Rîham Hesen: Peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e

  • rojane
  • 09:18 24 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêvebera Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî Rîham Hesen  hevdîtina şandeya jinên êzidî ya bi Bexdayê re nirxand û got: "Heke Şengal bikeve destê PDK'ê wê bikeve destê Tirkiyê jî. Ger ku bi demokrasî û qanûnan re bin, ev peyman wê li îdareya dadgeha Şengalê bê nirxandin. Wê çaxê gelê Şengalê dikare vê peymanê nas bike. Lê peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e."

Li dijî Peymana Şengalê ya ku di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin, gengeşî û aloziyê bi xwe re tîne. Li ser vê peymanê civîn û nirxandinên herêmê didomin. Herî dawî ji hêla şandeya jinên êzidî li Silemaniyê bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî û şandeya din jî li Bexdayê bi sazî û partiyên siyasî re hevdîtin pêk tîne. Şandeya Jinên Êzidî yên ku berê xwe da Bexdayê bi Serokê Iraqê Mustafa El-Kadhîmî civîna ku 19 xalan pêk tê li dar xist. Rêvebera Tevna Alikariyê  ya Jinên Êzidî Rîham Hesen, der barê naveroka civîn û armanca Peymana Şengalê de ji Ajansa Mezopotamya( MA) re axivî.
 
'ÇALAKIYÊN ME ENCAM GIRTIN'
 
Rîham Hesen anî ziman ku nêrazîbûnên li dijî peymanê encam digirin û wiha axivî: "Bersiveke ewqas zelal nedan,l ê vîna me nas kirin. Me di vê hevdîtinê de jî anî ziman û me ji wan re got, em weke civaka Êzidî vê tifaqê red dikin û qebûl nakin. Dema ku jinên Êzidî ketin destê DAIŞ'ê de peymaneke wiha tunebû, çima îro pêdivî bi tifaqeke wisa çê dibe? Kesên ku wê çaxê gelê Êzidî bêxwedî hiştin çûn, çawa dibe îro qala parastina vê civakê dike? Me di vî warî de helwesta xwe nîşan da. Me weke rêxistin, sazî û dezgehên Şengalê di aliyê dîplomasiyê de ev tifaq û peyman red kir û qebûl nekir. Bi çalakiyên cûr bi cûr me nêrazîbûnên xwe yên li dijî vê tifaqê anîn ziman. Heta ku çalakiyên me encam negirin em ê nesekinin." 
 
'DI CIVÎNÊ DE 19 XAL HATIN NÎQAŞKIRIN'
 
Hesen got kesên ku Şengal tenê hiştin û çûn  nikarin behsa vegera Şengalê bikin. Hesen diyar kir ku wan di her civîneke de helwesta xwe nîşan dan û wiha domand:" Herî dawî me li Bexdayê bi serokê Iraqê Mustafa El-Kadhîmî re civîn li dar xist. Di vê civînê de ji her civaka Êzidî kesek tevlî bû. Di pêşiya civînê de me rewş di navbera xwe de nîqaş kir. Piştî ku civîna bi Serokê Iraqê re hat erêkirin, em çûn Bexda yê. Heyeta me ji 26 kesan pêk dihat. Her yek  ji van jî civatek temsîl dikir. Em  li ser 19 xalan sekinîn û ev her 19 xal hatin nîqaşkirin. Daxwaziyên me hebûn û ev daxwaziye ji hikûmetê re hatin ragihandin. Xala yekem me got, ew tifaqa ku ne li gorî daxwaze gel be, em red dikin û qebûl nakin. Her wiha me got ger ku gelê Şengalê nikare xwe birêve bibe, wê çaxê hûn dikarin peymaneke wiha erê bikin û bikevin Şengalê. Me ji wan re raste rast got, wê çaxê kesên ku em bi tena serê xwe hiştin çûn, niha nikarin behsa vegerekî bikin. Ev 6 sal in hikûmeta Iraqê li hemberî Şengalê xwe bi berpirsyar nedît û bi berpirsyarî tevnegeriyan. Heta niha ji Şengalê re tiştek nekirine. Li Şengalê malên hilweşiyayî hene, jinên ku di DAIŞ'ê de hene. Heta niha hewledaneke hikûmeta Iraqê çênebû ku birînên Şengalê bên pêçan û başkirin. Heta niha hikûmetê ji civaka Êzidî re lêborînek nexwestiye. Ew kesên ku xiyanet li Şengalê kirin, nehatin cezakirin."
 
'EV NE TIFAQ E, BÊTIFAQÎ YE'
 
Hesen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmeta Iraq û PDK li gorî berjewendiyên Tirkiyê tevdigerin û wiha got: "Heger îro PDK dîsa vegere Şengalê bêgûman wê berdewamiya fermanê bê. Gelê herêmê jî wisa pênase dike. Em weke civaka Êzidî heta niha ji fermanan xelas nebûne. Heta ku vîna civaka Êzidî neyê qebûl kirin, wê kesek van hêzan nas neke. Ji ber çi PDK û hikûmeta Iraqê ewqas dixwaze bikeve Şengalê? Ji ber ku Tirkiyeyê gelek herêm wenda kirin. Yek ji van herêmên ku wenda kirin jî Şengalê. Niha jî dixwaze van cihan bi saya vê tifaqê bikeve Şengalê. Navbera malbata Barzaniyan bi Tirkiyê re gelek baş e û bi vî awayî dixwazin ku van têkiliyan bikar bînin û bikevin Şengalê. Herkes jî baş dizane ku ger Şengal kete destê PDK'ê wê bikeve destê Tirkiyeyê jî. Ji xwe ji ber wê jî Tirkiye piştgiriyê dide vê peymanê û tifaqê. Kesên ku vîna civaka Êzidî esas negirin, em jî dê wan esas negirin. Ger ku bi demokrasî û qanûnan re bin ev peyman wê li îdareya dadgeha Şengalê bê nirxandin. Wê çaxê gelê Şengalê dikare vê peymanê nas bike. Lê peymaneke bêyî vîna civaka Êzidî ne tifaq e, xiyanet e."
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

24/11/2020
15:06 Kedkarên tenduristiyê wezaretê bi çepikan şermezar kirin
14:35 Rêxistinên rojnamegeran Rojnamegerên Kurd her dem dibin hedef
14:28 Hevdîtina bi nûçegihanê me Karataş re hat qedexekirin
14:12 Dayikên Şemiyê: Dev ji reforman berdin edliyan ji edaletê re vekin
14:10 Dayikên Aştiyê ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin
13:58 Bûldan: Cîhan wê bi têkoşîna jinan re bi guhere
13:45 HDK’ê banga 25’ê Mijdarê kir
13:17 Têkoşîna jinan nîqaş kirin
13:17 Rapora ÎHD’ê: Li Herêmê 42 jin hatin kuştin
12:43 'Min tevî kelepçeyê nimêj kir'
12:37 Li Şemrexê rageşiya DEDAŞ'ê: Polîsan bi gaza îsotê mudaxile kir
12:12 Doza nivîskar Demîrer hat taloqkirin
12:08 Di doza Dînk de dozger ji bo biryarê wext xwest
12:00 Ûca banga parastina Şengalê kir: Dixwazin fermana 75’emîn pêk bînin
11:29 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:18 Qeyûm dibin xizmeta avahiya AKP'ê de ye!
11:04 Polîsan di serdegirtina buroya me de dest danîn ser komputeran
10:47 Pirtûkxaneya Lîlav bi wesîleya 25 Mijdarê dest bi kampanyayê kir
10:41 Kuştina apê wî yê berî 11 salan bi bîr xist û gef lê xwar
10:37 Li bakurê Licê operasyona eskerî
10:30 Amed ji aliyê kesên ji derve hatin tayînkirin ve tê birêvekirin
10:29 Çîroka têkoşînekê: Dayika Fatê
10:12 Çelîk: Em dikarin bi yekîtiya neteweyî firsendên mezin bi dest bixin
09:18 Rîham Hesen: Peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e
09:17 Gaza xwezayî hat, xîzarkêşî jî mir
09:15 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz: Dixwazin bi tecrîdê pêşî li ber tifaqê bigirin
09:14 Profesorê bi tecawizê tê tawanbarkirin dê di 25'ê Mijdarê de bê darizandin
09:13 Bi zorê biryara HES'ê bi Meclîsa Bajêr a Êlihê dane qebûlkirin
09:07 Qeyûmê Şemrexê çav berda meaşê hevşaredarê
09:07 'Heger derbarê Peker de biryara beraetê nehata dayîn, dê Çakici nikaribûna gef bixwarana'
09:07 Muzîkjenên betal mane zehmetiyê dikişînin
09:07 Bang li Meclîsê kir: Peywira xwe ya venêranê pêk bîne
09:07 ‘Ji salên 1960’an heya roja îro cînayetên jinan ne guherîn’
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2020'AN
07:35 Polîsan Nûçegîhanê MA'yê Dîndar Karataş binçav kirin
23/11/2020
20:32 Di lêpirsîna derbarê KCD'ê de 5 kes hatin girtin
18:51 Edîtora JinNewsê Metîna hat berdan
16:53 Şaredariya Panosê ji bo jinên gundan Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir
16:50 Li Amedê 44 kes sewqî edliyê hatin kirin
16:49 Çîroka DBP’iyê hat binçavkirin û berdan
16:13 MXDŞ’ê banga lezgîn kir: Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye
16:12 Hêzên PDK’ê li herêma Metîna bendê ava dikin
15:42 Li Mêrdînê çalakî hatin qedexekirin
15:33 Beştaş: ji ber pergala totalîter nalenala milyonan e
15:26 Doz li Dayikên şemiyê vekirin
15:24 ‘Emê destûrê nedein talana li Erbaa, Bogali û Sakaratê’
15:12 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
15:06 'Rojê zêdeyî 50 hezar mirov bi şewbê dikevin'
15:03 Îdîanameya tecawîzê ya li GGM’ê hat amadekirin
14:55 Xwestin tundiya li ser jinan were lêkolînkirin
14:34 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP’ê
14:12 Rojnamegerên jin: Divê pênûsên me têkoşîna jinan binivîsin
14:05 Hevşaredarê Bêgiriyê tehliye bû
14:05 Dadgehê 'Biryara rawestandinê' ya darizandina Helîn Şen red kir
14:04 Bijîşkan xwest Dr. Şeyhmus Gokalp ê binçavkirî were berdan
13:51 Soylû yê xwedî tecawîzkar Orhan derketibû: Ev kuştinên jinan ji ku derket?
13:48 Koçyîgît xwest li Girtîgeha Wanê lêkolîn were kirin û Fatma Tokmak jî were berdan
13:47 Doza KCK'ê ya Dîlokê: Eger Wezareta Dadê reformê dixwaze bila vê dosyayê bibîne
13:40 Rapora Las Tesîsê: Mudaxale, binçavkirin, lêpirsîn û doz
13:35 Pezkoviyên ku dikevin ava bendavê dimirin
13:03 Dixwazin xwişk û birayên hev ên ji Hesekê der sînor bikin
12:42 Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê: Em ê bibin dengê Z.M. a îranî
12:31 Jinan giliyê polîsan kir lê dozger biryara ‘dozvenekirinê’ da
12:11 Ji jinên kurd beriya 25’ê Mijdarê çalakiya bipankart
12:11 HDP: Îqtîdar di tevdîrên dij koronayê de biserneket
10:58 Ji bo operasyonê li çar gundan derketina derve qedexe kirin
09:05 Akademîsyen Guney: Em ne di nava bendewariya reformê de ne
09:05 Li Mêrsînê lênêrînên awarte tijî bûn: Rojê 20-25 kes dimirin
09:04 ‘Bi rastiyek ne di demê xwe de, nikarin aboriyê rast bikin’
09:04 Serperiştê Wezareta Karên Hundir kitêboka wezaretê ya qeyûman derewand
09:04 Serlêdana HES’ê ya li Geliyê Zîlan hat redkirin
09:04 Jin xwe ji bo meşa 25’ê Mijdarê amade dikin
09:04 ‘Divê jin pergalê desteser bikin’
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2020'AN
22/11/2020
18:50 Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol jiyana xwe ji dest da
16:56 Çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin
16:42 Cendirme xwest 272 malper hatin girtin
15:31 TJA'yê li Hezexê komxebata li dijî îstîsmara zarokan li dar xist
15:00 Dayikên Aşitiyê: Em şer naxwazin
14:38 Li Kanîreş û Îskenderûnê civînên gel: AKP nikare bi rê ve bibe
14:37 KESK: Em li dijî pergala KHK’ê serî natewînin
13:26 Bi angaşta ku tû kiriye wan êrişê rêveberên DBP’ê kirin
13:14 Heyeta KNK’ê Tevgera Azadî ziyaret kir
12:46 Li kuçeyê tundiyê li jinan hat kirin
12:45 Ostayê ceyranê Fadil Aydogan bi ceyranê ve zeliqî û mir
11:47 Emîne Şenyaşar: Ma tenê kesek malbata min kuşt?
11:35 Gelê Guatemala agir berda avahiya Kongreyê
11:35 Tedbîrên hikûmetê yên li dijî şewbê, topa esnafan avêt
10:48 HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:15 Cezayê 50 hezar TL dan xwişka Gulistan Doku
10:15 Lîstika ‘Elizabeth’ vê carê jî ji bo DTSO’yê derket ser dikê
09:50 Ji ber pirsgirêka perwerdehiya Onlinê ji Erziromê hat Enqereyê
09:15 Guney: Jinnews wê hebe û dê gotina xwe bibêje
09:14 Qeyûmek çêdike, qeyûmek jî xera dike!
09:12 ‘Dê sekna ciwanan tecrîdê bişikîne'
09:10 ‘Piştgiriyê nedin îthalatê, bidin cotkaran’
09:08 31 salan tahde lê hat kirin, niha jî ji bo keça xwe têdikoşe
09:06 Piştî VAKAD hat girtin pirsgirêkên jinan zêde bûn
09:04 Komîsyona Jinê ya ÎHD'ê: Serlêdanên di warê aborî û mafên civakiyî de zêde bûn
09:02 Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje