'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'

  • rojane
  • 09:22 18 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ji ber "berjewendiyên monopolên kapîtalîst" saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn ku yek ji insûrên wê "têkoşîna dijî terorê" ye, nikarin çareseriyê hilberînin û got, pêdivî bi avakirina mekanîzmayên xwedî hêzeke mueyîdeyî heye. 

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn û binpêkirinên wê yên mafan û di van pêkanînan de rola mekanîzmayên navneteweyî nirxandin. Turkdogan, anî ziman ku ji ber "berjewendiyên monopolên kapîtalîst" saziyên mafên mirovan ên navneteweyî li dijî konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn ku yek ji insûrên wê "têkoşîna dijî terorê" ye, nikarin çareseriyê hilberînin û got, pêdivî bi avakirina mekanîzmayên xwedî hêzeke mueyîdeyî heye. 
 
Turkdogan, ji bo konsepta ewlehiyê ya sedsala 21'emîn anî ziman ku dewletên mezin û saziyên mezin hemû dibêjin "li dijî terorê têdikoşin", lê belê li cîhanê pênaseyeke "terorê" ya mutabiq tune ye. 
 
Turkdogan got: "Di sedsala 20'emîn de bi awayekî demokrasî bi ser ket. Lê belê Modernîteya Kapîtalîst, di merhaleya xwe ya nû de daxilî nav şerên mezin nebû. Ji bo berdewamiya pergalê, dixwestin pêvajoyê bi şerên herêmî û ne pir dorfireh bi rê ve bibin. Ji bo vê jî diviyabû ji bo xwe dijminên nû biafirandana. Di sedsala 21'emîn de dijminek îca kirin. Ew jî 'têkoşîna li dijî terorê' bû. Dewletên mezin û saziyên mezin hemû dibêjin 'li dijî terorê têdikoşin', lê belê li cîhanê pênaseyeke 'terorê' ya mutabiq tune ye. Îro di ser têgiheke ne mutabiq re li cîhanê 'konseptên ewlehiyê' pêk tên. Ev rewş nû divê li gor asta kapîtalîzmê ya heyî bê nirxandin û nîqaşkirin." 
 
Turkdogan, ji bo vê yekê wekî nimûne bal kişand ser şewba Covîd-19'ê û got: "Pandemiya Covîd-19'ê rewşa ku dewletên mezin ên cîhanê ketine navê mînakeke berbiçav e. Ji ber ku difikirin dê ji tenduristiyê qezenceke mezin bi dest nexin, ji bo vê qadê pergaleke baş ava nekirin û veberhênanî nekirin. Di vê qadê de tişta sereke jî xebatên ji bo derzîkirinê ye. Li Tirkiyeyê jî îcraata ewil a îqtidara AKP'ê girtina fabrîkeyên derziyan bû. Pandemiya Covîd-19'ê ev yek nîşan da; pergala heyî ji parastina maf û azadiyên sereke yên mirovan dûr ketiye. Em, divê îqtidarên ku maf û azadiyan diparêzin û mîsoger dikin bînin ser kar û li ser evana biaxivin. Yanî divê em siyaseta mafdariyê bikin." 
 
Turkdogan, ji bo binpêkirinên mafan ên ji ber vê konsepta ewlehiyê rû dane û helwesta saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên li dijî van binpêkirinên mafan û vê konsepta ewlehiyê got: "Dewletan pergala Neteweyên Yekbûyî (NY) ava kirin. Ev pergalên hatine avakirin, xwedî hin peyman, mekanîzma û komîteyan e. Konseya Ewropayê, peymaneke wê ya mafên mirovan û mekanîzmayeke wê ya siyasî û darazî heye. Li gor biryarên van saziyan, xafilîn ku polîtîkayên dewletan li gor vê bên veguherandin û wan bi tenê hiştin. Îro ro kesên di di wan saziyan de yên ev mekanîzma ava kirine, ji bo mekanîzmayên xwe bidomînin ketine pêyî peydakirina pereyekî zêde. Ev zaaf e. Ev zaaf, bi lobîtîya dewletan tê bikaranîn. Heger bi rastî jî we mekanîzmayeke mafên mirovan ava kiribe, teqez divê ji bo berdewamiya van mekanîzmayan jî we budçeyek mîsgore kiribe. Heger hûn rabin pişta xwe bidin budçeya dewletan û hûn van mekanîzmayan bidin şixulandin, hûn ê bi rewşeke wiha re rû bi rû bimînin." 
 
Her wiha Turkdogan, anî ziman ku tiştekî girîng jî ew e ku mueyîdeyeke van saziyên navneteweyî tune ye û got: "Biryarên tên girtin tenê di asta şîretê de dimînin. Biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî jî pêk nayên. Lewma pêdivî bi avakirina mekanîzmayên xwedî hêzeke mueyîdeyî heye." 
 
Turkdogan, bal kişand ser berbelavbûna vê konsepta ewlehiyê, ser rewşa wê ya li Rojhilata Navîn, Amerîkaya Latîn, Guantanamo û Girava Îmraliyê û got: "Jixwe pergal xwe di vir de dide der. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) gelek caran serdana Tirkiyeyê dike û hin şîretan dike. Lê ev şîret yek jê jî esas nayên girtin û Konseya Ewropayê jî wekî ku tiştek nebûne rêya xwe didomîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê jinûvedarizandina Abdullah ocalan biryarek da. Lê Tirkiyeyê guh enda vê biryarê. A ku divê vê biryarê pêk bîne jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Komîteya Wezîran komîteyeke siyasî ye û peywira wê ew e ku biryarên DMME'yê bişopîne. Tenê ne biryara derbarê Ocalan de, bryarên derbarê binpêkirina mafê jiyanê, binpêkirina mafê xwepêşandana, muameleya xirab û azadiya fikr û ramanê hene û Tirkiye di vî warî de tê şopandin. Di vir de berjewendiyên welatan dikevin dewrê. Heger maf û azadiyên sereke yên pêşengekî tevgera siyasî ya kurd ku hûn di meseleya kurd de pozissyona xwe li gor wê digirin, herge ji endîtî ve hatibe, nexwe hûn bi wan nirxan bawer nakin." 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku heger şîretên CPT'yê esas neyên girtin, nexwe divê Komîteya Wezîran têkeve dewrê û helwesteke ku tawiz jê nayê dayîn nîşan bide û got: "Tirkiye jî dibêje jixwe di vî warî de bi ser min de nayên, nexwe dikarim vê rejîma xwe ya kêfî bidomînim." 
 
Turkdogan destnîşan kir ku divê Modernîteya Kapîtalîst têkeve ber lêpirsînê. Turkdogan got: "Mesela niha nîqaşên ji bo aşiyê tên kirin. Monopolên tenduristiyê yên kûrewî xebatên ji bo aşiyê xistine bin banê monopoliya xwe. Dewletên mezin, ji ber ku pereyên wan pir in bazara aşiyê xistine destên xwe. Dê welatên xizan jî li bendê bin ku dor bê wan. Halbûkî divê tiştên wekî aşiyê bê pere li mirovan bên belavkirin. Lê belê yên ku aşî dîtine niha behsa bi milyon dolaran dikin. Lewma yek ji pirsgirêkên sereke ku Yekîtiya Ewropayê jî di nav de ye, ji yekîtiya aborî wêdetir naçin. Krîterên Maastrîchtê yên YE'yê hene, di warê aborî de. Heya dawiyê wan krîteran esas digirin, lê belê gava mesela tê ser Krîterên Siyasî yên Kopenhagê, ev krîter pêk nayên."
 
Turkdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye û YE'yê Peymana Gumrukê îmze kirin. Lê belê YE'yê ji Tirkiyeya ku pir dûrî Krîterên Kopengahê ye, tenê got 'endîşeyên me yên cidî hene.' Halbûkî YE bi tiştên di dest xwe de dikare Tirkiye û Macarîstanê yên otorîter bûne, bîne ser rêya mafên mirovan û demokrasiyê. Lê berevajî wê pêk tê. Sedema vê jî berjewendiyên monopolên kapîtalîst in. Monopolên kapîtalîst jî li welatên wekî Tirkiyeyê îhale girtine û heya ku mesela berjewendiyên aborî be, dê tu carê mafên mirovan û demokrasî pêk neyê. Ji lewra li ser vê fikrê ne ku bi ranta aborî dê pergala xwe ya otorîter bidomîne. Divê yekîtiya aborî ya YE'yê veguhere yekîtiya siyasî. Hêvîdar im YE hîn bêtir di warê mafên mirovan û demokrasiyê de tawîzan nede. Lê ji ber ku pîvanên Modernîteya Kapîtalîst derbasdar in, dê di vî warî de çi qasî bi ser bikeve nizanim." 
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

19/11/2020
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê
09:12 Çar û Mar: Me cudahî û huner kirin yek
09:12 Ji ber ku kurên wê çênebûn tahde lê hat kirin
09:11 Jinên elewî: Em bi hêza xwe ya xweser dikarin hemû bendan derbas bikin
09:10 Emîne Şenyaşar: Bila ev zilm biqede
09:10 Li Meclîsa nêrza têkoşîna jinê
09:09 Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN
18/11/2020
19:47 Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin
18:43 Nivîskar Çakan hat girtin
17:26 Dozger, bêyî ku parastina wan bê girtin ji bo Tûncel û Kişanak ceza xwest
16:15 Kiliçdaroglû: Ji bo guhertina Destûra Bingehîn divê nêrîna her aliyê bê girtin
15:39 Ji Paltforma Jinan a Enqerê banga 25’ê Mijdarê
14:49 Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin
14:32 Li Girtîgeha Panosê girtî bi ava ser xwe dişon
14:01 Li siwêregê kesek hat binçavkirin
13:58 5 Bajarên întihar li wan zêde ne
13:45 Derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de heta 25 sal cezayê hepsê hat xwestin
13:04 PZK’ê name ji YOK’ê re şand: Bila li zanîngehan Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî were destpêkirin
12:36 Derbarê jinên ku tacîzê şermezar kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
12:25 ‘Yasaya torba dewama leyîstikên Alî Cengîz in’
12:22 Kiliçdaroglû giliya Çakici kir
11:45 Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê: Kemal Kûrkût bi destê dewletê hat qetilkirin
11:00 Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir
10:50 Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin
10:30 Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin
10:01 Waliyê Hewlêrê Firset Sofî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da
09:49 Ji ber “Meşa Demokrasiyê” derbarê HDP’iyan de fezleke amade kirin
09:23 3 sal in girtî Arîf bayram nabin nexweşxaneyê
09:22 'Bingeha krîza di warê mafên mirovan de modernîteya kapîtalîst e'
09:20 'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin'
09:19 Ji ber krîzê êdî quşxane bi zorê dikelin
09:18 Muzîkjenê betal maye: Ez ê dev jê bernedim
09:17 Keda neliberçavan!
09:17 Tevî hemû astengiyan xebatên xwe dewam dike
09:16 Li dijî birakujiyê berpirsiyariya dîrokî bi bîr xist
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2020'AN
17/11/2020
21:19 Daneyên îro yên Covîd-19'ê: 103 kes mirin, 3 hezar û 819 kes jî pê ketin
16:08 Sendîkaya Xwendekaran: Em ji bêkarî can didin
15:30 Beştaş bertek nîşanî biryara doza Kûrkût da: Ji edliyeyan bêedaletî derdikeve
14:51 Olûç: Çima ewqas HDP’î girtî ne?
14:34 'Wezareta Tenduristiyê dengê me nabihîze’
14:20 Kartên piştevaniyê şandin ji jinên girtî re
13:06 Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir
13:04 Ji ber ku xwe parastin doz li wan hat vekirin
12:24 Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir
12:14 ‘Li şaxên PTT’ê tevdîrên Kovîd-19 nayên girtin’
11:59 12’emîn danişîna Kemal Kûrkût dest pê kir
11:42 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
10:57 Jiyana xwe fedayî aştiyê kir
10:13 18 caran binçavkirin, 66 lêpirsîn: Em ê paşve gav neavêjin
10:12 Dêra Sûrp Dîgînî hindik maye biherife
09:53 Rêveberê HDP’ê kirine endamê MHP’ê
09:52 Esnafê ku tundî li zarokekî kir hat girtin
09:17 'Ji bo şikandina tecrîdê divê em bitêkoşin'
09:15 Malbat bi nêzîkatiyeke 'hovane' re rûbirû ne
09:15 Bilêtên balafirê jî kiriye delîla 'endamtiya rêxistinê'
09:14 Dengê ku otorîteriya zilam aciz dike: Em ê bêdeng nebin
09:13 'Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin'
09:12 Algedîk: Dê ji bo avhewa û hawirdorê bibe karesateke mezin
09:11 Rojnamevan Cûdî: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê karesateke mezin heye
09:05 Aşitî: Heqê kesî nîne hêviyên kurdan pûç bike
09:04 Bazarek û ji wê şûnde…
09:03 Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2020'AN
16/11/2020
20:21 94 kes mirin, 3 hezar û 316 kes jî pê ketin
18:37 4 sal û 2 meh ceza li Serdar Kunî hat birîn
16:59 Li Tarsûsê banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê
16:11 Serokê MHP'ê yê kurê xwe kuştibû hat girtin
15:12 TTB: Di budçeya Wezareta Tenduristiyê de şewb tuneye
15:00 Jinek li Konyayê hat qetilkirin
14:37 Li Colemêrgê 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
14:21 SES’ê daxwaza budçeya lêkolîna xizantî û tenduristiya gel kir
14:20 Dayikên Şemiyê hunermend Ahmet Kaya bi bîr anî
14:20 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza redkirina dadger hat redkirin
13:24 Derbarê kesê rola sereke di Komkujiya Pirsûsê de leyîstiye biryara neşopandinê
13:17 Karkerên medenê dê bi Soylû re bên gel hev
12:46 Cendirmeyan li Qelqeliyê 10 kesan binçav kir
11:48 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç tehliye bû
11:05 Velîd Mûallîm jiyana xwe ji dest da
10:52 Li Amedê mamosteyek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
10:51 Malbatên Pirsûsê bertek nîşanî Akar dan: Qatil li holê ne
10:48 ‘Guhertina Qanûna Hilbijartinê ne çareserî ye’
10:05 Konteynerên tenduristiyê penaberên sûriyeyî rakirin
09:02 Serpêhatiya jinek ku dibêje ‘Jiyanek din mimkin e’
09:02 Qeyûm li Amedê çêdike û xera dike: Xaçerêyek sê caran hat xerakirin û çêkirin
09:00 Tarik Ziya Ekîncî: Divê kurd baweriya xwe bi dostaniya sexte ya cîranan neynin
09:00 Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2020'AN
15/11/2020
21:24 Li Çinarê karker bi ceryanê ve zeliqî
20:15 Li Tirkiyê 89 kesên din jî ji ber koronayê mirin
20:09 Li Êlihê zarokek bi destdirêjiyê re rûbirû maye
17:17 Polîsan dikanderek derp kirin: Rewşa wî ne başe
17:00 Rêxistinên elewiyan Seyît Riza û hevalên wî bibîr anîn