Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'

  • rojane
  • 09:00 20 Mijdar 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Hamît Ozkan di êrîşeke ku çekên dewletê tê de hatibûn bikaranîn, jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê Qeymeqamê Şemrexê ji bo vê bûyerê got: "Haya me ji her tiştî heye." Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Fevzî Adsiz jî got, heya ku 'pergala cerdevantiyê' neyê betalkirin dê pêşî li ber bûyerên bi vî rengî neyê girtin. 

Di 11'ê Mijdara 2020'an de li gundê Xirbê Kurikê yê navçeya Şemrex a Mêrdînê, Cevdet Ozkan, kurê wî Kadrî Ozkan û du xizmên wan ji ber meseleya erdan li hev xistibûn. Di vî şerî de çekên lûledirêj hatibûn şixulandin. Di êrîşê de Hamît Ozkan jiyana xwe ji dest dabû û Hamdiye Ozkan û Mehmet Ozkan jî birîndar bûbûn. Piştî şer 4 kes hatibûn binçavkirin, lê belê ji van kesan tenê Kadrî Ozkan hatibû girtin. 
 
Piştî bûyerê dîmenên dema şer ku bi telefonê hatibûn girtin jî derketin holê. Di van dîmenan de tê dîtin ku gelek çek hatine bikaranîn. Xizmên Hamît Ozkan bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û gotin, êrîşkar Cevdet Ozkan di sala 1994 û 2008'an de jî bûyerên bi vî rengî kirine. Di bûyera 2008'an de Cevdet Ozkan 5 kes birîndar kirine û 12 sal ceza lê hatiye birîn, lê belê piştî cezayê wî hatiye pesendkirin di sala 2015'an de hatiye girtin û piştî 5 salan di çaçroveya efûya AKP-MHP'ê de hatiye berdan. 
 
Hat hînbûn ku ev kes bi dilxwazî cerdevantiyê dikin û gava hatine binçavikirin her 3 çekên lûledirêj ên bi wan re çekên birxuste bûne.
 
Piştî bûyerê malbata Ozkan şîn daniye. Qeymeqamê Şemrexê Muhsîn Dûran Kalkan jî hatiye konê şînê û xizmên Hamît Ozkan ji qeymeqam re gotine "Me bi çekên dewletê kuştin." Lê belê qeymeqam jî gotiye: "Ez dizanim. Haya me ji her tiştî heye. Çi hewce be em ê bikin." 
 
det Özkan hapse girdi, ama kısa bir süre sonra çıktı. Şimdi nasıl olacak bilmiyoruz. Ya her şeyi göze alıp burada kalacağız ya da terk edeceğiz”. 
 
SEROKÊ ŞAXA ÎHD'Ê: BI AWAYEKÎ BÊPERWA HEREKET DIKIN 
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a MêrdînÊ Fevzî Adsiz, bal kişand ser bûyerên berê yên bi destê cerdevanan hatine kirin û got, cerdevanên gundan ku kiryarên gelek bûyera ne, ji berê heya niha bi awayekî bêperwa hereket dikin. 
 
Adsiz, bilêv kir ku bûyerên ku divê cerdevan bi rêyên edlî çareser bikin, bi çekên ku dewlet dida wan hel dikin û got, ev jî dibe sedema kuştina mirovan û koçberiyê. 
 
‘DIVÊ BÊ BETALKIRIN' 
 
Adsiz, bilêv kir ku kesên rahiştine çekê sifeta cerdevantiyê wekî "zirxa parastinê" dibînin û got: "Liv û tevgerên cerdevanan ên dibin sedema mirina mirovan, ji berê heya niha didomin. Gava em li raporên ku em amade dikin dinêrin, em dibînin ku pergala cerdevantiyê bûye sedema mirina bi sedan welatiyên me. Her diçe bûyerên bi vî rengî zêde dibin. Tenê li Mêrdînê di nav salekê de bi dehan bûyerên bi vî rengî yên tiltiya cerdevanan di nav de qewimîne. Heya ku pergala cerdevantiyê neyê betalkirin, dê pêşîlêgirtina bûyerên bi vî rengî û binpêkirina mafan neyê girtin." 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

22/11/2020
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê