Bazariya fermandarê qereqolê ya ji bo tiryakê

  • rojane
  • 09:05 14 Mijdar 2020
  • |
img

AMED – Par di wesayîta eskeran de esrar hatibû dîtin. Ji ber vê Binefserê Fermandariya Cendirmeyan a Licê Hakan K. jî di nav de 4 jê esker derbarê 6 kesan de doz hatibû kirin. Di rapora pêzaniyê ya daxilî nav dosyeya dozê hat kirin de, gotinên wekî "Mal hazir e", "Em nimûneyê bidin" û "Em ê serê kîloyê 10 hezarî bidin" cih girtin. 

Li Licê ya Amedê, di 26'ê Mijdara 2019'an de ji ber îxbarekê wesayîta ku çawîşê psipor Ferhat O. diajot hat sekinandin. Piştî sehîkirinê di wesayîtê de 8 kîlo û 660 xiram esrar di wesayîtê de hat dîtin. Piştî vê Binefserê Fermnadariya Cendirmeyan a Licê Hakan K., çawîşên pispor Kemal T. û Osman T. hatin girtin û wan şandin girtîgehê. 
 
Beriya girtina van kesan bi mehekê yanî di 24 û 26'ê Îlona 2019'an de du kes çûne Midûriyeta Şaxa Kom a Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Van kesan bi şertê ku nasnameya wan neyê aşkerekirin, şi Şaxa KOM'ê re gotine Binefser Hakan K. û çawîşên pispor Ferhat O. û Kemal T. ji bo xeyba kesên tiryakê difiroşin û ew jî operasyonê bikin bi pera ji Necat Î. melûmat xwestine. Her wiha heman kesan di îfadeya xwe de gotiyeî van kesên navbirî tiryaka di depoya Fermandariya Cendirmeyan a Licê de jî bi rêya heman navbeynkaran firotiye. 
 
Piştî van melûmatan Dozgeriya Komarê ya Amedê jî lêpirsîneke "veşarî" dide destpêkirin û biryar dide ku kesên gumanbar bên şopandin. 
 
Hîn lêpirsîn dewam dikir, di 26'ê Mijdarê de îxbarek tê û cendirmeyên Şaxa KOM'ê ya Fermandariya Cendirmeyan a Amedê li texma Qereqola Cendirmeyan a Mermer a Sûrê rê kontrol dike û wesayîtekê dide sekinandin. Di wesyaîtê de Ferhat O. hebûye. Piştî wesayît tê sekinandin, tê sehîkirin û tê de 8 kîlo û 660 xiram esrar tê de tê dîtin. 
 
'WÎ TIRYAK DA MIN' 
 
Ferhat O. di îfadeya xwe de ev tişt gotine: "Di operasyona li Konûklû ya Licê de tiryak hatibû desteserkirin. Ev tiryak ji bo wezinandin û vekolînê anîbûn Fermandariya Cendirmayan a Licê. Binefserê Cendirmeyan Fermandarê Qereqolê Hakan K., piştî wezinandin û vekolîna tiryakê bi qasî 5 kîloyan jê girt. Ji min re got. Ev tiryak da min ku bibim Amedê bidim keyayê gundê Tepeyê Abdullah Y. ku berê pê re pêwendî danîbû. Min jî rahişt kîsikê ku esrar tê de bû li wesayîta Abdullah Y. ya li ber qereqolê siwar bûm. Plakeya wê nayê bîra min, lê volvoyeke şîn bû. Min esrara di kîsik de da Abdullah Y. Wê çaxê pê hesiya ku haya Abdullah Y. berê jê hebûye. Min wesayît ajot. Gava em di noqteya cendirmeyan de derbas bûn, min nasnameya xwe nîşan da û em derbas bûn. Jixwe yê ev esrar dabû min Hakan K. bû. Li navenda Amedê li kolana Ofîsê ji wesayîtê daketim. Hakan K. ev esrar bi 38 hezar TL'yî dabû Abdullah Y. Abdullah Y. ev pere da min. Min 11 hezar TL ji xwe re veqetand û min 27 hezar Tl jî da Hakan K. Hakan K. jî 11 hezar Tl da çawîşê psipor Kemal T." 
 
JI BO WAN JI GIRTÎGEHÊ DERXIN SERÊ KESEKÎ 100 HEZAR TL XWESTINE 
 
Çawîşê psipor Ferhat O. di îfadeya xwe de diyar kiriye ku di 102ê Cotmeha 2019'an de li mezrika Zûhûr a gundê Tepeyê yê Licê, Alî B. û kurê wî Berkant B. gava esrar li elegê dixistin ji hêla endamên KOM'ê ve hatine zevtkirin û gotiye, Hakan K. jî ji bo sûcê van kesan sivik bike derbarê wan de zabitnameyeke din amade kiriye û li tahqîqatê zêde kiriye. 
 
Her wiha Ferhat O. di îfadeya xwe de diyar kiriye ku keyayê berê yê gundê Yolçatiyê Nejat Î. û Îsmaîl O. yê ku werê dizane ji gundê Dîbekê ye, navbeynkarî kirine û ji bo Alî B. û kurê wî Berkant B. bên berdan serê kesekî 60 hezar Tl teklîfî Binefser Hakan K. kirine ûgotiye, têkildarî mijarê çawîşê Pispor Kemal T. û xizmên Alî B. di 25'ê Mijdara 2019'an de êvarî li Amedê li kafeyekê hev dîtine. Ferhat O., diyar kir ku di vê navberê de çawîşê psipor Kemal T. bi rêya Whatsappê bi dîmen telefonî Hakan K. kiriye û gotiye, ji bo Alî B. û kurê wî Berkant B. bên berdan serê kesekî 100 hear Tl tê teklîfkirin. 
 
Her wiha Ferhat O. di îfadeya xwe de gotiye çi bûbe giş bi destê Binefser Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. û çawîşê pispor Kemal T. û çawîş Osman T. hatiye kirin û xwestiye sûdê ji qanûna poşmaniyê bigire. 
 
Piştî van îfadeyan Binefser Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Hakan K. û çawîşên pispor ên heman qereqolê Kemal T. û Osman T. û keya A.Y. û N.Î. hatin binçavkirin. Kemal T. û Osman T. di îfadeya xwe de xwestine sûdê ji qanûna poşmaniyê bigirin û ji bo her tiştî jî îşaret bi Binefser Hakan K. kirin. 
 
4 JÊ HATIN GIRTIN 
 
Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 1'em a Amedê Fermandarê Qereqolê Hakan K. û her sê çawîşên pispor girtin û wan şandin girtîgehê. 
 
Her wiha derbarê keya Abdullah Y. û Necat Î. de ku paşê hatin berdan, îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de hat xwestin kir 27 sal ceza li wan bê birîn. 
 
Di danişîna ewil de ku di 15'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 12'an a Amedê hat lidarxistin, Ferhat O. îfadeya xwe ya berê guherand û got: "Wî bi tena serê xwe tiryak firotiye û ji xeynî wî tu kes daxilî nav vî karî nebûye." 
 
HAT BERDAN 
 
Di danişîna ewil de bi hinceta "demeke dirêj girtî maye" Fermandarê Qereqolê Hakan K. hat berdan. 
 
Di danişîna duyem de ku di 21'ê Îlonê de hat lidarxistin, qeydên HTS'ê û rapora pêzaniyê hat xwestin. 
 
RAPORA PÊZANIYÊ 
 
Piştî vekolana telefona Ferhat O. rapora pêzaniyê hatiye amadekirin. Di raporê de îfadeyên wekî "Mal hazir e", "Em nimûneyê bidin", "Em ê serê kîloyê 10 hezarî bidin", "Gava têkevim rê ez ê ji te re bibêjim" cih girtine. 
 
Danişîna dozê ya bê dê di 7'ê Kanûna 2020'an de bê lidarxistin. 
 
MA / Omer Çelîk
 

Sernavên din

16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê
16:11 Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin
15:12 TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye
15:00 Jinek li Konyayê hat qetilkirin
14:37 Li Colemêrgê 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
14:21 SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
14:20 Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî
14:20 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin
13:24 Derbarê kesê rola sereke di Komkujiya Pirsûsê de leyîstiye biryara neşopandinê
13:17 Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
12:46 Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir
11:48 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç tehliye bû
11:05 Velîd Mûallîm jiyana xwe ji dest da
10:52 Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
10:51 Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne
10:48 ‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’
10:05 Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin
09:02 Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’
09:02 Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin
09:00 Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin
09:00 Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN
15/11/2020
21:24 Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî
20:15 Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:09 Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye
17:17 Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe
17:00 Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn
16:43 Ji jinan çalakiya xeleka xemrî
16:26 Destûr nehat dayîn ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bibe
16:21 ‘Em ê li dijî polîtîkayên dijminantiyê paş ve gav ne avêjin’
15:25 Rojnameya Xwebûn derket
14:57 Meclîsa Ciwanên Yekbûyî avakirina xwe îlan kir
14:00 'Cihê nivîskaran ne zindanin'
13:57 Leyla Guven: Têkoşîna kurdan ji desthilatdariyê re bû ye dert
13:23 Serokê MHP'ê yê navçeyê kurê xwe kuşt
13:02 Mertturk: Ji bo destxistina kolanan em bi hevre tebikoşin
12:22 Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin
11:39 Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hat girtin
11:11 Bi perperokan ber bi cîhanek nû ve!
10:42 Sûstam: Li Tirkiyeyê ji nişkave dibe ku her kes bibe 'terorîst'
10:34 ‘Divê arşîvên Dersimê bên vekirin’
09:06 Hevdîtina wekîl-muwekîl sûc hesibandin û parêzer girtin
09:05 Girtiya nexweş ji ber êşa canê xwe nikare rakeve
09:04 ‘Jin êdî bêtirs şideta tê kirin bilêv dikin'
09:03 HDP, derbarê tecrîdê de bernameya çalakiyan amade dike
09:02 Ji ber ku tevli daxuyaniya li ser gorê bûn ceza li wan hat birîn
09:01 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2020'AN
14/11/2020
20:29 Di 24 saetên dawî de 92 mirin, 3 hezar û 116 kes jî pê ketin
18:48 Leyla Guven serdana Osman Şîban ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin kir
16:50 Polîsan ‘Konvoya Mor” asteng kirin
16:46 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Edeneyê hatin bibîranîn
15:27 TJA'yê li Sîlopyayê bernameya dengbêjiyê li dar xist
15:06 Ji bo girtiyê nexweş Ozdemîr bang li rayedaran hat kirin
15:04 Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk: Di 10 mehan de 453 jin hatine kuştin
14:47 Karkerên di çalakiyê de: Tê xwestin em bi birçîbûnê bên terbiyekirin
14:39 Surucu: Qedexekirina şanoya kurdî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye
13:53 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji xwesteka edaletê bernedin
13:49 Yek ji kesên ku bi çeka cerdevanan birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest da
13:38 Di bin çavdêriya cerdevanan de dar hatin birîn
13:27 Hevserokê KNK'ê serdana Seroka Parlementoya Kurdistanê kir
13:21 Înîsiyatîfê xwest girtiyê nexweş ê bi koronayê ket were berdan
13:20 Surgeç ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
12:46 Di salvegerê de tayînkirina qeyûm şermezar kirin
12:16 Xizmên windayan li aqûbeta Alî Tekdag pirsîn
11:42 TEV-DEM'ê banga pêkanîna kongreya neteweyî kir
11:32 Ji ber rexnekirina girtina Demîrtaş ji bo Kiliçdaroglû fezleke hat amadekirin
10:08 Li Bedlîsê operasyona leşkerî dest pê kir
09:05 Li GGM’a Wanê destdirêjî: 2 peywirdarên ewlehiyê hatin girtin
09:05 Tevî birayê xwe yê nexweş û du kurê xwe di konekê de dimîne
09:05 Bazariya fermandarê qereqolê ya ji bo tiryakê
09:05 Dengbêj: Yekîtiya neteweyî dê lîstikê pûç bike
09:05 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî dê damzerandina xwe ragihîne
09:05 Di 21 salan de hezar û 770 serlêdan ji bo Îmraliyê hatine kirin: Tecrîd bi biryara hêzên serdest didome
09:05 Hîn jî kiryarên Selamet Yeşîlmenê aşkere nekirine
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2020'AN
13/11/2020
21:46 Balafirên şer Qendîl û Biradostê bombebaran kirin
20:05 93 kes mirin, 3 hezar û 45 kes jî pê ketin
16:04 Rêxistinên Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:50 Hevserokê HDP'ê yê Bazarcixê hat binçavkirin
15:39 Di serdegirtina malan de sîleh xistin serê zarokan!
15:13 Ocalan ê HDP’î: Divê ciwan pirsgirêkên xwe nîqaş bikin
14:50 'Li Amedê rojane 500-600 pêketiyên koronayê tên tespîtkirin’
14:05 Rojnameger Tunç hat darizandin
14:01 Ji bo parêzerên ofîsên wan di erdhejê de zirar dîtin konteyner danîn
13:20 HDP çû serdana TTB'ê
13:19 ÎSÎG: Herî kêm 368 karker bi korona mirin
13:10 MEBYA-DER: Cenazeyê Çelîk teslîmê malbatê bikin
13:02 Malbata Kemal Kurkut: Qatîl dê dîsa bê ceza bimîne
12:40 Jin di çarçoveya kampanyayê de li hev kom bûn
12:26 Hevşaredarê Sûrê hat binçavkirin
12:11 HDP: Agirê Sînemaya Amûdê 60 sal in dewam dike!
12:09 Xeyala wî tenê ew bû li axa xwe vegere
11:47 Di rojekê de 4 jin hatin kuştin: Tundî kûr dibe
10:56 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Xizmên 3 kesên di erîşê de birîndar bûn: Çek aydî eskeran in
10:47 Karkerên 2 mehin meaşê wan nadin dest ji kar berdan
10:10 Qedandina pêvajoya çareseriyê bi komkujiyên DAIŞ’ê ve girê da
10:06 Maşina penaberan qulipî: 2 kes mirin û 31 kes birindar bûn