendin
16:12 Li Mûglayê binefserek jinekê qetil kir
16:01 Li Cizîrê 12 kes serbest hatin berdan
15:58 Bi çekên cerdevanan şerê erd kirin: Kesek giran 3 kes birîndar bûn
15:41 Girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest dabû li Meletiyê hat definkirin.
15:13 Hevdîtina HDP’ê ya bi jinên elewî re: Rêya tekane hatine gel hev e
15:12 Ji bo Dersimê ji Meclîsê daxwaza lêpirsînê hat kirin
14:59 Li Mêrdînê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
14:43 Li Mêrdînê 7 gund kirin karantînayê
14:06 Dayikên Aştiyê bangî hêzên kurdan kirin: Em xwîna hev ne rijînin
13:25 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê bi dawî bû
12:56 Gundiyan kuştina kewan asteng kir
12:32 21 girtiyên nexweş di sêgoşeya dozger ATK û nexweşxaneyê de mirin
12:15 Sewalkar li dijî astengiyan di çalakiyê de ne
11:42 Li Îzmîrê qetilkirina jinekê
11:05 Cenazeyê Şahîn a ji Goristina Bêkesan hatibû girtin hat definkirin
10:33 Tiryakî: AKP ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên xwe ‘Qanûna Hilbijartinê’ diguherîne
10:20 Ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da, lê gotin mirina bi xwezayî
09:27 Li Meletiyê jinek hat qetilkirin
09:09 Qeyûm nûnerê TUGVA kir midûrê hiqûqê
09:09 Tarim Orkam-Sen: Polîtîkaya çandiniyê îflas kiriye
09:08 Polîs li Dayangaçê ku 2 sal berê kuştibûn digerin!
09:08 ‘Barê têkoşîna li dijî şewbê li ser milê karkeran bar kirin û dane ber însafa patronan'
09:07 Prototîpa ewil a Gûantanamoyê: Îmralî
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2020'AN
11/11/2020
21:52 Girtiyê nexweş Berktaş jiyana xwe ji dest da
20:12 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 402 hezar û 53
18:34 Girtiyê 82 salî nayê tedawîkirin
17:10 'Em ê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin’
16:59 TJA’ê serdana karkerên tekstîlê kir
16:52 HDP'iyan li Wanê civîna gel li dar xist
16:47 83’emîn salvegera qetilkirina Seyît Riza: Em ê nedin jibîrkirin
16:28 Polisên ku rêya rojnamegeran birîn gefên şewitandinê li wan xwarin
16:28 Beştaş: Wê li ser Înstagramê hêj gelek nûçeyên îstîfayê werin
16:27 Ji ÎHD’ê derbarê mirina Baga de rapor: Leşkerên Îranê sûcê şerê navneteweyî kirin
15:50 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê bin
15:25 Hejmara mijdarê ya Kovara Zrîng derket
15:19 Li Mêzgêrê qezeya trafîqê
14:47 Ji jinan piştevaniya 25’ê Mijdarê
14:38 Endamê PM’a HDP’ê Aydin hat berdan
14:33 Rojnamevan Orûç: Ez îro li pêşberî kamerayê me sibê jî ez ê li pişt kamerayê bim
14:32 Ji bo Endama Komeleya Jinan a Rosayê Çoşkûn daxwaza ceza
14:10 Bêaramiya ji bêkariyê ya Waliyê Amedê!
13:33 HDP’ê serdana esnafê Bazara Rûs ku dikanên wan şewitîn kir
13:28 DÎSK: Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome
13:28 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Endama Komeleya Jinan a Rosayê Gezgor
13:05 ‘Piştî erdhejê penaber bi cihêkariyê re rûbirû mane’
12:07 Li Dersimê operasyoneke leşkerî dest pê kir
11:48 Tankêr û kelek li hev qelibîn
11:47 Hevşaredara Qersê Alaca sewqî girtîgeheke din kirin
11:27 Li Mêrdînê bernameya 25’ê Mijdarê hat eşkerekirin
11:27 Serlêdana parêzeran red kirin
11:06 Li Girtîgeha Rihayê hejmara girtiyên bi vîrûsê ketine derket 15’an
10:41 Wezîr Gul pirsên têkildarî girtîgehan bêbersiv hişt
10:39 Dadgeha Îstînafê îtîraza li dijî cezakirina hevşaredaran red kir
10:21 Gergerlîoglû: Pêdiviya Tirkiyê ne bi girtîgehan bi pêşketin û fabrîkayan heye
10:13 Li Pentagonê li pey hev îstifa hatin
09:55 Hejmara 7’an a kovara Folklorame derket
09:05 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan ragihandin cezayê dîsîplînê birîn
09:05 Di 10 mehan de serdana hezar û 110 malbatan kirine û 500 kesî kirine endam
09:05 Înîsyatîfa Peymana Stenbolê ya Kocaeliyê: Em ê têkoşînê dorfirehtir bikin
09:05 Li Okmeydaniyê li dijî tiryakê Platforma Demokrasiyê ava kirin
09:05 Êrişî ciwanê bû endamê HDP’ê kirin
09:04 14 sal in nexweşiya lê peyda bûye nayê teşxîskirin
09:04 Banga PÎA'yê ya ji bo yekîtiyê: Divê meclîseke îstîşareyê were avakirin
09:04 'Dibe ku dadgeh ev maf dabe te, lê dewlet vî mafî nade te'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2020'AN
10/11/2020
20:45 Li Cizîrê 5 kes hatin berdan
19:39 Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bi ser 11 hezarî ketin
17:47 Xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram hat binçavkirin
16:36 Odeya Tabîban: Stenbolê Wuhan derbas kir
16:00 Dadgehê ji zarokên hatibûn tecawîzkirin rapora ‘îtîbarê’ xwest
15:45 DÎSK: Em li qadan e dê rê nedin dest bidin qidemê
15:41 Partiya Şoreşger: Em ê hemû bi hev re li dijî êrişan derkevin
15:35 Parêzerê got Kurdistan 2 sal şûnde doz lê vekirin
15:19 'Bi girtina rojnamevanan hûn nikarin ser rastiyan bigirin’
15:12 Gunduz ê hat îdîakirin ku hatiye revandin, derket holê ku di bin çavan de ye
15:12 TJA'yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de fîlm nîşan da
14:48 Girtiyan 5 hezar car serî li Meclîsê dan
14:48 Sancar: Lazim e Erdogan tevî kabineya xwe îstîfa bike
14:41 Li dijî beraeta polisan serî li Dadgeha Bilind hat dayîn
14:36 Ji Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê 5 HDP'î ji peywirê hatin dûrxistin
14:19 Psychology Kurdî bi dosyeya ‘Koçberî û derûniya koçberiyê’ derket
14:09 Li Êlihê dormîşa karkeran qeza kir û 14 kes birîndar bûn
13:56 Ji ber girtina fermandarên sînor kir nûçe lêpirsîn li Kanbal vekirin
13:24 Walîtiya Şirnexê derbarê binçavkirina HDP’iyan de daxuyanî da
12:04 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
12:02 103 can hatin bibîranîn: Bi têkoşînê serkeftin çêdibe
11:58 HDP'ê ji bo 'çareserkirina krîzê' civîna giştî daxwaz kir