* Prototîpa ewil a Gûantanamoyê Girtîgeha Îmralî ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal in di vê girtîgehê de ye. Ocalan, ji bo vê girtîgehê dibêje "pergala sêstûnî" û wê wekî "Hêleke wê DYA, hêleke wê Ewropa û hêla wê ya din jî Tirkiye ye û pergaleke xweser û kûr" pênase dike.
* Berdevka Platforma Şaxên Sendîkayên Karkeran a Stenbolê Banû Tûna anî ziman ku îqtidar têkoşîna li dijî şewbê li ser milê karkeran bar kiriye û daye ber însafa kardêran û got: "Heger hûn bar hemû bidin ser milê karkeran, hûn ê nikaribin pêşî li ber şewbê bigirin."
* Du sal berê polîsan di avêtia ser malê de Nacî Dayangaç kuştibûn. Niha jî lê digerin. Bira Feyzûllah Dayangaç got: "Pêşî birayê min kuştin, niha jî tên dipirsin dibêjin 'ka li ku ye.'"
* Serokê Giştî yê Tarim Orkm Senê Ahmet Keleş, paya ku di budçeyê de ji bo çandiniyê hatiye veqetandin rexne kir û got: "Gava em li du salên dawî dinêrin, em dibînin ku tevahiya budçeyê li qesrê ye. Bêyî ku fikra sendîkayan bê girtin tê amadekirin. Bêtir ji bo hêla kedxwariyê dike vediqetînin."
* Nebahat Îşçî ku di temenê xwe yê biçûk de hatiye zewicandin û niha tevlî kampanya TJA’ya ya “Em xwe diparêzin” bûye, diyar kir ku ji bo bi hezaran jinên tundî li wan tê kirin têdkikoşe.
* Qeyûmê Şaredariya Nisêbînê Emrullah Temizkan, Nûnerê TUGVA yê Mêrdînê Mesut Çetin wekî Midûrê Karên Hiqûqê peyvirdar kir.
* Danişîna doza bi îdîaya "Heqaret li Serokkokariyê kiriye" ya darbarê Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag de hatibû vekirin, wê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza 39 eskerên ku ji ber di Operasyona Vegera Jiyanê de bûn sedama mirina mirovan, wê li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê bê dîtin. (10.30)
* Komeleyên Herêmê, Komeleya Alimên Dîn û Platforma Dayikên Aştiyê, wê derbarê pirsgirêk û rageşiya tê xwestin ku di navbera kurdan de çêbe de, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
* Cenazayê girtiyê nexweş Sitki Bektaş ê di Girtîgeha Tekîrdagê de jiyana xwe ji dest da, wê li Taxa Dîlek a girêdayî navçeya Çermiktî ya Meletiyê bê definkirin. (12.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê, wê li Enqerê bi Jinên Elewî re bicivin. (13.00)