'Heger derbarê Peker de biryara beraetê nehata dayîn, dê Çakici nikaribûna gef bixwarana'

  • rojane
  • 09:07 24 Mijdar 2020
  • |
img

STENBOL – Akademîsyenên aştiyê bibîr xistin ku sereke rêxistina sûcî ya organezeyî Sedat Peker gef li wan xwaribûn, lê belê cardin jî beraet kiribû û gotin, Alaattîn Çakici jî ji ber bêcezatiyê bi rihetî gefan dixwe. 

Serekê rêxistinê sûcî ya organîzeyî Alaattîn Çakici çend roj berê li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal gef li Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû xwaribûn. PIştî vê cardin ew têkiliya dewlet-mafyayê ya di dema bûyera Sûsûrlûkê de derketibû holê anî bîra mirov. 
 
PEKER BERAET KIR 
 
Berê serekê rêxistina sûcî ya organîzeyî Sedat Peker gef li akadmîsyenên ku îmze danîbûn bin danezana "em ê nebin şirîkê vî sûcî" xwaribûn. Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya 20'an a Stenbolê gefên Peker di çaçroveya "azadiya fikr û ramanê" de esas girtibûn û derbarê Peker de biryara beraetê dabû. 
 
SÛSÛRLÛKÊ BIBÎR XIST 
 
Akademîsyena aştiyê Doç. Dr. Sîbel Ozbûdûn, anî ziman ku Çakici heqaret û gefên ku îqtidar dixwaze bibêje aniye zimên. Ozbûdûn, diyar kir ku mafyaya ku di salên 90'î de ji bo tasfiyekirina tevgera kurd derketibû holê niha cardin ketiye dewrê û got: "Têkiliya dewlet-mafyayê berê bi awayekî veşarî dihat kirin, lê belê niha bi awayekî aşker tê kirin. Mafya, xwe wekî dewlet dibîne. Tişta ecêb jî ên îqtidar radest kirine an xwe li bêdengiyê datînin an jî di ekranên televîzyonan de dikevin weziyeta Mehmet Metîner. Daraz jî ji xwe re li dûra lê mêze dike." 
 
ÎFLASKIRINA DEWLETÊ 
 
Ozbûdûn, gefên Çakici ku bi awayekî aşkere xwarine wekî "îflaskirina dewletê" nirxand û got: "Xeteke ku ji Abdûllah çatli digihê Peker û ji Peker digihê Çakici. Ev nîşan dide ku îqtidar nikare welêt bi rê ve bibe û her diçe rêveberya welêt dixe destê xirbendeyên mafyayî. Çawa me li Sûsûrlûkê bang kir û em qîriyan, niha jî divê em li ber vê ferasetê rabin û dengê xwe bilind bikin." 
 
Her wiha Ozbûdûnê anî ziman ku Peker gef li wan xwaribû û got: "Heger wê rojê darazê peywira xwe bi cih bianiya, dê îro Çakici gef li serokê giştî yê partiya muxalefeta sereke nexwarana." 
 
ENCAMA KRÎZA RÊVEBERIYÊ 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê Erdal Gîlgîl ku ji Zanîngeha Akdenîzê hatiye îxrackirin jî anî ziman ku tê xwestin ku civak bi tkiliyên mafyatîk bê tepisandin û got: "Heger krîzeke rêveberiyî tune bûna, dê gefxwarin çênebûna. e dît ku partiya îqtidarê van gefxwarinan diparêze." 
 
ÇARESERÎ SERDESTIYA HIQÛQÊ YE 
 
Gîlgîl got: "Heger gefên duh li me hatin xwarin, di warê hiqûqî de biketana ber lêpirsînê, dê serokê giştî yê partiyekê jî bi van gefan re rû bi rû nemana. Çareserî, rêveberiya li ser asasên hiqûqê û di çaçroveya serdestiay hiqûqê de ye. Yan na, dê neçareserî û zimanê gefxwarinî her biçe zêdetir bibe." 
 
MA / Nacî Kaya

Sernavên din

24/11/2020
15:06 Kedkarên tenduristiyê wezaretê bi çepikan şermezar kirin
14:35 Rêxistinên rojnamegeran Rojnamegerên Kurd her dem dibin hedef
14:28 Hevdîtina bi nûçegihanê me Karataş re hat qedexekirin
14:12 Dayikên Şemiyê: Dev ji reforman berdin edliyan ji edaletê re vekin
14:10 Dayikên Aştiyê ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin
13:58 Bûldan: Cîhan wê bi têkoşîna jinan re bi guhere
13:45 HDK’ê banga 25’ê Mijdarê kir
13:17 Têkoşîna jinan nîqaş kirin
13:17 Rapora ÎHD’ê: Li Herêmê 42 jin hatin kuştin
12:43 'Min tevî kelepçeyê nimêj kir'
12:37 Li Şemrexê rageşiya DEDAŞ'ê: Polîsan bi gaza îsotê mudaxile kir
12:12 Doza nivîskar Demîrer hat taloqkirin
12:08 Di doza Dînk de dozger ji bo biryarê wext xwest
12:00 Ûca banga parastina Şengalê kir: Dixwazin fermana 75’emîn pêk bînin
11:29 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:18 Qeyûm dibin xizmeta avahiya AKP'ê de ye!
11:04 Polîsan di serdegirtina buroya me de dest danîn ser komputeran
10:47 Pirtûkxaneya Lîlav bi wesîleya 25 Mijdarê dest bi kampanyayê kir
10:41 Kuştina apê wî yê berî 11 salan bi bîr xist û gef lê xwar
10:37 Li bakurê Licê operasyona eskerî
10:30 Amed ji aliyê kesên ji derve hatin tayînkirin ve tê birêvekirin
10:29 Çîroka têkoşînekê: Dayika Fatê
10:12 Çelîk: Em dikarin bi yekîtiya neteweyî firsendên mezin bi dest bixin
09:18 Rîham Hesen: Peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e
09:17 Gaza xwezayî hat, xîzarkêşî jî mir
09:15 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz: Dixwazin bi tecrîdê pêşî li ber tifaqê bigirin
09:14 Profesorê bi tecawizê tê tawanbarkirin dê di 25'ê Mijdarê de bê darizandin
09:13 Bi zorê biryara HES'ê bi Meclîsa Bajêr a Êlihê dane qebûlkirin
09:07 Qeyûmê Şemrexê çav berda meaşê hevşaredarê
09:07 'Heger derbarê Peker de biryara beraetê nehata dayîn, dê Çakici nikaribûna gef bixwarana'
09:07 Muzîkjenên betal mane zehmetiyê dikişînin
09:07 Bang li Meclîsê kir: Peywira xwe ya venêranê pêk bîne
09:07 ‘Ji salên 1960’an heya roja îro cînayetên jinan ne guherîn’
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2020'AN
07:35 Polîsan Nûçegîhanê MA'yê Dîndar Karataş binçav kirin
23/11/2020
20:32 Di lêpirsîna derbarê KCD'ê de 5 kes hatin girtin
18:51 Edîtora JinNewsê Metîna hat berdan
16:53 Şaredariya Panosê ji bo jinên gundan Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir
16:50 Li Amedê 44 kes sewqî edliyê hatin kirin
16:49 Çîroka DBP’iyê hat binçavkirin û berdan
16:13 MXDŞ’ê banga lezgîn kir: Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye
16:12 Hêzên PDK’ê li herêma Metîna bendê ava dikin
15:42 Li Mêrdînê çalakî hatin qedexekirin
15:33 Beştaş: ji ber pergala totalîter nalenala milyonan e
15:26 Doz li Dayikên şemiyê vekirin
15:24 ‘Emê destûrê nedein talana li Erbaa, Bogali û Sakaratê’
15:12 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
15:06 'Rojê zêdeyî 50 hezar mirov bi şewbê dikevin'
15:03 Îdîanameya tecawîzê ya li GGM’ê hat amadekirin
14:55 Xwestin tundiya li ser jinan were lêkolînkirin
14:34 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP’ê
14:12 Rojnamegerên jin: Divê pênûsên me têkoşîna jinan binivîsin
14:05 Hevşaredarê Bêgiriyê tehliye bû
14:05 Dadgehê 'Biryara rawestandinê' ya darizandina Helîn Şen red kir
14:04 Bijîşkan xwest Dr. Şeyhmus Gokalp ê binçavkirî were berdan
13:51 Soylû yê xwedî tecawîzkar Orhan derketibû: Ev kuştinên jinan ji ku derket?
13:48 Koçyîgît xwest li Girtîgeha Wanê lêkolîn were kirin û Fatma Tokmak jî were berdan
13:47 Doza KCK'ê ya Dîlokê: Eger Wezareta Dadê reformê dixwaze bila vê dosyayê bibîne
13:40 Rapora Las Tesîsê: Mudaxale, binçavkirin, lêpirsîn û doz
13:35 Pezkoviyên ku dikevin ava bendavê dimirin
13:03 Dixwazin xwişk û birayên hev ên ji Hesekê der sînor bikin
12:42 Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê: Em ê bibin dengê Z.M. a îranî
12:31 Jinan giliyê polîsan kir lê dozger biryara ‘dozvenekirinê’ da
12:11 Ji jinên kurd beriya 25’ê Mijdarê çalakiya bipankart
12:11 HDP: Îqtîdar di tevdîrên dij koronayê de biserneket
10:58 Ji bo operasyonê li çar gundan derketina derve qedexe kirin
09:05 Akademîsyen Guney: Em ne di nava bendewariya reformê de ne
09:05 Li Mêrsînê lênêrînên awarte tijî bûn: Rojê 20-25 kes dimirin
09:04 ‘Bi rastiyek ne di demê xwe de, nikarin aboriyê rast bikin’
09:04 Serperiştê Wezareta Karên Hundir kitêboka wezaretê ya qeyûman derewand
09:04 Serlêdana HES’ê ya li Geliyê Zîlan hat redkirin
09:04 Jin xwe ji bo meşa 25’ê Mijdarê amade dikin
09:04 ‘Divê jin pergalê desteser bikin’
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2020'AN
22/11/2020
18:50 Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol jiyana xwe ji dest da
16:56 Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin
16:42 Cendirme xwest 272 malper hatin girtin
15:31 TJA'yê li Hezexê komxebata li dijî îstîsmara zarokan li dar xist
15:00 Dayikên Aşitiyê: Em şer naxwazin
14:38 Li Kanîreş û Îskenderûnê civînên gel: AKP nikare bi rê ve bibe
14:37 KESK: Em li dijî pergala KHK’ê serî natewînin
13:26 Bi angaşta ku tû kiriye wan êrişê rêveberên DBP’ê kirin
13:14 Heyeta KNK’ê Tevgera Azadî ziyaret kir
12:46 Li kuçeyê tundiyê li jinan hat kirin
12:45 Ostayê ceyranê Fadil Aydogan bi ceyranê ve zeliqî û mir
11:47 Emîne Şenyaşar: Ma tenê kesek malbata min kuşt?
11:35 Gelê Guatemala agir berda avahiya Kongreyê
11:35 Tedbîrên hikûmetê yên li dijî şewbê, topa esnafan avêt
10:48 HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:15 Cezayê 50 hezar TL dan xwişka Gulistan Doku
10:15 Lîstika ‘Elizabeth’ vê carê jî ji bo DTSO’yê derket ser dikê
09:50 Ji ber pirsgirêka perwerdehiya Onlinê ji Erziromê hat Enqereyê
09:15 Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje
09:14 Qeyûmek çêdike, qeyûmek jî xera dike!
09:12 ‘Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne'
09:10 ‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’
09:08 31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe
09:06 Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn
09:04 Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn
09:02 Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje