AMED - Hevserokê berê yê SES’ê Recep Orûç, yekemîn danişîna doza xwe de tehliye bû.
Hevserokê berê yê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Recep Orûç, bi hinceta ku navê wî di nav rêza delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de derketibû, çalakiyên sendîkayî bi ferman pêk aniye û parvekirinên medya civakî, bi daxwaza cezayê girtîgehê yê ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan dihat darizandin. Yekemîn danişîna doza Orûç li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Orûç, ji girtîgehê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Parêzerên Orûç li danişînê amade bûn. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Îmam Taşçier û Remziye Tosûn, Hevserokê SES’ê yê Amedê Şiyar Guldîken û malbata Orûç jî danişînê şopandin.
XEBATÊN SENDÎKAYÎ
Orûç, sûcdariyên li xwe qebûl nekir û diyar kir ku bi fermana tu kesî tevlî çalakiyan nebûye û çalakiyên wî xebatên sendîkayî bûne û daxwaza tehliyebûna xwe kir. Dozger, ji bo berdemkirina girtina Orûç nêrîna xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê, dema girtî ya Orûç li ber çav girt û biryara tehliyebûna wî da û danişînê taloq kir.