Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike

  • rojane
  • 09:17 18 Mijdar 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Hevşaredarên navçeya Sîlopiyê Adalet Fîdan û Sûleyman Savluk, derbarê xebatên şaredariyê de axivîn û ev tişt gotin: "Di vê serdema pandemiyê de jî, ligel hemû astengiyan me xebatên xwe bê navber dewam kirin.

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de 3 şaredarên bajarê mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok, bi giştî 65 şaredarî qezenc kiribûn. Lê 6 hevşaredar bi hinceta “KHK’î ne” mazbatayên wan nehat dayîn. Dûre yek bi yek qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin. Herî dawî jî di 2’yê Cotmehê de, Hevşaredarên Qersê hatin girtin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin. Bi vê qeyûm tayîknê 48 şaredariyên dibin rêveberiya HDP’ê de hatin kirin. 
 
Ligel hemû bêderfetî û astengiyên mezin jî, yek ji şaredarên HDP’ê ku di gelek qadan de xizmet û xebatên giran biha kirin Şaredariya Navçeya Sîlopî ya Şirnexê ye. Hevşaredarên Sîlopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, derbarê xebatên bi rêve dibin, zext û astengiyên rastî tên de axivîn.
 
Hevşaredaran, diyar kirin ku ew bi astengiyên mezin re rûbirû ne û dan zanîn ku tevî hemû astengiyan jî ew dev ji xizmetkirina gel bernadin. 
 
QEYÛM GIRTIN WAN VEKIRIN 
 
Hevşaredara Sîlopyayê Adalet Fîdan, anî ziman ku wan bi xîzmeta xwe hewl da ku zirara qeyûm a li navçeyê pêk aniye sererast bikin û wiha axivî: “Piştî hilbijartina 31'ê Adarê me dest xebatên xwe kirin. Dema ku me şaredarî dewr girt, em bi sosretîkî re rûbirû man. Bajareke xirabeyî pêşberî me bû. Ji ber vê jî pirsgirîkên gelek mezin hebûn. Di serî de şewirmendiya jinê hatibû girtin û di heman demê de hîbeyî saziyek din hatibû kirin. Dîsa cihek weke çandê ya ciwanan hatibû girtin. Avahiya çandê kiribûn 3 perçe. Her perçeyekê wê kiribûn bin xîzmeta saziyên cuda. Dabûn saziyên eleqeya wan bi çandê re tuneye. Dîsa gelek amûrên şaredariyê hîbeyî saziyên din kiribûn. Ji ber vê qaseyek vala û şaredariyek deyndar pêşberî me bû. Astengî pir bûn.”
 
XEBATÊN JINAN KIRIN
 
Fîdan, bal kişand ser xebatên xwe û wiha got: “Me di serî de jî got, erka me ya sereke em ê bajarê xwe bi gelê xwe re rêve bibin. Bi vê şîarê me dest bi xebatên xwe kir. Li ser daxwaza jinan me di salekê de şêwirmendiya jinê vekir. Dîsa miduriyeta polîtîkayên jin me vekir. Di bin sîwana gerînendeya jinê de me yekîne vekirin. Yek tundiya li dijî jinê, yek jî perwerdehiyê û ya din jî ya aboriyê bû. Di heman demê de me xeta jinan vekir. Jinên ku rastî tundiyê tên li ser vê xetê xwe digihînin me. Her wiha me baxçeyek jinê ava kir. Di vî baxçeyî de jinan bi hevre çandin kir û fêqiyên herêmî çandin. Me ev zebze û fêqî li taxan li jinan belav kirin."  
 
'XEBATÊN TÊN ASTENGKIRIN' 
 
Fîdan, da zanîn ku xebatên ew dixwazin ji bo jinan bi cih bînin tên astengkirin û wiha bilêv kir: “Ev jî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî jinê radixe ber çavan. Şewirmendiya me xwest ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li taxan bi jinan re bicive, lê mixabin bi hinceta pandemiyê hat qedexekirin. Di xebatên xwe de me jin, zarok û ciwan gelek esas girtin. Me li dijî tiryakê ji ciwanan re qadên werzîjê vekirin. Ciwanan eleqeyeke mezin nîşan dan. Dîsa me di taxan de baxçeyên zarokan ava kirin. Em armanc dikin ku li 11’ê taxan baxçeyên zarokan ava bikin. Heya niha me li 2 taxan baxçeyên zarokan avakirin. Şewirmendiya me li taxan li ser îstîsmara zarokan, tundî û destavêtên li dijî jinan xebat dan meşandin. Dîsa li ser qetilkirina jinan me xwest sînevîzyon amade bikin. Me sê caran serlêdan kir ku em vê xebatê bikin, lê hat astengkirin. Weke hincet jî, şewba vîrûsa koronayê hat nîşandin. Xebatên me vî awayî tim û tim tên astengkirin. Di serî de ji me re nabêjin qedexe ye, dema ku em amadekariyên xwe diqedînin û seatek dimîne ji bo xebatê ji me re nû dibêjin qedexe ye. Bi van qedexeyan tundiya li dijî jinan erê dikin. Ji ber wê xebatên me tên astengkirin."
 
'EM LI HER QADAN RASTÎ CUDAKARIYÊ TÊN' 
 
Hevşaredar Sûleyman Savluk jî axivî. Savluk, anî ziman ku li dijî xebatên şaredariyê helwestek pêşgir hatiye pêşxistin û wiha got: “Gelek faktor hene ku xebatên şaredariya me asteng bikin. Şaredariyên AKP’î kengî bixwazin ji Banka Bajaran dikare kredî bigire. Gava em li Enqerê bi karbidestên Banka Bajaran re civiya, wan aşkere gotin, dê ji şaredariyên HDP re kredî, nedin. Em vê cudakariyê red dikin. Em di xebatên xwe de vê weke sedem nabînin û em hewl didin ku bi xebateke herî baş ji gelê xwe re xizmetê bikin. Em diçin cem gelê xwe û ji gelê xwe re dibêjin em dikarin çi bikin û pêşniyarên we çi ne?”
 
 
‘ME ASTENGÎ NAS NEKIRIN’
 
Savluk, kirînên qeyûm bi bîr xist û wiha rêz kir: “Di dema qeyûm de bajarvaniyek cidî ya bê plan hebû. Ev jî ji kar û xebatên me re dibe asteng. Bi hewlêdanên cuda dixwazin xebatên şaredariyê asteng bikin. Li vir, em hem têkildarî xebatên stabîlîzasyonê û hem jî, di tevgera alavên xwe de li bajêr bi cezayê yên giran re rûbirû tên. Bi dehan mîlyar ceza li makîneyên me yên kar tên birîn. Li vir erebeyên rê hebûn. Wesayîtên wan û yên me li heman cîhê wesayîtên stabîlîze dikirin, lê mixabin trafîkê wesayîtên me dan aliyekî û ceza jê re birîn, lê yên din hiştin. Nêzîkatiya ji şaredariyên din re tê nîşandan ji ya me re nayê nîşandan. Di vê serdema pandemiyê de jî, me xebatek şoreşgerî da meşandin. Me astengiyên ku heyî wekî sedem nîşan nedan û xizmeta pêwîst çibe, me ji gelê xwe re kir. Em her tim dahatû û lêçûnên xwe bi bîlboardan ve dadileqînin. Da ku hatiya gelê me ji her tiştî hebe.”
 
MA /Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

20/11/2020
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê