Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin

  • jin
  • 09:09 21 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE - Salîhe Sevdî û Aygul Çîftçî ku çend sal berê ji Wanê koç kirine û li Enqereyê hev du nas kirine, niha di heman tendûrê de nan dipatin û pê debara xwe dikin. 

Salîhe Sevdî û Aygul Çîftçî ku çend sal berê ji Wan’ê koç kirine. Her du jin li Enqereyê hev du nas dikin. Ji ber pandemiyê di warê aborî de zehmetiyê dikşînin. Ji ber vê biryar girtine ku nanê tendûrê çêbikin. Her du jinên ku çand û edeta xwe ya li warê xwe hîn bûne, niha li Enqereyê didomînin. Sevdî û Çîftçî, ji bo debara xwe bikin nanê tendûrê dipatin û difiroşin. Her çi qas her du jin, li Wanê di tendrên biax de nan çêdikirin jî lê belê ji ber ku li Enqereyê ev derfet bi dest wan neketiye, lewma bi sêlê ji xwe re tendûr çêkirine. Her du jinên kedkar ji bo vê dibêjin: “Me li ba sûriyeyiya dît. Hema ji vê piçûktir bû. Me jî ew teqîb kirin û me ji xwe re çêkir. Ev tendûr bi gazê vêdikeve.”
 
Sevdî û Çîftçî, tevî malbatên xwe li navçeya Mamak a Enqereyê dimînin. Her du jin heba nanê ku dipahtin bi bî lîre û nîvê difiroşin. Ji navçe û derdorên Enqereyê, gelek kes ji bo nanê tendûrê tên Mamakê. Her du jin rojê li dor 200-300 nanî dipehtin. 
 
Salîhe Sevdî û Aygul Çîftçî qala karê xwe û sedema koçberiya xwe kirin. 
 
‘EM JI MECBURÎ HATIN ENQEREYÊ’
 
Aygul Çîftçî ku 9 sal berê koçî Enqerê kiriye, anî ziman ku ji neçarî hatine Enqereyê û got: “Merivê me hemû hatin Enqerêyê, zarê me jî hatin. Paşê jî em hatin. Zarê me di karê avahiyan de dixebitin. Li gund karê me hebû. Paletî jî hebû, em dixebitîn jî. Li gund karê me baş bû. Kêf kêfa me bû. Lê piştî demekê, hew qediya û em hatin vê dera. Min li gund jî nan lêdixist. Lê li vir jiyanek wiha tune ye. Li vir cîranî jî tune ye. Tu diçî li derî dixî, carinan vedikin, carinan venakin. Me bixwe bi serê xwe kir û em ji mecbûrî hatin vî welatê xerîb. Lê dîsa ya baş ew e ku me li van deran mirovên ji warê xwe dîtin û em niha bi hev re dixebitin.”
 
JIN Û XEBAT
 
Çîftçî ku got “Xebata jinê tiştekî baş e” bal kişand ser keda û xebata jinê û domand: “Perê xwe bixwe qezenc dike. Mesrefa malê û ya metbaxê pê dikirin. Zehmetiyê nakişînin. Dilê me çi bixwaze em diçin dikirin. Em êdî li heviya kîsikê mêran namînin. Berê çavê me li cêva wan bû. Car hebû didan car jî hebû nedidan. Carinan jî tune bû. Mesrefa bajaran jî zor e. Carinan pereyê xwe jî nedigirtin. Em vî karî dikin, êdî hem dikarin zarê xwe jî pê bidin xwendin û hem jî mesrefa mala xwe jî bikin." 
 
ŞERT Û MERCÊN KARÊ WAN
 
Çîftçî qala şert û mercê karê xwe jî kir û got: “Em niha hetanî nîvro dixebitin. Paşê jî diçin malê karê xwe dikin. Car heye em hin rojan naxebitin, bêhna xwe vedidin. Gava roj dirêj bûn em saet di 7-8'ê sibehê de dihatin û me hevîrê xwe distra û em diçûn me karê malê dikir. Me taştê dixwar û paşê em car din dihat, me nan dipeht heya 5-6’ê êvarê. Niha ji ber ku roj kin bûne, bi şev em di 12’an de tên hevîrê xwe dikin. Dinixêfin, sibehê saet di 8’an de tên nan dipêjin.”
 
PIŞTÎ VÎ KARÎ JIYANA WÊ XWEŞTIR BÛYE
 
Salîhe Sevdî jî ku hevjînê wê karê avahiyan dike, 9 sal berê koçî Enqereyê kiriye. 
 
Sevdî qala sedemên koçberiyê kir: “Hevserê min dihat li vir 2-3 mehan dixebitî û piştre dihat welêt. Me wî pereyê ku qezenc dikir dixwar û cardin diçû Enqereyê. Tune bû. Ji bo xebatê em hatin vira. Em di kirê de ne, jiyan zor e. Hemû tişt pir biha ne. Di malekê de nabe ku tenê kesek bixebite." 
 
Sevdî da zanîn ku sermiyana wan tune ye û got: “Piştê min dest bi vî karî kir jiyana min zaf xweş bû. Dema ez nedixebitîm min li destê mêr dinêrî. Gelo bide min an wê nede min. Pereyê me di cêva me de ye. Em çi bixwazin, dilê me çi bixwaze bêminet, bêyî em li destê mêrê binêrin em diçin tînin." 
 
MA / Zemo Aggoz

Sernavên din

22/11/2020
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye
09:00 Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e
09:00 Qeymeqam ji bo bûyera ku çekên dewletê tê de hatin şixulandin got 'haya me jê heye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN
08:11 Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon
19/11/2020
19:38 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170
17:12 Sancar ji bo ‘Budçeya Gel’ çû serdana KESK’ê
17:10 Ji TJA’yê çalakiya zincîra xemrî
16:52 Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye
16:44 Guven: Em dawî li şerê di nav xwe de bînin
16:15 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li siyasetmedar Mamedoglû birî
15:49 Qeyûm ji bo cenazeyê meleye fexrî wesayîta cenaze neda
15:45 Li Wanê qedexeya çalakî û şahiyan 4 sal li pey xwe dihêle: Çalakî û şahî carek din hatin qedexekirin
15:32 Li Mêrsînê rojane bi ser 700’î re kes bi koronayê dikevin
15:13 OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran
14:58 Bi hinceta ewlehiyê malan hilweşandin
14:51 Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin
14:44 Rêxistinên tenduristiyê: Kovîd-19 bila wek ‘nexweşîna pîşeyî’ were pejirandin
14:12 Ji ber bêbergiriyê ji serê salê ve 49 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:09 Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn
13:42 Meclîsa Ciwanan a Yekbûyî: Em ê ji bo Kemal têbikoşin
13:28 ‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’
13:22 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan: Ji bo bêhêzkirina jinê êrişê hevserokatiyê dikin
13:17 Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
13:00 Îranê 2 kolberê din qetil kir
12:59 Ji Almanyayê nişana danekirinên li ser Tirkiyeyê
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
10:38 Dayika Kemal Kûrkût: Ev edaletek çawa ye?
10:37 Kûnî: Ceza ne li min li nirxên bijîşkiyê hatiye birîn
09:47 Angaşta ‘leşkerê çeka wî pêde teqiya jiyana xwe ji dest da’
09:46 Derbarê rojnamevanên protestoyên qeyûm şopandine de doz hat vekirin
09:46 Bircên Fînîkê ji ber xemsariya dewletê hildiweşin
09:13 ‘Em bi hev re li ber şidetê rabin'
09:13 Malbata zarokê ku di Çemê Zapê de wer bûbû jî anîn ber avahiya HDP'ê