Berktay: Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye

  • jin
  • 11:45 25 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Berktay, anî ziman ku AKP dixwaze civakê li dora malbatê li gorî xwe bi teşe bike û ji bo vê yekê jî jina li pêş pergala wê dibe asteng dike hedef. Berktay, destnîşan kir ku pergala serdest dixwaze jin û civaka ku li pêş pergala wê dibe asteng dixwaze dîl bigire. Berktay bal kişand ser pergala Hevserokatiyê û got: "Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye." 

 
Jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiyê ya li ser Jinê dadikevin qadan û dengê xwe bilind dikin. Jin bi gotina “Cîhanek din pekan e" û li dijî pergala patriarka (Serdestiya mêr) têdikoşin. 
Bi minasebeta 25'ê mijdarê em têkildarî vê rojê bi Ayşe Berktay re axivîn. Wergêr û nivîskar Ayşe Berktay, di sala 2010'an de li dijî tundî û zextên li ser tevgera Kurd bû endama Partiya Civaka Demokratîk (DTP). Berktay, bi salan e di nava tevgera jinên Kurd de têdikoşe. Berktay, der barê têkoşîna jinan û destkeftiyên jinan de pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand. 
 
Ayşe Berktay, diyar kir ku di serdema 1980'an de jinên di nava tevgera çep û çep - sosyalist de cih girtin, bûn pêşeng û û tevgera feminist dest pê kir û wiha got: "Piştî darbeya 12'ê îlona 1980'an li Tirkiyeyê hilweşînek mezin pêş ket. Piştî li cîhanê tevgera feminizmê pêş ket, jinan di nava rêxistinên ku têdikoşin de cihê xwe girtin û xwe bi rêxistin kirin. Dest bi lêpirsînê kirin. Bi hevre axivîn, niqaş kirin û lêpirsînek dan destpêkirin. Jinan ij bo wekheviyê û serdestiya mêr dest bi têkoşînê kirin û xwe bi rêxistin kirin. Jinan di vê pêvajoyê de xwe nas kirin, hebûna xwe xistin nava lêpirsînê. Hebûn û têkoşîna xwe bi wate kirin. Jin li xwe vegeriyan û di lêpirsînê de dîtin ku li gorî têkoşînê ne li cihê tê xwestin de cih digirin. Ne xwedî gotin in." 
 
'TÊKOŞÎNA JINÊN KURD DI NAVA ŞERTÊN DIJWAR DE PÊŞ KET' 
 
Berktay, bal kişand ser têkoşîna jina Kurd û wiha axivî: "Têkoşîna Jina Kurd bi derketina feministê re di nava temasê e ye. Lê ne ji ber vê pêla femînîstê pêş ket. Têkoşîna jinên Kurd ji bajarên Kurdan dertê. Zor û zahmetiyên ku jinên Kurd jiyane heye. Piştî îşkence û serpêhatiyên li Zindana Amedê, jinan dest bi têkoşîna azadiyê kirin. Jina Kurd têkoşîna azadiyê di nava şert û mercên pir zor û zahmed de peş xist. Bi taybetî di salên 1990’an de dema gund hatin valakirin û xerakirin, jinan jî li gel malbatên xwe koçî bajarên Rojavayê Tirkiyeyê kirin. Wê demê jinên Kurd dest bi pêngava azadibûn û têkoşînê kiribûn. Ji bo Tevgera Jinên Tirkiyeyê, rojeva Jinên Kurd fam bike demek dirêj derbas bû. Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê bû sedem ku jin bêtir hev nas bikin û fam bikin." 
 
JINÊN KURD HER TIM JINÊN ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ DAWETÎ BAJARÊ WE KIRIN
 
Berktay, bal kişand ser xebatên hevkariyê yên Têkoşîna Jinên Kurd û jinên Femînist û wiha lê zêde kir: "Ji bo hevkarî û xebata hevpar pêş bikeve, demek dixwaze. Di nava femînîstên ku ji tevgerên çepgir û sosyalîst tên de bê guman yên germ nêzî tevgera jinên Kurd dibin hene. Lê em li Tirkiyeyê dibînin ku têkiliya bi jinên di nava tevgerên çep de cih digirin û yên di xeta Kemalist û netewe-dewletê de cih digirin zahmet pêş ket. Her çend têkoşîn û doza jinan bêtir xwedî sîwanek mezin e û hembêz dike jî, di hin nokteyan de hekarî pir zor e. Mînak dema di çalakiyên ‘Li dijî şer aştî" tev digerin, Tevgera Jinên Tirikye dibêjin ‘Çima têkoşîna feminist eleqeder bike. Ev qada têkoşînek fireh e." nîşan didin. Ji bo Tevgera Jinên Tirkiye, jinên Kurd bike rojeva xwe demek dirêj derbas bû. Ev yek bi têkoşîn û kedekê pêş ket. Jinên femînîst ên Tirkiyeyê ku bêtir bi nerînek azad li meseleyê diniren rola wkan zêde ye. 
Lê Têkoşîna Jinên Kurd jî her tim xwest bi hevre tev bigerin û ev yek xist rojeva xwe. Li bajarên Kurdan qiyamet radibû, ji bîran hestiyên mirovan derdiketin. Lê kesên li Rojavayê Tirkiyeyê ev yek wekî meseleya propaganda  digirtin dest. Di vê rewşa ku ew qas berberî zede bû de Jinên Kurd her tim jinên li Rojava dawetî bajarên xwe kirin. Bi wan re axivîn û têkoşîna xwe bi wan re parve kir. Bi têkoşîna hevpar û keda hevar bêtir hev nas kirin û hev fam kirin. Hewldana Jinan a ji Bo Aştiyê rê li pêş vê yekê vekir."  
 
PIŞTEVANÎ, XWEDÎDERKETINA JINÊN KURD BANDOR LI SER MIN ÇÊKIR' 
 
Berktay, qala xwe ya nasîn û tevlêbûna xebatên tevgera Jinên Kurd jî kir û wiha bi berdewam kir: "Newroza 2007'an li Amedê bi bûyer derbas bû. Di sala 2008'an de ez beşdarî şahiya Newroza Amedê bûm. Min dit li qada Newrozê ya berê cihê pîrozbahî lê bê kirin, jin û mêr kom bi kom diherikin qadê. Wekî lehiyê diçin qadê. Jinên Kurd heta gihiştin qada Newrozê gelek astengî û barîkat derbas kirin. Bi awayekî skûn û biryar hatin qadê. Vê sekna wan ez pir bi bandor kirim. Piştî ez tev li xebatên partiyê bûm, min têkiliya jinan a nava xwe dît. Min dît li hev xwedî derdikevin, piştevaniyê pêş dixin. Beyî hev li pişt xwe bihêlin têdikoşin. Bi rexne û nexnedayînê hev temam dikin û pêş dixin. Van yekan bandor li ser min çêkir. Dîsa jinên Kurd li taxan bi jinan û dayikan re têkiliyên germ çêkirin. Vê yekê bandorek mezin li ser min çêkir. Dîsa ez di 7'ê Cotmeha 2011'an de hatim girtin Piştî min pêvajoya girtîgehê jî jin nas kirin, min li cihê tenê jin lê dijîn xweşikahiya jiyanê bêtir dît." 
 
PERGALA HEVSEROTAYIYÊ JI BO JINAN ÇAVKANIYA HERÎ MEZIN A HÊZÊ YE' 
 
Ayşe Berktay, bal kişand ser pergala Hevserokatiyê jî û wiha pêde çû: "Berî her tiştî pergala Hevserotiyê çiye divê baş bê famkirin. Divê wekî vitrin (li ber çavan) neyê dîtin. Hêjayî famkirin û jiyanê ye. Îro bi tayînkirina qeyûman re pergala Hevserokatiyê tawanbar dikin. Ji Tevgera Jinên Tirkiyeyê jî bertekên zêde hatin. Tevgera Jinên Tirkiyeyê, baş fam dikin ku ev êrîş li dijî hemû nirxên jinan e. Fam dikin ku ev êrîş li dijî demokratikbûn û azadiyê ye. Fam dikin ku li dijî rêxistinbûna jinan û dengê jinan e. Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya herî mezin a hêzê ye. Ne tenê kesek hevserok e. Em qala jinên li hemû pergalên herêmî dikin. Divê em vê pergalê bêtir bidin famkirin. Divê mêr jî vê yekê bikin rojev." 
 
Berktaş bal kişand ser tecrîdê jî û wiha got: "Tecrîd mirov ji derdorê, malbatê û hemû mafê wan qut dike. Li ser bingeha bê hiqûq wan mahkûm dike. Dema mirov çavê xwe li vê bê hiqûqiyê bigire bandorê li ser her kesî dike. Em îro dibînin ku bandorê li ser her kesî dike. 
 
'NE VÎNA OCALAN BÛYA EM DI 8'Ê ADARÊ DE NEDIMEŞIYAN' 
 
Ayşe Berktaş, bal kişand ser bandora Ocalan a li ser jinê Kurd û nêzîkatiya Tevgera Jinên Tirkiye ya li dijî Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez dixwazim du serpêhatiyên xwe parve bikim. "Di 8'ê Adara 2010'an de Amed wekî Bajarê Jinê îlan kirin. Ez û jinên feminist ên Tirkiyeyê hatin Amedê. Li Qada Deriyê Çiyê çadir vekiribûn. Me dê wê şevê bi jinan re meşa bi meşaleyî li dar bixista. Saet 21.00'ê şevê bû. Me komek mezin a jinan dest bi meşa meşaleyî kir. Jinên Kurd dirûşmeya ‘Biji Serok Apo’ berz dikirin. Di 8'ê adarê de jin dimeşin. Der barê Berêz Ocalan de dirûşme tên berzkirin. Di meşê de hinekan got ‘Çima ev diruşme" Jinek Amedî ku di nava tevgera jinan de cih nagire hema bersîv da û got: ‘Ne ji vîna wî bûya îro em ê ne li vir bûna. Me dê nikaribûya li vir bimeşin. Ji ber vê yekê em vê dirûşmeyê berz dikin. Piştgirî û vîna Birêz Ocalan tune bûya em ê nikaribûna li vir bimeşiyana." 
 
Disa li Stenbolê tev li civîna rêveberiye bûbum. Min mafê axaftinê girt û got: "Di her mijarê de di lehê Birêz Ocalan de dirûşme tên berzkirin. Mirov ditirsin hûn çima vê dirûşmeyê berz dikin. Ez wê demê difikirim ku em mirovan netirsînin. Lê min fam kir ku îro tecdîr li ser kesekî tê kirin. Jin tên tecrîdkirin. Jinan û mirovan bi tenê dihêlin. Kurdan bi tenê dihêlin. Niha tecrîd li tevahiya civakê belav kirine. Ji bo jinên Kurd têkoşîna li dijî tecrîdkirina Birêz Ocalan du wateyê wê hene. Yek jê ji bo hurmet û hezkirina Rêberekî ku hevaltî, rêhevaltî bi wan re kiriye û rê li pêş wan kiriye ye. Vê yekê wekî deyn dibînin. Ji ber dizanin azadiya jinê ji bo tevgerek civakî pir girîng e. 
 
Berktay li ser nasîna zayendê jî rawestiya  û got: "Zanîn û hişmendiya zayendî ewe ku zayendek xwe nas bike. Mêrantiyê têxe nava lêpirsînê. Bibe jinek. Nirxên jinê û têkoşîna jinê bi wate bike. Bi mêrantiyê re ruqalî hev bibe. Lê pergala serdestiya mêr vê yekê bi kodê mêrantiyê dirêse." 
 
'EM Ê BI HEVRE TÊBIKOŞIN' 
 
Berktay, herî dawî bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên li ser jinê û civakê û wiha bi dawî kir: "AKP dixwaze civakê li dora malbatê li gorî xwe bi teşe bike û ji bo vê yekê jî jina li pêş pergala wê dibe asteng dike hedef. Pergala serdest dixwaze jin û civaka ku li pêş pergala wê dibe asteng dixwaze dîl bigire. AKP, dixwaze jinê li gorî xwe bi teşe bike. Ji ber jin li dijî vê yekê dengê xwe bilind dikin û îtîraz dikin dibin hedef. Li aliyekî tundî ji aliyê me yê herî nêzîk ve pêş dikeve. Li aliyê din tundî ji dewletê tê. Em ê bi hevre ji bo cîhanek azad û bê tundî têbikoşin."  
 
MA / Berivan Altan 
 
 

Sernavên din

25/11/2020
14:53 Welatiyê ku polis wî derp kiribû jiyana xwe ji dest da
14:45 Girtî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin
14:15 Daxwaza girtinê ya profesrorê bersûcê destdirêjiyê dîsa hat redkirin
13:51 Sancar: Li meclîsê butçeya şer tê niqaşkirin
13:15 Tanrikulu: Mêran di 10 mehan de 246 jin kuştin
12:45 Wekilên jin ên HDP'ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêklînkirin
12:36 Rojnamegerên Wanê: Divê rêxistinên pîşeyî bi lezgînî gav bavêjin
12:31 19 sal ceza li zilamê xwest bikuje hat birîn
12:19 Li Bûrsayê 2 parêzer hatin binçavkirin
11:48 Ji siyasetmedarên jin ên girtî peyama 25'ê Mijdarê
11:45 Berktay: Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye
11:37 Ji qeyûmê Wanê afîşên zayendperest ên 25’ê Mijdarê
11:04 Karkerên li Gebzeyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Dolar cardin bû 8 TL
10:26 Şeker: Dozger û dadger bi fezleketiyên li pêş xwe dilîzin
10:09 Hêjmara betalên Tirkiyeyê dê ji 4.7 milyonan derkeve 11.7 milyonan
10:03 Girtîgeh elerm didin: Dixwazin tecrîda Îmraliyê belav bikin
09:15 Bi îdiaya ku 'tif kiriye' bi tawanbariya 'propgandaya rêxistinê' lêpirsîn dan destpêkirin!
09:14 Beyazbûlût: TUÎK rastiya betaliyê vedişêre
09:14 Berî encama DNA'yê diyar bibe cenaze li goristana bêkesan defin kirin
09:13 Rojnamevan Elî: Di nav eskerên şandine Şengalê de komên tirkmen jî hene
09:12 Kesê ku keçika 7 salî kuşt, piştî 8 salan hat girtin
09:11 Standina kulîlkan jî sûc hatiye hesibandin!
09:11 Aşkin ya ku ji ber tahdeya mêrî seqet bû, bersiva Soylû da: Arvanê xwe li aş dike
09:10 'Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse'
09:09 Ji ber têkiliya bi 'gurgebozan' re bertekên li hemberî Tirkiyeyê zêde dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2020'AN
24/11/2020
21:44 Nûçegihanê me birin Erziromê
20:00 161 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:35 Li Bedlîsê 5 kes hatin binçavkirin
16:24 Bulent Arinç li ser medya civakî îstîfaya xwe ragihand
15:41 Dadgehê cezayê giran li 8 kesan birî
15:25 Darizandina parlamentera HDP'ê were nirxandin
15:06 Kedkarên tenduristiyê wezaretê bi çepikan şermezar kirin
14:35 Rêxistinên rojnamegeran Rojnamegerên Kurd her dem dibin hedef
14:28 Hevdîtina bi nûçegihanê me Karataş re hat qedexekirin
14:12 Dayikên Şemiyê: Dev ji reforman berdin edliyan ji edaletê re vekin
14:10 Dayikên Aştiyê ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin
13:58 Bûldan: Cîhan wê bi têkoşîna jinan re bi guhere
13:45 HDK’ê banga 25’ê Mijdarê kir
13:17 Têkoşîna jinan nîqaş kirin
13:17 Rapora ÎHD’ê: Li Herêmê 42 jin hatin kuştin
12:43 'Min tevî kelepçeyê nimêj kir'
12:37 Li Şemrexê rageşiya DEDAŞ'ê: Polîsan bi gaza îsotê mudaxile kir
12:12 Doza nivîskar Demîrer hat taloqkirin
12:08 Di doza Dînk de dozger ji bo biryarê wext xwest
12:00 Ûca banga parastina Şengalê kir: Dixwazin fermana 75’emîn pêk bînin
11:29 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:18 Qeyûm dibin xizmeta avahiya AKP'ê de ye!
11:04 Polîsan di serdegirtina buroya me de dest danîn ser komputeran
10:47 Pirtûkxaneya Lîlav bi wesîleya 25 Mijdarê dest bi kampanyayê kir
10:41 Kuştina apê wî yê berî 11 salan bi bîr xist û gef lê xwar
10:37 Li bakurê Licê operasyona eskerî
10:30 Amed ji aliyê kesên ji derve hatin tayînkirin ve tê birêvekirin
10:29 Çîroka têkoşînekê: Dayika Fatê
10:12 Çelîk: Em dikarin bi yekîtiya neteweyî firsendên mezin bi dest bixin
09:18 Rîham Hesen: Peymaneke bêyî vîna civaka êzidî ne tifaq e, xiyanet e
09:17 Gaza xwezayî hat, xîzarkêşî jî mir
09:15 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz: Dixwazin bi tecrîdê pêşî li ber tifaqê bigirin
09:14 Profesorê bi tecawizê tê tawanbarkirin dê di 25'ê Mijdarê de bê darizandin
09:13 Bi zorê biryara HES'ê bi Meclîsa Bajêr a Êlihê dane qebûlkirin
09:07 Qeyûmê Şemrexê çav berda meaşê hevşaredarê
09:07 'Heger derbarê Peker de biryara beraetê nehata dayîn, dê Çakici nikaribûna gef bixwarana'
09:07 Muzîkjenên betal mane zehmetiyê dikişînin
09:07 Bang li Meclîsê kir: Peywira xwe ya venêranê pêk bîne
09:07 ‘Ji salên 1960’an heya roja îro cînayetên jinan ne guherîn’
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2020'AN
07:35 Polîsan Nûçegîhanê MA'yê Dîndar Karataş binçav kirin
23/11/2020
20:32 Di lêpirsîna derbarê KCD'ê de 5 kes hatin girtin
18:51 Edîtora JinNewsê Metîna hat berdan
16:53 Şaredariya Panosê ji bo jinên gundan Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir
16:50 Li Amedê 44 kes sewqî edliyê hatin kirin
16:49 Çîroka DBP’iyê hat binçavkirin û berdan
16:13 MXDŞ’ê banga lezgîn kir: Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye
16:12 Hêzên PDK’ê li herêma Metîna bendê ava dikin
15:42 Li Mêrdînê çalakî hatin qedexekirin
15:33 Beştaş: ji ber pergala totalîter nalenala milyonan e
15:26 Doz li Dayikên şemiyê vekirin
15:24 ‘Emê destûrê nedein talana li Erbaa, Bogali û Sakaratê’
15:12 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
15:06 'Rojê zêdeyî 50 hezar mirov bi şewbê dikevin'
15:03 Îdîanameya tecawîzê ya li GGM’ê hat amadekirin
14:55 Xwestin tundiya li ser jinan were lêkolînkirin
14:34 Bernameya 25’ê Mijdarê ya Meclisa Jinan a HDP’ê
14:12 Rojnamegerên jin: Divê pênûsên me têkoşîna jinan binivîsin
14:05 Hevşaredarê Bêgiriyê tehliye bû
14:05 Dadgehê 'Biryara rawestandinê' ya darizandina Helîn Şen red kir
14:04 Bijîşkan xwest Dr. Şeyhmus Gokalp ê binçavkirî were berdan
13:51 Soylû yê xwedî tecawîzkar Orhan derketibû: Ev kuştinên jinan ji ku derket?
13:48 Koçyîgît xwest li Girtîgeha Wanê lêkolîn were kirin û Fatma Tokmak jî were berdan
13:47 Doza KCK'ê ya Dîlokê: Eger Wezareta Dadê reformê dixwaze bila vê dosyayê bibîne
13:40 Rapora Las Tesîsê: Mudaxale, binçavkirin, lêpirsîn û doz
13:35 Pezkoviyên ku dikevin ava bendavê dimirin
13:03 Dixwazin xwişk û birayên hev ên ji Hesekê der sînor bikin
12:42 Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê: Em ê bibin dengê Z.M. a îranî
12:31 Jinan giliyê polîsan kir lê dozger biryara ‘dozvenekirinê’ da
12:11 Ji jinên kurd beriya 25’ê Mijdarê çalakiya bipankart
12:11 HDP: Îqtîdar di tevdîrên dij koronayê de biserneket
10:58 Ji bo operasyonê li çar gundan derketina derve qedexe kirin
09:05 Akademîsyen Guney: Em ne di nava bendewariya reformê de ne