Prototîpa ewil a Gûantanamoyê: Îmralî

  • rojane
  • 09:07 12 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL - Prototîpa ewil a Gûantanamoyê Girtîgeha Îmralî ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal in di vê girtîgehê de ye. Ocalan, ji bo vê girtîgehê dibêje "pergala sêstûnî" û wê wekî "Hêleke wê DYA, hêleke wê Ewropa û hêla wê ya din jî Tirkiye ye û pergaleke xweser û kûr" pênase dike. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin. Hêzên kapîtalîst ji bo ku "Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk" a Ocalan pêk neyê li Îmraliyê tecrîdeke giran pêk tînin. Ji bo vê jî Pergala Îmraliyê tê gotin. 
 
Berî ku Ocalan radestî Tirkiyeyê bê kirin di 4'ê Sibata 1999'an de rayedarên CIA'yê tên Tirkiyeyê û ew û MÎT'ê protokoleke veşarî îmze dikin. Di çarçoveya vê protokolê de, di heman rojê de Girava Îmraliyê tê valakirin û ji bo Ocalan tenê tê de bimîne ji nû ev tê avakirin. Gava di 15'ê Sibata 1999'an de Ocalan li Balafirgeha Naîrobiyê radestî endamên MÎT'ê tê kirin, wî bi balafirê tînin Tirkiyeyê û sibeha 16'ê Sibatê jî wî dixin vê girtîgehê. 
 
ROLA DYA'YÊ 
 
Girtîgeha Îmraliyê ku awayê rêvebirina wê bi protokoleke veşarî hat diyarkirin, di destpêkê de qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî lê hatin bêhikimkirin û bû qadeke bêhiqûqiyeke mutleq. Di 21 salên derbasbûyî de, di warê diyarkirina polîtîkayên derbarê şert û mercên fizîkî yên Ocalan de rola sereke ya DYA'yê ye. Rola YE'yê jî ew e ku bi pesendkirina biryara DMME'yê hişk ku Ocalan bi awayekî "qorsanî" ji Kenyayê vê revandin. Li gel vê rola wê ya din jî ew e ku pêkanînên li Girtîgeha Îmraliyê kontrol bike. Rola Tirkiyeyê jî gardiyanî û notirvaniyê bike ku Ocalan gelek caran ev yek aniye zimên. 
 
GIRTÎGEHA EWIL A BI AWAYÊ GÛANTANAMOYÊ 
 
Avakirina Girtîgeha Îmraliyê, di asasê xwe de xwe dispêre feraseta Guantanamoya DYA'yê. Gûantanamo, navê pergaleke îşkenceyê ye ku ji bo têkşikandina vîna muxalifên siyasî ye. DYA'yê pêşî bi awayekî "qorsanî" revandina Ocalan û hepskirina li Îmraliyê, ev pergal da destpêkirin û piştî raya giştî ya navneteweyî li ber vê bêhiqûqîtiyê xwe li bêdengiyê danî, ev yek di ser girava Gûantanamoyê de li hemberî muxalifên siyasî xist dewrê. Lewma Girtîgeha Îmraliyê, di heman demê de girtîgeha ewil a bi awayê Gûantanamoyê ye. 
 
Du taybetmendiyên van girtîgehan hene. Yek jê xwedispêre revandina bi awayê "qorsanî"  û ya dudoyan jî li van deran tu hikmên hiqûqên neteweyî û navneteweyî tune ne. 
 
ŞERT Û MERC 
 
Çendî ku Girtîgeha Îmraliyê wekî Gûantanamoyê bê nîşandan jî, lê belê şert û mercên wê pir giran in. Mesela li Gûantanamoyê malbat, parêzer û serdêr dikarin biçin girtîgehê û mafê girtiyan ê nameşandin, telefonkirin, faksşandin û telgrafşandinê heye. Lê belê li Îmraliyê tiştekî werê tune ye. Li cîhanê ji xeynî Ocalan ev şert û merc li tu kesî nehatine ferzkirin. Ev bi temamî pêkanîneke Girtîgeha Îmraliyê ye û pêkanîneke derî hiqûqî û qanûnî ye. 
 
PERGALA SÊSTÛNΠ
 
Ocalan, ji bo Îmraliyê dibêje bi pergaleke "sêstûnî" tê birêvebirin. Li gor Ocalan, stûnek wê DYA, stûnek wê Ewropa û stûnek wê jî Tirkiye ye û hêlinên vê pergalê yên xweser û kûr hene. Ocalan berê ji bo Girtîgeha Îmraliyê gotibû: "Girtîgeha Îmraliyê, ne wekî pergala girtîgehên din ên Tirkiyeyê ne. Pergala wê pir cuda ye. Statuya li girtîgehên din li vê derê pêk nayê. Statu û pergala li vê derê bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin. DYA'yê li gelek deverên din girtîgehên werê taybet çêkirine. Girtîgeha Îmraliyê jî ji aliyê DYA'yê bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin û girtîgehek e taybet e. Gava ev yek kiriye, serî li fikr û pesendkirina YE'yê jî daye û bi hev re şert û mercên vê derê diyar kirine. Divê mirov bi awayekî ji rêzê nêzî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) nebe. Divê mirov tenê wekî heyeteke ku çendê carekê tê û diçe, nebîne. Haya wan ji tiştên li vê derê diqewimin heye. Dibêjin navendeke krîzê ya girêdayî serokwezîrtiyê vê derê bi rê ve dibe, lê ne wisa ye. Ev der, rasterast girêdayî DYA'yê ye. Di destpêkê de biber nediketim bê çima rêziknameya girtîgehê li vê derê pêk nayê. Lê derket holê ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke di dirbê Gûantanamoyê de ye. Bi tiştên li vê derê tînin serê min, hin ders tên girtin. Dipivîn bê ka mirovek wê çi qasî li ber zext û zoriyan diyax bike." 
 
NÊZÎKATIYA CPT'YÊ 
 
YE'yê di rola xwe ya ji bo pergala Îmraliyê de tenê çend şîret li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê a Ewropayê (CPT) û DMME'yê kirin. Ev şîret qaşo ji bo başkirina şert û mercên girtîgehê bûn. Lê belê ev şîret jî pêk nehatin. Bereksê biryarên DMME û CPT'yê, Tirkiye şert û mercên girtîgehê girantir kirin. Meriv dikare bibêje ku ji girankirinê wêdetir jî tiştek kirin. Bi gotina rayedaran polîtîkaya "definkirina li Îmraliyê" esas hat girtin. 
 
Çendî ku parêzerên Ocalan di vî warî de hin serlêdan kiribin jî, lê belê ev qas sal in hîn jî DMME'yê tu biryar nedane. Her wiha çendî ku CPT'yê jî bal kişandiye ser daxwazên navbirî, lê belê cardin jî tiştek nehatiye kirin û bereksê wê ev yek cesareta Tirkiyeyê zêdetir kiriye. Ji xeynî çend hevdîtinên parêz û malbatan hema bibêje tecrîda bi temamî veguheriye "tecrîdeke mutleq." Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heya sala 2019'an nikaribûn hevdîtinan bi Ocalan re çêbikin. Ji 6'ê Cotmeha 2014'an ve hevdîtinên bi malbatê re hatin astengkirin û heyeta Îmraliyê jî ji Nîsana 2015'an heya niha nikare hevdîtinê pêk bîne. Ligel vê mafê nameşandin, telefonê, faksşandinê jî bi her awayî tên astengkirin ku heya niha ji xeynî hevdîtineke bi rêya telefonê hevdîtinên di vî warî de qet çênebûne. 
 
Ocalan ji bo şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê dibêje: "Mirov nikare 6 rojan jî di van şert û mercan de îdare bike. Me havêtine vê derê. Ez girtiyê barê wî herî giran ê cîhanê me. Di nav vê de rojava jî heye. Ê min daye girtin pergala cîhanê ay kapîtalîst e. Dewlet min wekî kozekê, wekî rehînekê di dest xwe de digire. Divê weziyeta ez tê de me werê bê zanîn. Ez dikarim vê yekê bi şibandineke vî awayî jî rave bikim; ez wekî kesekî ku girêdayî amûra hilmijandinê be, roja canê wan biaxwaze wê fîşê bikişînin. Jixwe girankirina tecrîdê tê wateya îdamê. Li cîhanê ji xeynî min kesekî ku di van şert û mercan de tune ye. Hew tenê nemirime." 
 
JI DARVEKIRINÊ XERABTIR
 
Her wiha gava Ocalan xistibûn Girtîgeha Îmraliyê nîqaşên ji bo darvekirinê jî bûbûn rojev. Lê belê ji dêvla darvekirinê wî xistin hucreyeke yekkesî ku li gor Ocalan wî xistine "tabûtekê" û li gor wî her du jî îdam in, tenê rêbazên wan cuda ne. Bi vî awayî biryar girtin ku wî hêdî hêdî bikujin. Ev polîtîka di 1'ê Hezîrana 2005'an de hîn bêtir hat girankirin û di bin navê "Rejîma Înfazê ya Muebeda Giran a Heta Mirinê" ev yek hat domandin. 
 
ASTENGKIRINA HEVDÎTINA MALBAT Û PARÊZERAN 
 
Ev polîtîkaya mirina hêdî hêdî her çû hîn bêtir hat girankirin. Mesela, di sala 2000'î de parêzer û malbat du saetan karibûn hevdîtinê pêk bînin, lê paşê kirin saete û ew jî bi hincetên wekî "rewşa hewayê nebaş e" û "keştî xerabe ye" kirin mehê carekê û saetekê. Paşê ev hevdîtin du mehan carekê an jî sê mehan carekê pêk hatin. Di orta sala 2005'an de jî hîn xirabtir bû. 
 
Bi qanûnên 1'ê Hezîrana 2005'an re hevdîtina malbatan kirin nîv saet û hevdîtinên parêzeran ku pir hindik pêk dihatin jî bi pêkanîneke menkirinê re rû bi rû man. Her wiha van salan ji ber fikr û ramnên xwe cezayê hucreyê jî lê hatin birîn, bi awayekî fizîkî êrîş birin ser û bi mirinê gef lê xwarin. Ligel vê mafê teduristiyê jî bi her awayî hat binpêkirin. Di sala 2009'an de jî pêvajoya mirina hêdî hêdî dest pê kir ku cihê wî teng kirin. Ocalan, ji bo vê gotibû "Darbeya 17'ê Mijdarê" û "koncala mirinê". Ji ber vê êdî Ocalan nikaribû xweşikî hewayê bistîne û ev yek tenduristiya wî xirabtir kir. 
 
‘DEFINKIRINA LI ÎMRALIYÊ' 
 
Polîtîkaya mirina hêdî hêdî di orta sala 2011'an de hat lezandin. Ewilî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kirin û parêzerên daxilî pêvajoya Osloyê bûbûn di 22'yê Mijdara 2011'an de hatin binçavkirin û girtin. Her wiha di 6'ê Cotmeha 2014'an de jî hevdîtina malbatê û wasî jî hat qedexekirin. Di Nîsana 2015'an de jî hevdîtina Heyeta Îmraliyê jî hat qutkirin. Bi vê re pêvajoya "tecrîda mutleq" dest pê kir. Rayedaran vê pêvajoyê wekî "Li Îmraliyê definkirina Ocalan" pênase kirin. Piştî darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hevdîtina parêzer, wasî û heyetê û pêwendîdanîna bi girtîgehê re qut kir. 
 
GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Bi grevên birçîbûnê yên di sala 2019'an de, piştî 8 salan cara ewil parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Piştî parêzer çûn Îmraliyê, Ocalan bang kir ku greva birçîbûnê bi dawî bibe. Di vê pêvajoyê de parêzeer bi giştî 5 caran hevdîtin pêk anîn. Ocalan, di hemû hevdîtinan de jî destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin amade ye. Piştî 5 hevdîtinên parêzeran, cardin hevdîtin hatin qutkirin. 
 
XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN 
 
Piştî hevdîtina bi rêya telefonê ya di 27'ê Nîsana 2020'an de ku cara ewil bû Ocalan mafê hevdîtina telefonê bi akr anîbû, heya niha tu xeber ji Ocalan nayên girtin. 
 
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayûmat

Sernavên din

15/11/2020
17:00 Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
16:43 Ji jinan çalakiya xeleka xemrî
16:26 Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bibe
16:21 ‘Em ê li dijî polîtîkayên dijminantiyê paş ve gav ne avêjin’
15:25 Rojnameya Xwebûn derket
14:57 Meclîsa Ciwanên Yekbûyî avakirina xwe îlan kir
14:00 'Cihê nivîskaran ne zindanin'
13:57 Leyla Guven: Têkoşîna kurdan ji desthilatdariyê re bû ye dert
13:23 Serokê MHP'ê yê navçeyê kurê xwe kuşt
13:02 Mertturk: Ji bo destxistina kolanan em bi hevre tebikoşin
12:22 Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
11:39 Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hat girtin
11:11 Bi perperokan ber bi cîhanek nû ve!
10:42 Sûstam: Li Tirkiyeyê ji nişkave dibe ku her kes bibe 'terorîst'
10:34 ‘Divê arşîvên Dersimê bên vekirin’
09:06 Hevdîtina wekîl-muwekîl sûc hesibandin û parêzer girtin
09:05 Girtiya nexweş ji ber êşa canê xwe nikare rakeve
09:04 ‘Jin êdî bêtirs şideta tê kirin bilêv dikin'
09:03 HDP, derbarê tecrîdê de bernameya çalakiyan amade dike
09:02 Ji ber ku tevli daxuyaniya li ser gorê bûn ceza li wan hat birîn
09:01 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2020'AN
14/11/2020
20:29 Di 24 saetên dawî de 92 mirin, 3 hezar û 116 kes jî pê ketin
18:48 Leyla Guven serdana Osman Şîban ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin kir
16:50 Polîsan ‘Konvoya Mor” asteng kirin
16:46 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Edeneyê hatin bibîranîn
15:27 TJA'yê li Sîlopyayê bernameya dengbêjiyê li dar xist
15:06 Ji bo girtiyê nexweş Ozdemîr bang li rayedaran hat kirin
15:04 Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk: Di 10 mehan de 453 jin hatine kuştin
14:47 Karkerên di çalakiyê de: Tê xwestin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin
14:39 Surucu: Qedexekirina şanoya kurdî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye
13:53 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji xwesteka edaletê bernedin
13:49 Yek ji kesên ku bi çeka cerdevanan birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
13:38 Di bin çavdêriya cerdevanan de dar hatin birîn
13:27 Hevserokê KNK'ê serdana Seroka Parlementoya Kurdistanê kir
13:21 Înîsiyatîfê xwest girtiyê nexweş ê bi koronayê ket were berdan
13:20 Surgeç ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
12:46 Di salvegerê de tayînkirina qeyûm şermezar kirin
12:16 Xizmên windayan li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn
11:42 TEV-DEM'ê banga pêkanîna kongreya neteweyî kir
11:32 Ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin
10:08 Li Bedlîsê operasyona leşkerî dest pê kir
09:05 Li GGM’a Wanê destdirêjî: 2 peywirdarên ewlehiyê hatin girtin
09:05 Tevî birayê xwe yê nexweş û du kurê xwe di konekê de dimîne
09:05 Bazariya fermandarê qereqolê ya ji bo tiryakê
09:05 Dengbêj: Yekîtiya neteweyî dê lîstikê pûç bike
09:05 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî dê damzerandina xwe ragihîne
09:05 Di 21 salan de hezar û 770 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome
09:05 Hîn jî kiryarên Selamet Yeşîlmenê aşkere nekirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2020'AN
13/11/2020
21:46 Balafirên şer Qendîl û Biradostê bombebaran kirin
20:05 93 kes mirin, 3 hezar û 45 kes jî pê ketin
16:04 Rêxistinên Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:50 Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê hat binçavkirin
15:39 Di serdegirtina malan de sîleh xistin serê zarokan!
15:13 Ocalan ê HDP’î: Divê ciwan pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
14:50 'Li Amedê rojane 500-600 pêketiyên koronayê tên tespîtkirin’
14:05 Rojnameger Tunç hat darizandin
14:01 Ji bo parêzerên ofîsên wan di erdhejê de zirar dîtin konteyner danîn
13:20 HDP çû serdana TTB'ê
13:19 ÎSÎG: Herî kêm 368 karker bi korona mirin
13:10 MEBYA-DER: Cenazeyê Çelîk teslîmê malbatê bikin
13:02 Malbata Kemal Kurkut: Qatîl dê dîsa bê ceza bimîne
12:40 Jin di çarçoveya kampanyayê de li hev kom bûn
12:26 Hevşaredarê Sûrê hat binçavkirin
12:11 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê 60 sal in dewam dike!
12:09 Xeyala wî tenê ew bû li axa xwe vegere
11:47 Di rojekê de 4 jin hatin kuştin: Tundî kûr dibe
10:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Xizmên 3 kesên di erîşê de birîndar bûn: Çek aydî eskeran in
10:47 Karkerên 2 mehin meaşê wan nadin dest ji kar berdan
10:10 Qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê ve girê da
10:06 Maşina penaberan qulipî: 2 kes mirin û 31 kes birindar bûn
09:50 Dadgehê biryara beraeta polîsê ku Ozbahçecî kuşt xera kir
09:16 Dema diçin gund têkiliya wan bi cîhanê re qût dibe
09:15 Tûrgût: Şerê di navbera kurdan de dê xizmeta polîtîkayên Tirkiyeyê bike
09:11 Bijîşk Yavîç: Tabloya firûzeyî veguherî tabloyeke tarî
09:11 Muzîkjenên ku êdî nikarin debara xwe bikin enstrumanên xwe difiroşin
09:11 Xebatên Rêya Hermûşê zerarê dide esnafan
09:11 Ûgûrlû: Têkbirina bloka AKP-MHP’ê bi têkoşîna hevgirtî pêkan e
09:11 Israra Ocalan a ji bo çareseriyê
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2020'AN
12/11/2020
22:29 Dayika Aştiyê Meles Tekîn jiyana xwe ji dest da
19:47 88 kesên din jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan
16:58 Endamên DAKAP’ê ligel astengiya polîsan jî çîrokên jinan xwendin
16:12 Li Mûglayê binefserek jinekê qetil kir
16:01 Li Cizîrê 12 kes serbest hatin berdan
15:58 Bi çekên cerdevanan şerê erd kirin: Kesek giran 3 kes birîndar bûn
15:41 Girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest dabû li Meletiyê hat definkirin.
15:13 Hevdîtina HDP’ê ya bi jinên elewî re: Rêya tekane hatine gel hev e
15:12 Ji bo Dersimê ji Meclîsê daxwaza lêpirsînê hat kirin
14:59 Li Mêrdînê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
14:43 Li Mêrdînê 7 gund kirin karantînayê
14:06 Dayikên Aştiyê bangî hêzên kurdan kirin: Em xwîna hev ne rijînin
13:25 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê bi dawî bû
12:56 Gundiyan kuştina kewan asteng kir
12:32 21 girtiyên nexweş di sêgoşeya dozger ATK û nexweşxaneyê de mirin
12:15 Sewalkar li dijî astengiyan di çalakiyê de ne
11:42 Li Îzmîrê qetilkirina jinekê
11:05 Cenazeyê Şahîn a ji Goristina Bêkesan hatibû girtin hat definkirin
10:33 Tiryakî: AKP ne ji bo civakê ji bo berjewendiyên xwe ‘Qanûna Hilbijartinê’ diguherîne