40 sal in Hayrettîn Eren winda ye

  • rojane
  • 14:03 21 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Hayrettîn Eren ê li Stenbolê hat windakirin û ev 40 sal in agahî jê nayê girtin pirsîn. Xwişka Eren, Îkbal Eren Yarici bang li rayedarên dewletê kir û got: “We çi bi Hayrettîn Eren kiriye eşkere bikin.” 

 
Dayikên Şemiyê di hefteya 817’emîn de carek din li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin eşkerekirin. Dayikan ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabên medya civakî çalakiya xwe li dar xistin. Vê hefteyê li aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 21’ê Mijdara 19980’î li Saraçhaneya Stenbolê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.
 
40 SAL JÎ DERBAS BIBE HÊJ WEK DUH E 
 
Xwişka Eren, Cemîle Eren diyar kir ku 40 sal bi ser windakirina birayê wê re derbas bûn û got: “40 sal çiqas zû derbas bû, lê belê ji me re hêj wek duh e.” 
 
Cemîle Eren anî ziman ku birayê wê Hayrettîn dixwest dinyayek xweş û ji bo siberoja nifşên nû jiyanek xweş bihêle û got: “Vê yekê wek sûc dîtin. Ev ne sûc in. Dayik û bavan di nava êş û kulan de hiştin. Diya min û bavê min heta nefesa xwe ya dawî behsa Hayrettîn kirin. Bi salan e em daxwaza edaletê dikin. lê meydana ku edaletê lê qîr dikirin ji me re hat qedexekirin. Wîjdanê wan rehet e gelo? Bi şev dikarin razên gelo? Ji zarok û neviyên xwe re behsa îşkenceya anîn serê mirovan kirin gelo? Nikarin behs bikin. Çimkî wê neviyê wan hesab ji wan bipirse. Êşa me mezin e. Çend dayik, çend bav bêyî ku zarokên xwe bibînin wefat kirin. Dayik û bav bi êş û hesreta zarokên xwe koç kirin.” 
 
‘EW YEK JI HEZARAN WINDAYAN BÛ’ 
 
Birayê Eren, Farûk Eren jî derbarê kekê xwe yê windayî de got: “Ew ji hezaran mirovan hatin windakirin yek bû. Em lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bi Komeleya Mafê Mirovan û Dayikên Şemiyê re didomînin. Tekanedaxwaza dayik û bavê min ew bû ku gora kurê xwe bibînin. Lê va em di şûna wan de jî vê têkoşînê didomînin. Divê ev tenê ne têkoşîna dayikan tenê be, divê bibe têkoşîna Tirkiyê. Ji ber ku daxwaza Dayikên Şemiyê li ber çavan nayê girtin, ev welat di vî halî de ye. Li her devera welat qîrîna edaletê bilind dibe. Heke deng bidana van qîrînan wê ewqas bêedaletî neqewimiya. Heta edalet pêk were em ê bêdeng nebin.” 
 
‘SOZA XWE BÎNIN CIH’ 
 
Xwişka Eren, Îkbal Eren Yarici jî ji bo winda werin dîtin bang li rayedarên dewletê kir û got: “Em ne terorîst in. Em xizmên windayên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirinê ne. Em Dayikên Şemiyê ne. Me pişta xwe nespart kesî. Tenê me pişta xwe spart hev û em ji bo wan kesên we winda kiriye li edaletêdigerin. Heke em terorîstbûna wê Tayyîp Erdogan bi dayikan re hevdîtin nekira. Wê soza ‘pirsgirêka we pirsgirêka min e’ nedaba. Yek ji van dayikan jî dayika min Elmas Eren e. Em dipirsin çi bû ji Hayrettîn. Ev mafê me ye em lê bipirsin. Soza we daye dayikên me bigirin. Hayrettîn Eren ê 40 sal berê ku we wî binçav kir çi pê hat, eşkere bikin. Dev ji parastina kujeran berdin. Pêşiya darizandinê vekin.” 
 
KESKÎN: SERLÊDAN BÊENCAM DIMÎNIN 
 
Parêzera Eren û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn jî diyar kir ku wan piştî binçavkirin û windakirina Hayrettîn Eren pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin. Keskîn destnîşan kir ku heta roja îro ji bo dîtina Eren gelek caran serî li cihên pêwendîdar dane lê hemû bêencam mane û hêj dewlet van dozan bi dembihûrînê re rûbirû dihêle. 
 
SÊ NIFŞ LI EDALETÊ DIGERIN 
 
Daxuyaniya vê hefteyê biraziya Hayrettîn Eren, Işik Sû Eren xwend û destnîşan kir ku ew sê nifş li edaletê digerin û bang li rayedaran kir ku aqûbeta Hayrettîn Eren were eşkerekirin û edaletê bicih bîne. 
 
 

Sernavên din

23/11/2020
09:05 Li Mêrsînê lênêrînên awarte tijî bûn: Rojê 20-25 kes dimirin
09:04 ‘Bi rastiyek ne di demê xwe de, nikarin aboriyê rast bikin’
09:04 Serperiştê Wezareta Karên Hundir kitêboka wezaretê ya qeyûman derewand
09:04 Serlêdana HES’ê ya li Geliyê Zîlan hat redkirin
09:04 Jin xwe ji bo meşa 25’ê Mijdarê amade dikin
09:04 ‘Divê jin pergalê desteser bikin’
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2020'AN
22/11/2020
18:50 Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol jiyana xwe ji dest da
16:56 Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin
16:42 Cendirme xwest 272 malper hatin girtin
15:31 TJA'yê li Hezexê komxebata li dijî îstîsmara zarokan li dar xist
15:00 Dayikên Aşitiyê: Em şer naxwazin
14:38 Li Kanîreş û Îskenderûnê civînên gel: AKP nikare bi rê ve bibe
14:37 KESK: Em li dijî pergala KHK’ê serî natewînin
13:26 Bi angaşta ku tû kiriye wan êrişê rêveberên DBP’ê kirin
13:14 Heyeta KNK’ê Tevgera Azadî ziyaret kir
12:46 Li kuçeyê tundiyê li jinan hat kirin
12:45 Ostayê ceyranê Fadil Aydogan bi ceyranê ve zeliqî û mir
11:47 Emîne Şenyaşar: Ma tenê kesek malbata min kuşt?
11:35 Gelê Guatemala agir berda avahiya Kongreyê
11:35 Tedbîrên hikûmetê yên li dijî şewbê, topa esnafan avêt
10:48 HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:15 Cezayê 50 hezar TL dan xwişka Gulistan Doku
10:15 Lîstika ‘Elizabeth’ vê carê jî ji bo DTSO’yê derket ser dikê
09:50 Ji ber pirsgirêka perwerdehiya Onlinê ji Erziromê hat Enqereyê
09:15 Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje
09:14 Qeyûmek çêdike, qeyûmek jî xera dike!
09:12 ‘Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne'
09:10 ‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’
09:08 31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe
09:06 Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn
09:04 Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn
09:02 Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'AN
21/11/2020
21:50 Rojnamevan Akman hat berdan
21:14 Îro ji ber Covîd-19'ê 135 kes jiyana xwe ji dest dan
16:56 Ûca: Êdî dema azadkirina Ocalan hatiye
16:56 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
16:41 Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin
16:40 Heta niha îfadeyên 51 kesên dibin çavan de nehatine girtin
16:01 Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
15:29 ‘Bi operasyonan lez didin hilweşandina desthilatdariyê’
15:23 Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket
14:57 ‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak were berdan’
14:49 Ligel raporê jî, girtiyê nexweş Tûran nayê berdan
14:35 Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin
14:03 40 sal in Hayrettîn Eren winda ye
14:03 Jinên girtî yên nexweş tavilê berdin
13:34 Girtîgehê pênûs û pirtûka boyaxê nedan Arîn Hêvî
13:31 2 girtiyên bi koronayê ketine rewşa wan giran e
12:25 Li bajarên Serhedê berfa ewil a salê barî
11:56 Aydin: Behsa reforma darazê pêkenok e
11:48 Mehmet Înan 26 salin winda ye
11:15 Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hat girtin
11:05 Ji bo 3 zarokên hatibûn îşkencekirin 26 sal ceza hat xwestin
10:20 Ji Dominikê ber bi Amedê ve: Têkoşîna sê xwişkên hev
09:18 'Biryara beraetkirina kujerê Kûrkût têkçûna hiqûqê ye’
09:17 Bangawaziya ji bo 25'ê Mijdarê: Em bibin Mîrabel û dakevin qadan
09:13 Me 25'ê Mijdarê ji zilaman pirsî: Ji televîzyonê hîn bûm
09:12 Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk
09:12 Yolerî: Dewlet civakê ji hev vediqetîne
09:11 Piştî derî hat girtin betalî jî zêde bû
09:10 Berxwedana karkerên Sînboyê: Karkerên sendîkayî tên cezakirin
09:09 Ji xwe re tenûr çêkirin û bêminet debara xwe dikin
09:08 ‘Li gelek girtîgehan vîrûs belav bûye’
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN
20/11/2020
22:22 21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:45 Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:41 Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin
16:14 Li Amedê bertek binçavkirinan: Operasyona tolhildana ji baroyê
15:52 TTB: Hejmara pêketiyên koronayê ji sedî 300 zêde bû
15:40 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Xebatkarên tenduristiyê berdin
15:32 Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin
15:06 TJA: Me kirasê berxwedanê li xwe kiriye
14:52 Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin
14:41 Berteka li dijî operasyonê: Em ê parastina parastinê dewam bikin
14:36 Ji bo 4 rojnamevanan serî li AYM’ê dan
14:13 'Ev biryar ne hiqûqiye înkara mafê vîna gel e'
13:51 Doza ku dozger li Demîrtaş vekiribû hat taloqkirin
13:50 Cenazeyê encama DNA wê diyare 5 salin nadin malbatê
13:35 Li Miduriyeta Polîsan dest bi îfade girtina binçavkiriyan hat kirin
13:23 Malbat bi daxwaza biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:17 Li Amedê mamosteyek din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
12:53 Gunay bertek nîşanî binçavkirinan da
12:37 Baroya Amedê: Refroma darazê bi binçavkirinan dest pê kir
11:59 Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane
11:55 ÎHD: Mafê zarokan bi tu hincetan nayê taloqkirin
11:49 6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’
11:24 Doza Malbata Şenyaşar dest pê kir
10:52 Yurek ê 12 caran hat binçvkirin: Divê tu carî zarokek neyê girtin
10:51 Di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn
10:36 Serokê Şaredariya Menemenê hat binçavkirin
10:15 Dayika Ûgûr Kaymaz: Piştî kuştina Ûgûr tu tiştek neguherî
09:01 Çîrokek xweparastinê!
09:01 Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye
09:01 Li benda alîkariyê ne
09:01 Ligel hemû zext û zoriyan jî daxilî nav siyasetê bû
09:01 Pêşî dê Amedê bikin du şeq, dû re dê doz dest pê bike
09:01 Li Girtîgeha Curnê Reş hejmara kesên bi Covîd-19'ê dikevin zêde dibe
09:01 Navê wê sîteya pîşesaziyê ye, lê ne ceryan, ne av, ne jî rê heye