Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye

  • jin
  • 16:51 25 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Qoserê, li ser navê jinên ku li gel astengiya polisan jî meşiyan Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û diyar kir ku dema meşa ber bi azadiyê ve ye û ev tişt got: “Em ê destûr nedin ku kes qedera me diyar bike.” Li Êlihê jî jinên ku meşa wan hat astengkirin zincîra mirovan çêkirin.

 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji aliyê polîsan ve hat astenkirin û destûra hilgirtina pankartan nehat dayîn. Rexmê hemu astengiyan jin ji parka Mehmet Sîncar ber bi avahiya HDP'ê ya navçeyê ve meşiyan. Di meşê de pankartên “Jin Jiyan Azadî, Mêr dikuje dewlet diparêze, Ji tundiya tewletê re na, Ji qirkirina xwezayê re na, ji Tecavuzê re na û Şideta li jinê xiyanet e” hatin hilgirtin û diruşmên “Jin Jiyan Azadî,” hatin berzkirin.
 
‘JIN JI HEMÛ TUNDIYAN RE DIBEJIN NA’
 
Çalekvanan meşa xwe li ber deriyê avahiya HDP'ê bi dawî kirin û daxuyaniyî dan .Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî. Aydenîz, di destpêka axaftgina xwe de bal kişand ser astenga polîsan û wiha got:"Em li hemberî tundiyê li vir kom bun lê bi dehan maşîne û polîsan dora me girtin. Li şuna ku li hemberî tundiyê bibin asteng ji kombuna jinan re dibin asteng. Ev ji cureyek yê tundiyê ye. Ji ber ku dizanin ger jin kom bibin dengê xwe derxin wê civak azad bibe û ji wan re jî ev cih wê teng bibe. Hun dibînin jin îro li vir li hemberî hişmendiya we ya zayendperest, nîjad perest, li hemberî tecavuzên we, li hemberî tundiya we li hember kiryarên we serî radikin û dibêjin êdî bese.”
 
‘HÎNA HIŞMENDIYA HIKÛMETÊ HEMAN E’
 
Aydenîz, wiha berdewam kir: “Di ser qetilkirina xuşkên Mîrabal re 60 sal derbaz dibe û hîna ew hişmendiya tecawuzkar û zayendperest ne hatiye guhertin. Li cihekî ku di nava rojê de herî kêm 5 jin tên qetilkirin, qala reformê, wekheviyê û aşitiyê dikin. Ger li cihekî her roj tundî, qirkirin, tecavuz werin kirin û ger her roj li hemberî siyasetê êrişek were kirin tê wateya ku wê îqtidarê paya xwe ji demokrasiyê negirtiye. Gulîstan Doku hat wendakirin, kiryarên buyerê diyar bûn lê li şuna wan xuşka Gulîstan Doku hate girtin.”
 
Aydenîz, got ku rêxistina jinên kurd mîraseke ya têkoşînê ji wan re hiştiye, ew têkoşîna wan didin berdewam kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me tucarî têkoşîna xwe nîvco nehiştiye. Ji ber ku em xwedî mîraseke mezinin. Li girtîgehan, li kolanan, li her qadana em ê têbikoşin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
DI BIN DORPÊÇA POLISAN DE ZINCÎRA MIROVAN
 
Li Êlihê jî jin bi pêşengiya TJA’yê li Kolana Gulistanê li hev civiyan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Nûran Îmîr, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û rêveberên jin ên HDP’ê tevlî çalakiyê bûn. Beriya meşê jinan li erbaneyan dan. Di çalakiyê de dovîzên mîna "Ne rojek tene, her roj berxwedane", "Ji çanda tecavuze re na", "Jin azad nebe civak azad nabe", "Biji berxwedana jinan" hatin hilgirtin û dûrişmeyên mîna "Jin jiyan azadi", " biji berxwedana jinan", "Jin şer naxwazin aşitiyê dixwazin" hatin berzkirin.
 
BI HINCETA PANDEMIYÊ POLISAN MEŞÊ QEDEXE KIR
 
Polisen ku ji avahiya HDP’ê heta Kolana Gulistanê bergiriyan girtibûn, angaşt kirin ku Walîtiya Êlihê ji ber vîrûsa koronayê meşan qedexe kiriye û destûr nedan ku meş bê lidarxistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, di kêliyê de axivî û diyar kir ku li dijî tundiya li ser jinê derketine qadan û wiha got: “Niha parlamenterên me muzakere dikin. Dora me hatiye dorpêçkirin. Ji jinan ditirsin. Em jî dibêjin ku em nîvê dinyayê ne. Me dinyayê ava kiriye. Ji me netirsin. Li cihê ku jin hebin aştî li wir heye. Destê xwe ji jinan vekişînin. Îşkenceya li jinan bi dawî bikim, dest dirêjî jinan nekin. Em li dijî van nêzikbûnên we serî hil didin. Qet qebûl nakin.”
 
Ji ber ku polisan destûr neda meşê jinan li Kolana Gulistanê zincîra mirovan ava kirin. Piştî avakirina zincîra mirovan parlamenter Ûca û Îmîr jî axaftin kirin û di axaftinên xwe de bal kişandin ser têkoşîna jinan a li hemberî tundiya li ser wan.
 
Dûre jinan bi dûrişm, tilîlî û çepikan çalakiya xwe bi dawî kirin.

Sernavên din

28/11/2020
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin
10:05 Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
09:37 Dayîka aştiyê Ozgan: Divê em li ber vî şerî rabin
09:37 Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin
09:36 'Girtiyan derman nakin'
09:33 Rojê nêzî 800 kes li Amedê bi vîrûsa Covît-19 dikevin
09:32 Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê
09:18 Rojnamevan Altan: PDK amadekariyên şer dike
09:18 Berxwedana karkerên BÎMEKS'ê didome
09:18 Rewşenbîrên Êzidî: Pêşmergeyan kincên artêşa Iraqê li xwe kirin
09:18 Ozguneş: Ev sedsal sedsala azadkirin û avakirina yêkitiya kurdan e
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'AN
25/11/2020
21:15 Hejmara testên pozîtîf ên îro 28 hezar û 351 e
17:33 Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan
16:51 Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye
16:48 Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye
16:45 Welatiya li ber HDP'ê hat binçavkirin hat berdan
16:44 Siyasetmedar û hiqûqzanê kurd Epozdemîr hat bibîranîn
16:09 Parêzer Nûçegîhanê MA'yê Karataş ê di bin çavan de ziyaret kir
15:57 Rapora girtîgehan a 3 mehan: Îşkence, tecrît, vîrûs..
15:45 Kongreya MSD'ê: Em ji bo yekitiyê hewl didin
15:34 Eskeran karkerên madenê yên dimeşin Enqere asteng kirin
15:30 Heyeta KNK’ê hevdîtinên xwe yên li Herêma Kurdistanê didomîne
15:13 Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin
15:09 Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan
15:05 Ji bo yekitiya neteweyî laçikên xwe avêtin erdê