Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev

  • rojane
  • 10:20 21 Mijdar 2020
  • |
img

AMED – Fîgen, Sertaç û Gulîstan Ektî xwîşkên hev in. Bi têkoşîna xwe ya ji bo azadî û xwebûnê tên nasîn. Têkoşîna wan îro têkoşîna Mîrabel ên xwişkên hev vediguhezîne roja me ya îro. Gulistan Ektî dibêje “em li mal sê xwişkên hev in, em li kolanan bûn hevrêyên hev. Haya me ji Mîrabel ên xwişkên hev tune bû. Lê li vir jinên kurd têkoşînek destanî birêve dibin.”

 
Li Dominikê 60 sal berê şer dest pê dike. Îro li çar aliyê cîhanê ew têkoşîn belav bûye. Sê xwişkên hev bi destdirêjiyê û îşkenceyê re rûbirû dimînin û tên kuştin. Roja 25’ê Mijdarê tên kuştin. Roja kuştina wan 25’ê Mijdarê bûye roja hevgirtin û têkoşîna jinan û serî netewandinê. Têkoşînek ku a xwişkên hev ku li Dominikê dest pê dike îro têkoşînek bi heman rengî xwe dirêjî gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezroya Amedê dike. Sê xwişkên hev ên ji Helhelê bi têkoşîna xwe derdikevin pêş. Têkoşîna van her sê jinên kurd têkoşîna Mîrabel ên xwişkên hev zindî dike.
 
Têkoşîna her sê xwişkên hev bi pêşengiya dayika wan Saniye Ektî dest pê dike. Dayik Saniye zarokên xwe di her warî de bi hişmend dike. Saniye Ektî di serî de Sertaç, Fîgen û Gulistan û her wiha du keçên xwe din û du lawên xwe têkoşînê bi wan dide nasîn û beşdarî têkoşînê dike. Dewlet li serê malbatê dibe bela. Rojê carnan carek carnan jî 5 car leşker bi ser mala wan de digire. 
 
NAVÊN KURDÎ LI ZAROKAN QEDEXE DIKIN 
 
Her zarokek bi dayika xwe Saniye Ektî li dijî zilma dewletê têkoşîna azadiyê ya kurd nas dikin. Dayik navên wek Rojhat, Ala Rengîn û Berzan dixwaze li zarokên xwe bike lê jê re dibêjin ev nav “qedexe” ne û van navan nikare li wan bike. Zaroka herî biçûk Gulistan Ektî ye û niha ew 35 salî ye. Navê Rojhat lê dikin û dewlet wî navî qebûl nake. Dema bi zilma dewletê re tê nasîn hêj 9 salî ye û dewlet gelek caran bi ser mala wan de digire û dayik û ferdên malbatê tev binçav dikin. Ew di salên biçûkatiyê de nasnameya kurdbûnê ferq dike. Dewlet di salên 1990’î de cerdevaniyê dispêre gundê Helhelê. Xelkê gund cerdevaniyê qebûl dike. Tenê malbata Ektî qebûl nake û serî radike. Saniye Ektî wê çaxê dibêje “Dijminiya esil ew e ku meriv çek hilde destê xwe û li dijî nijada xwe şer bike ye” û bi vî awayî cerdevaniyê red dike. Piştî vê yekê malbat hin bêtir dibe hedefa dewletê. Li aliyekî dewlet û li aliyekî din jî cerdevan zilmê li malbatêdikin. Her ku diçe zext û êrişên dewlet û cerdevanan li ser wan dewam dike. 
 
HER SIBEH DENGÊ POSTALÊN LEŞKERAN TÊ 
 
Malbata Ektî her sibeh bi dengê postalên leşkeran ji xewê şiyar dibin. Di her serdegirtina malê de zexîrên wan tev tên rijandin û mala wan tê serobinkirin. Dewlet dixwaze bi vê sepanê malbat cerdevaniyê qebûl bike. Wê malbatê ya cerdevaniyê qebûl bikira yan jî wê gund bi terkanda. Malbat ji ber zilmê gund terk dike lê bes test ji têkoşîna xwe bernade û têkoşîna xwe li bajaran jî didomîne. 
 
BINÇAVKIRIN Û ÎŞKENCE 
 
Dayika 7 zarokan Saniye Ektî ji bo ku neyê girtin dem bi deman bi şev û roj xwe vedişêre. Ji ber zextan carnan li mizgeftan, carnan li çiyayan, carnan di darbestan de carnan jî di serşoka ku tenê jin li gund bikar tînin de xwe vedişêre. Di her binçavkirin û girtina dayika Saniye de neynûkên wê tên kişandin, pişta wê tê şikandin û di encama îşkenceya lê tê kirin de gurcikek xwe winda dike û perdeya guhê wê jî tê teqandin. 
 
DI 14 SALIYA XWE DE TÊ GIRTIN 
 
Gulistan Ektî di 14 saliya xwe de gelek caran tê binçavkirin û dibêje “Ji ber ku min mîna dayika xwe li ber xwe dida û têkoşiyam dihatim binçavkirin.” Di 14 saliya xwe de tê girtin û 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Ev yek Gulistanê bêtir bi hêrs dike. Piştî ji girtîgehê derdikeve li aliyekî ji bo debara xwe bike li nav zeviyan pembo berhev dike li aliyekî jî çapê dike û têkoşîna xwe didomîne. 
 
Gelek sal dibûhirin lê Gulistan Ektî hêj nikare vegere gundê xwe û li bajarên cuda dixebite. Di vê navberê de xelkê gund ku cerdevaniyê qebûl dike, piştî bi salan dest ji çekan berdide. Dewlet vê yekê qebûl nake û dewlet diavêje ser gund û dişewitîne û vê carê tevahiya gund tê koçberkirin. 
 
TÊKOŞÎNA JINAN 
 
Gulistan Ektî li saziyên wek Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Selîsê, Weqfa Koçberiyê û Meclîsa Dayikên Aştiyê de dixebite. Di hilbijartina xwecihî ya sala 2014’an de dibe endama meclîsa şaredariyê. Di hilbijartina xwecihî ya sala 2019’an de jî wek Hevşaredara Hezroyê tê bijartin. Gulistan Ektî dibêje niha xwişka wê Fîgen Ektî di girtîgehê de ye û behsa têkoşîna xwe û xwişkên xwe û dayika xwe dike. 
 
XWIŞKA DUYEM 
 
Sertaç Ektî jî bi awayek çalak di nava têkoşîna azadiya kurd de cih digire. Ew jî ji biçûkatiya xwe ve dest bi têkoşînê dike û gelek caran di serdegirtina malan de tê binçavkirin û îşkence lê tê kirin. Sertaç Ektî di salên 90’î de dema du canî ye polîs bi ser mala wê ve digirin û ji ber zext û îşkenceya lê tê kirin pitika wê jiyana xwe ji dest dide. 
 
Her tim polîs bi ser mala Sertaç Ektî ve digire. Carna ji bo wê tên, carna ji bo dayika wê û carna jî ji bo xwezûrê wê serdegirtin pêk tê. Sertaç tiyê xwe Fehmî Tosûn jî di cînayetên ‘kiryar nediyar’ de winda dike. Sertaç Ektî ya di temenê biçûk de têkoşînê nas dike di 45 saliya xwe de jî vê têkoşînê berdewam dike. 
 
XWIŞKA SÊYEMÎN 
 
Fîgen Ektî jî ya 40 salî jî, para xwe ji zextên dewletê digrer û dewleta qebûl nake ku navê wê bibe Ala Rengîn. Ektî bi dehan car tê binçavkirin, lê tu carî dest ji têkoşînê xwe bernade. Di sala 1990’an de, agahî ji malbatê re tê dayîn ku Ektî jiyana xwe  ji dest daye. Lê dûre derdikeve holê ku hatiye girtin. Ektî ya 10 salan di girtîgehê de dimîne, di sala 2003’yan de tê berdan. Di serî de başdarî xebatên jinan dibe û dûre bi awayekê aktîf xebatên xwe dewam dike. Ektî herî dawî di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya amedê bi rêve bir de, di 14’ê Tîrmehê de, di serdegirtina malê de bi 28 jinan re tê binçavkirin û piştre bi 5 jinan re wê carek din dixin zindanê.
 
SÊ XWIŞK, SÊ HEVRÊ
 
Gulistan Ektî, da zanîn ku her ferdekê malbatê, bi keda xwe hebûna xwe avakirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî jinên di malbatê de, bê rawestandin berxwedana xwe dewam kirine. Me bi hev re têdikoşiya, lê heya salên dûr û dirêj jî kesekê ne dizanî me xwişkên hevin. Pir kêm em dihat gel hev. Lê dema ku em dihat gel hev jî, kesekê ne dizanî em xwişkên hevin. Li malê em sê xwişkbûn û di nava xebatan de jî em sê rêheval bûn.”
 
ZANEBÛNA ZAYENDÎ
 
Gulistan Ektî behsa bandorên zanebûna zayendî ya li ser xwe kir û wiha got: “Dema em li gund bû, li kaniyê jin kom bibûn. Fermandarek hat û ji muxtar re got, ‘Demek dirêje ez naçim malê, pêwîstiya min jinekê heye.’ Ez zarokbûm, lê ji wê demê ve zanebûna zayendî bi min re dest pê kir. Jinên kurd weke xenîmet didîtin. Her tim dayik û xwişkên di maşîneyên eskerî de dibirin navçeya Hezroyê. Li dijî vê jî zanebûna min a zayendî, zêdetir bû. Di rastiyê de namusa jinên têdikoşiyan, asta nirxê wan ê têkoşînê bû. Ji ber vê em serbilind bûn.” 
 
SÎRGÛNKIRINA YEKEMÎN
 
Ektî, bibîr xist ku ji bo gundê xwe terk nekin heya demekê li ber xwe dan û wiha rêz kir: “Lê eskeran mala me şewitandin. Ji dayika min re gotin, ‘Tenê namusa we ma ye, keçên xwe bigire û ji vê derê here.’ Piştî van zextan em neçar man ku gund terk bikin. Gundiyan wesayît nedan me ku em pê alavên xwe bar bikin. Bi meşê em gihan gundê Licokê. Ji wê derê jî em li Fîskayeya Amedê bi cih bûn. Em 17 rojan di malekê vale de bê xwarin man. Lê dîsa jî me destê xwe ber dijminê xwe venekir. Li dijî van hemûyan, berteka min kenîn û têkoşîn kirinbû. Bi înat ez di keniyam. Ligel ewqas zext û êrîşan, me ne dikarî em dest ji têkoşînê, zanebûna jinê, nasnameya kurd û berxwedana xwe berdin. Di nava vê têkoşînê de me xwe dît û me nasnameya xwe ya jin nas kir.” 
 
PÊVAJOYA HEVŞAREDARIYÊ 
 
Ektî ya ku di hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de ji bo Hevşaredariya Hezroyê tê hilbijartin, têkoşîneke xwe jî di vê pêvajoyê de dide. Ektî, wiha behsa wan rojan dike: “Li Hezroyê salên dirêj min xebatên partiya siyasî bi rêve birin. Dema ku mijar bû parvekirina koltixê zilam, acizî dest pê kir. Li gorî binyada Hezroyê, têkilî bi jinan re danîn pir zore. Zilam her tim zextên derûnî li min dikirin. Lê min serî netewand û têkoşîna xwe dewam kir. Emê rêya xwe dewam bikin. Em bi têkoşîna xwe deyndarê Leyla Qasim û Bêrîtanan in. Tu agahiya me ji Xwişkên Mîrabal tune bû. Lê li vir jinên kurd têkoşînek destanî birêve dibin."
 
‘JI BO CIVAKEK AZAD’
 
Ektî, aşkere kir ku ligel ewqas êş jî, qet ne poşmane û wiha bi dawî kir: “Em birçî man. Me li dijî xizantiyê li ber xwe da. Em gelek caran li kolanan man. Lê me tu carî îxanet li nirxên xwe nekirin. Pêvajoyên me yên zor û zehmet tu carî bi dawî nebûn. Lê bele em ne popmanin. Di heman xetê de bi biryarin. Têkoşîna me ji bo azadiya hemû jinan û civakê ye. Em jinên kurd têkoşîna azadiyê didin. Em dixwazin vê têkoşîna xwe zilan ji koletiyê rizgar bikin. Em dixwazin wan azad bikin. Bila tu zilan ne fikirin ku azadin. Ew jî koleyên vê dewleta feodalin. Ji bo vê armanca me ya sereke, wekheviya jin û zilam e. Jiyana azad a bi hev re ye.”
 
DAWÎ
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel - Mehmet Erol
 

Sernavên din

23/11/2020
09:05 Li Mêrsînê lênêrînên awarte tijî bûn: Rojê 20-25 kes dimirin
09:04 ‘Bi rastiyek ne di demê xwe de, nikarin aboriyê rast bikin’
09:04 Serperiştê Wezareta Karên Hundir kitêboka wezaretê ya qeyûman derewand
09:04 Serlêdana HES’ê ya li Geliyê Zîlan hat redkirin
09:04 Jin xwe ji bo meşa 25’ê Mijdarê amade dikin
09:04 ‘Divê jin pergalê desteser bikin’
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2020'AN
22/11/2020
18:50 Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol jiyana xwe ji dest da
16:56 Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin
16:42 Cendirme xwest 272 malper hatin girtin
15:31 TJA'yê li Hezexê komxebata li dijî îstîsmara zarokan li dar xist
15:00 Dayikên Aşitiyê: Em şer naxwazin
14:38 Li Kanîreş û Îskenderûnê civînên gel: AKP nikare bi rê ve bibe
14:37 KESK: Em li dijî pergala KHK’ê serî natewînin
13:26 Bi angaşta ku tû kiriye wan êrişê rêveberên DBP’ê kirin
13:14 Heyeta KNK’ê Tevgera Azadî ziyaret kir
12:46 Li kuçeyê tundiyê li jinan hat kirin
12:45 Ostayê ceyranê Fadil Aydogan bi ceyranê ve zeliqî û mir
11:47 Emîne Şenyaşar: Ma tenê kesek malbata min kuşt?
11:35 Gelê Guatemala agir berda avahiya Kongreyê
11:35 Tedbîrên hikûmetê yên li dijî şewbê, topa esnafan avêt
10:48 HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:15 Cezayê 50 hezar TL dan xwişka Gulistan Doku
10:15 Lîstika ‘Elizabeth’ vê carê jî ji bo DTSO’yê derket ser dikê
09:50 Ji ber pirsgirêka perwerdehiya Onlinê ji Erziromê hat Enqereyê
09:15 Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje
09:14 Qeyûmek çêdike, qeyûmek jî xera dike!
09:12 ‘Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne'
09:10 ‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’
09:08 31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe
09:06 Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn
09:04 Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn
09:02 Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye